Nameyeke vekirî 

ji bo Serokatiya Herema Kurdistanê birêz Meshûd Berzanî 

 

Cenabê Serok em ji nemir Mustafa Berzanî Hînî xwedî
derketina li nirxên netewa Kurdistan bûne ku pêwistî li kur hebe xwedî bext û
welatparêzên Kurd li wir bin.

weke cenabê te jî di bîne îro Rojavayê Kurdistanê di rewşeke
gelekî kirêtîk re derbas dibe dewletên heremê û rêcîma Behssa Sûrî jî bi wan re
dest bi pîlana valakirina Rojava kirine bi destên çeteyên Dahiş, bi vê mebestê
Dahiş dest bi Êrîşên giran li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî Kantona
Kobanê kiriye.

Behweriya min bi hêza YPG heya dawiyê heye  ku hemi Rojavayê Kurdistan ji 
êrîşên çeteyan
biparêze. Lê weke cenabê tejî dibîne di banga YPG ya dawî de ku gazî hemî
partiyên kurdan dike ku pirsgirêkên xwe deynin aliyekî û têkevin nav parastina
Rojava li hemberî Xeteriya li ser Rojava û gelê Kurdistan. 

Ev bang û pêre jî êrîşên li ser kantona Kobanê şensekî nû li
pêşiya yekîtiya Kurdan vedeke.

Ez weke nivîskarekî Kurd ji canabê we hêvî dikin ku hûn weke
partiyeke Kurdistanî bi erkên ku dikeve ser milên xwe rabin û bibin arîkar ku
Kurdên Rojava werin ba hev û Rojava bihevre ji êrîşan biparêzin.

 

Cenabê Serok Îro nederenge ku cenabê we bikeve nava tevgerê
ji bo erka ku dikeve ser milên we di derbarê banga YPG de, lê dibe ku sibe
dereng be û dîrok rehmê li tukesî nake ku firset hat berderî û lingê xwe
lêbixe.

Hêviya min bi cenabê we mezine ku hûnê ya ku dikeve ser milê
we û pêwist be bikin û bi Rojava re arîkar bin ku hundirê mala xwe serrast
bike.

 

Li gel rêz û silavan 

Helbestvan Xebat Şakir

24.3.2014 Oldenburg/Elmanya

                                          

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap