Merheba.
Ji bo roja zimanê Zikmakî daxuyaniya Komeleya Nûbiharê li jêr e, bi
eleqedariya we.
*Komeleya Nûbiharê*

JI RAYAGIŞTÎ RE

Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCOyê) sala 1999an biryarek girt ku 21ê
sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê. Ev pazdeh sal in ku ev roj tê
pîrozkirin. Lê ji ber çi 21ê sibatê? Di 21ê Sibata 1952an de xwendekarên
zanîngehan ên Bengalî li hember biryara hikûmeta Pakistanê rabûn û
çalakiyek li dar xistin. Lewra Hikûmeta navendî biryar dabû ku zimanê
Urdûyan li Bengladeşê bibe zimanê fermî. Hikûmetê ev çalakî bi tundî
temirand. Lê piştî vê bûyerê bi çar salan hikûmeta Pakistanê neçar ma ku
zimanê Bengalî weke zimanê fermî yê duyemîn bipejirîne. Ev roj ji gelan re
bû ronîker ku mafên xwe yên zimên biparêzin. Kurd jî ji van gelan e.

Kurdên bakur jî li ber xwe didin ku ji dewleta tirk mafê zimanê xwe
bistînin. Lewra piştî tirkan girseya herî mezin li Tirkiyeyê kurd e. Îro li
Tirkiyeyê ne zimanê kurdî bi awayekî fermî tê naskirin ne jî bi zimanê
kurdî perwerde heye. Gelo pêşveçûn qet nînin. Mixabin ji xeynî TRTyê û
dersên bijarte (ew jî tenê di xwendegeha navîn de) tu pêşveçûn nînin. Ji
aliye gelek kesan ve tê hizirkirin ku;

●tîpên kurdî serbest bûne

●navên gund û bajarên kurdan tên rastkirin

●navên bi kurdî di nasnameyan de tên nivîsandin

Nexêr, ev pêk nehatine. Tenê siyasetmedar carinan van tînin zimên. Ji
kurdan tê xwestin ku zimanê ku Xwedayê Teala ji bo kurdan bijartiye careke
dî bibijêrin û hîn bibin. Ew jî bi gelek minet û astengiyan. Wek
bicihnekirina mamosteyan.

Weke kurd em dixwazin ku zimanê me di zagonê de bê naskirin û demildest
riya perwerdeya bi zimanê zikmakî bê paqijkirin. Ji bilî vê tu tedbîr vê
pirsê ji holê ranakin û nayên pejirandin.

Di dawiyê de bi hêviya ku zimanê me bighêje mafê xwe *Roja we ya zimanê
zikmakî pîroz be!*



                                KOMELEYA NÛBIHARÊ ŞAXA BATMANÊ

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Attachment: Ziman.docx
Description: MS-Word 2007 document

Cevap