*Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk**» Abdulkadir Bîngol*CIZÎRA BOTAN, 5/3
2015 — Neteweya tirk bi eslê xwe ne xelkê vê herêma me ne, xelkê Asyaya
navîn in. Vê nijadê ji sala 924-ê zayîniyê û pê ve ji ber hin sedeman dest
bi terikandina cih û warên xwe kir û berê xwe da rojavayê Asyayê û
Anatoliyayê û Kurdistanê û li van herêman bi cî war bû. Ji vê dîrokê pê de
gelek caran di navbera tirkan û kurdan de şer û pevçûn rûdane.

Herî dawî tirkan di sala 1042/43-yê de berê xwe da Cizîrê, ev bajar dorpêç
kiri û leşkerên Ehmed bîn Merwan talan kirin. Di sala 1516/17-ê de bajarê
Cizîrê ketiye bin nîrê împaratoriya osmaniyan de ko serkêşên wê tirk bûn.
(Dr. Mesut Tuzun Cizre Tarihi -1- Nuh Tufanı ve Cudi Dağı, rûpel: 264)

Dagirkirina Cizîrê ya ji aliyê tirkan ve beriya jidayikbûna Mewlana Melayê
Cizîrî (1570 -1640) 52 salan e. Yekî wekî Mewlana Melayê Cizîrî welatparêz
û gelperwer helbet di bin bandora vê dagirkirinê de mayîye. Ji ber wê çendê
di helbstên xwe de cî daye tirkan. Bes tişta gelek balkêş ew e ko dema
behsa vê nijadê dike, bi gelemperî wan bi “talanê”, bi “xwînrêjiyê", bi
“danînê kemînê” û bi “bêperwabûnê” tewsîf dike.

Min jî di vê nivîsê de gotinên tirkan ên ko di dîwana Melayî de derbas
dibin kom kirin û rave kirin:

1.
Tirkê xwînrîz û xumarê me bi yek xemzeyekê
Zuhda çilsale li min zîr û zeber kir ji esas

Hebîba me ya ko di dilqayîmiya xwe de û di xwînrêjiya xwe de wek Tirkan e û
di meşa xwe de mîna serxweşan digere bi yek xemzeyê ew zuhda ko ev serê çil
sala ne ez dikim ji binî ve serobino kir, ango edem kir, ji holê rakir

2.
Geh dil û geh can dibin tirkên te tên
Nakirin yexma û talanê xelet

Hinde ko tirkên te, ango ew xemaz û nemamên ko di dilqayîmiya xwe de mîna
Tirkan in tên, carînan dil dibin, carînan jî canî dibin. Bes ev heye ew
tirk vêya hanê bi şaşî nakin, dijane bi zanîn dikin.

3.
Sef bi sef tirk û moxol doguş û hindî di kemîn
Bi ‘eceb hatine cengê hebeş û rom û fireng

Zulf û biskên dilberê yên di zêdebûnên xwe de gelek dişibin leşkerên tirk û
moxolan, li ser rûyê wê li hev dikevin û tên û diçin û dileyizin, her wekî
şerekî mezin di nav bera wan de qewimî be. Lê heçîke xala wê ye ko di
reşatiya xwe de tu dibêjî qey leşkerê Hindû ye, di bin biskan de xwe
veşartiye, herwekî kemîn danibe li ber wan leşkerên êrîşkar da wan desteser
bike. Herweha perçem û guliya dilberê ya ko dişibihe leşkerê rom û frengan,
bi awayekî sosret xwe amade kirine ko werin şerê leşkerên tirk û moxolan.

4.
Li ber çewgan û kaşoyan
Ji derba tirk û hindûyan
Dibazim herwekî goyan
Dema ew têne meydanê

Wek çawa gok dema dikeve ber kaşokan û derbeyan jê dixwe bi vî aliyîve û bi
wî alî ve diçe, dibeze; ez jî wê dema ko ew kaşok derdikevin meydanê, ango
awirên çavên reş ên dilberê ên wekî wan kaşokan dikevin ser min, wê demê
mîna wê gokê ez bi vî alîyî ve û bi aliyê din ve dibezim, diçim, têm. Ji
ber ko awirên çavên reş ên dilberê yên di dilqayîmîyê de mîna tirk û
hindoyan in, gelek dijwar in.

5.
Ristem û Cimşîd û Xalid, Hemze yan şêrê ‘Elî
Aferîn ya şehsiwarê tirk û rimbazê ‘ereb

Dilbera min! Ez nizanim ew lehengê ko di şer de wê xweşmêriyê nîşan dide,
kî ye? Gelo ew Ristemê Zal e, yan Cemşîd e, yan Xalidê kurê Welîd e, yan
Îmamê Hemze yê mamê pêxember e yan jî Îmamê Elî ye? Xoşewîsta min ya
şehsuwarê tirk û rimavêja ereb! Aferîn ji te re! Ez te pîroz dikim.

6.
Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teşneleb çû terfê ‘Ummanê xelet

Reftara dilbera min a der heqê evîndarên wê de gelek balkêş e. Ava şêrîn û
xweş a çemên Ferat û Nîlê dide berber û xebergerînên evîndarên xwe yên wek
tirkên ko ji fesadî û gelaciyê hez dikin. Hale hale ewana fesad û gelac in.
Lê belê berê evîndarên xwe yên rasteqîn ên ji tîna lêvên wan qelişîn dide
deryayê.

7.
Xemze în ya gezme în ya tîr-i ya sihr-i helal
Sahir-i în ya çeşmê şoxê turkê bêperwa ‘sti în

Gelo ev tewecuha ko ba min hatî kirin û derbe li dilê min dayî û bandoreke
mezin lêkirî awir in, yan sertîr in yan tîr bixwe ne yan jî sihra helal e,
ez bixwe jî nizanim. Gelo eva hanê sihrek e ko li min hatiye kirin yan jî
çavê dilbera tirkî ya qelbê bê perwa ye?

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=8539#.VPiCpfmsXfI

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap