*Dengê me bo HDP-ê*




*Bila alem bizane*

*Dengê me bo HDP-ê*

*Nemîne yê nizane*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Dê Tirkiyê hejînin*

*Gelê Kurd nû vejînin*

*Em yê bidin tejînin*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Ji bil wê em qe nadin*

*Bo yên dî dê rû bad in*

*Em bi vê çendê şad in*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Dengî nadin AKP-ê*

*Em qet nadin CHP-ê*

*Nahizrînin MHP-ê*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Dê çêbikin suprîze*

*Bi dengê xwe’y temîz e*

*HDP-ê kin ezîz e*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Ma ne eyb û ne şerm e*

*Ku em nebin xwîngerm e*

*Ev erkeke li ser me*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Li Şirnex wek her caran*

*Deng bibarin wek baran*

*Dê bistînin her çaran*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Ma sê çi ne li sêrtê*

*Deng ji jor û ji jêr tê*

*Qedrî bi xêrûbêr tê*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Li bajarê Edenê*

*Deng dê bên bi legenê*

*Em dixwazin du tenê*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Agriya Îhsan Nûrî*

*Çar wekîlan ne dûrî*

*Ez dibêm ev ne zorî*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Ji Semsûrê niyazim*

*Ez her pêncan dixwazim*

*Zêdetir qet ne lazim*

*Dengê me bo HDP-ê*



*Eya Enqere eya*

*Tu Serkan û Sureya*

*Zinhar mehêlî peya*

*Dengê me bo HDP-ê*

*……*

*……*



*Dilbikulê Cizîrê*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap