*Helbesta HDP-ê*




*Kurd in em Kurdî dixwazin*

*Lew dibêjin HDP*

*Bo gelê xo xêrîxaz in*

*Lew dibêjin HDP*



*Em dibêjin hem diqîrin*

*Ger cuwanin ger çi pîr in*

*Serokên wê gelkê jîr in*

*Lew dibêjin HDP*



*HDP rûh û giyan e*

*Sorgula deşt û çiya ne*

*Ya me ye qet ne biyan e*

*Lew dibêjin HDP *



*Derdê wê her dem felat e*

*Herwekî sêva Xelat e*

*Ew evîndarê welatê*

*Lew dibêjin HDP*



*Xizmeta bajar û gund ke*

*Her derê paqij û rind ke*

*Aleya Kurdî bilind ke*

*Lew dibêjin HDP *



*Hêj salên notê û pê de*

*Girtin û kuştin jî tê de*

*Pir bedel daye vê rê de*

*Lew dibêjin HDP *



*Dengê xo em dê bidin wê*

*Hêviyan gelkê dikin jê*

*Bil ji wê bo me nînin rê*

*Lew dibêjin HDP *



*Ger nedim wê pir fihêt e*

*Karekî zor zor kirêt e*

*Lome dê ser me de bê te*

*Lew dibêjin HDP*



*Da şehîd pê bibne razî*

*Seîd û Simko û Qazî*

*Ew e her hawar û gazî*

*Lew dibêjin HDP*



*Lazim em wê bikne derde*

*Hem civak û hem jî ferd e*

*Partiya miletê Kurd e*

*Lew dibêjin HDP*



*Yê bidit wê ew dê qenç ke*

*Dê dilê xesmê xwe renc ke*

*Em bidim wê dê qezenç ke*

*Lew dibêjin HDP*



*Dilkul im ez her dibêjim*

*Keder û derdan dirêjim*

*Ez ne dîn û har û gêj im*

*Lew dibêjin HDP*



*Dilbikulê Cizîrî*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap