*Kesk û Sor Spî û Zer*
*Kirme aşiq çarî reng e* *Kesk û sor û spî û zer* *Min ji ber wê kirye ceng e* *Kesk û sor û spî û zer* *Çarî rengan kir me mest e* *Ez ji ber wan bûme xest e* *Min ewan her kirye qest e* *Kesk û sor û spî û zer* *Kesk û sor û zer jî têde* *Hem sipî rengê spêde* *Hez dikim jê gelkê zêde* *Kesk û Sor Spî û Zer* *Ger li ser banan bibînim* *“Ey Reqîb”ê bo bixwînim* *Ez li ser wan har û dîn im* *Kesk û sor û spî û zer* *Ew di dest Pêşmerge rind e* *Min divê rûnêm di binde* *Lew ji bo vê taryê find e* *Kesk û sor û spî û zer* *Çendî sal in ez li bendê* *Kor û kerr bûm bo vê çendê* *Nîne hempa û menendê* *Kesk û sor û spî û zer* *Dê hilawêsim li banî* *Qedrî bigrim şubhê canî* *Wê biramûsim şîranî* *Kesk û sor û spî û zer* *Her sibeh lêkim silavê* *Wê biparêzim ji tavê* *Hez bikim wek bûk ji zavê* *Kesk û sor û spî û zer* *Tim dikim dua û lava* *Wê bibînim ez bi çava* *Nadim ez zêr û dirava* *Kesk û sor û spî û zer* *Ew nîşana vî welatî* *Ew li ser çavê mi hatî* *Her wekî şekrê nebatî* *Kesk û sor û spî û zer* *Ew dema mirna mi bê bêtin* *Bo kifin ew kêrî têtin* *Dilbikul **pirr ev divêtin* *Kesk û sor û spî û zer* *28-04- 2015* *Dilbikulê Cizîrî* -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
