CIZÎRA BOTAN, 29/4 2015 — Îro ne tenê kolan û şahrêyên Cizîra Botan
digirîn; hemû medrese û mizgeftên wê jî bi Mem û Zîna xwe ve, bi Birca
Beleka xwe ve, bi mela û feqiyên xwe ve digirîn; hemû xemgîn in, dilşikestî
ne. Seyda Mele Evdilkerîm îro wefat kir.

Ew sohbetên ko Rîsaleyên Nûrê tê de dihatin xwendin û ew civatên ko behsa
qesîdeyên Mewlana Melayê Cizîrî tê de dihatin kirin ji îro pê de wê xwe
sêwî hîs bikin. Ji ber ko yê hem pisporê wan hem jî evîndarê wan êdî nîne.

Ez behsa Seyda Mele Evdilkerîm dikim. Belê, Seyda Mele Evdilkerîmê Hacî
Seîdê Evdêyê Evdilqadir, ango Abdulkerîm Ozervarli îro berê sibê, li
nexweşxaneya Qoserê (Kiziltepe) nefesa xwe ya dawî da û ji nav malbata xwe,
ji nav dost û havalên xwe, ji nav wê Cizîra ko gelek jê hez dikir bar kir û
berê xwe da welatê xwe yê rasteqîn, welatê bab û bapîran, alema Berzexê.
Înna lîl-Lahî we înna îleyhî racîûn. Em yên Xwedê ne, em ê dîsa vegerin ba
Wî.

Belê ka em serê pêşî Seyda nas bikin:

Seyda Mele Evdilkerîmê Hacî Seîd ko paşnavê wî bi tirkî Ozervarli ye kure
Hacî Se’îdê Evdêyê Evdilqadirê Helîma Melê ye. Evdilqadir jî kurê Mihemed
e, ew jî kurê Şêx ‘Elî ye. Şêx ‘Elî ji Mûsilê hatiye Cizîrê. Seyda di sala
1932-an de li navenda Cizîrê hatiye dinyayê.

Mele Evdilkerîm cara ewil Qur’ana pîroz, mewlûd, Nûbihar û dîwana “Mem û
Zînê” ya Şêxê Xanî li nik Hacî Selîmê Zêringer û kurê wî Hacî Evdirehman
Goral xwend. Piştre li nik Mele Brahîmê Qersî, Şêx Umerê birayê Şêxê Zahid,
Mele Brahîmê Sewîq û muftiyê berê yê Cizîrê Mele Mehmûd Bilge xwendina xwe
domand. Di sala 1951-ê de derbasî Başûrê mezin bû û li navçeya Zaxoyê û li
gundê wê Baviyayê li nik Mele Ehmedê Zaxoyî, Seyîd Hesenê Girikî û Mele
Ehmedê Bêsîrî xwend. Di sala 1953-an de ji bo leşkeriyê vegeriya welêt.

Di leşkeriyê de jî ji xwendinê dûr neket û li nik Mele Huseynê Bîngolî
dersa zimanê farisî dît. Piştî leşkeriyê jî xwendina xwe dewam kir. Li nik
Şêx Seyda, Seyîd ‘Eliyê Findikî û Mele Yûsufê Dêrşewî ilmê xwe xilas kir.
Herî dawiyê di sala 1964-an de destûrnameya xwe ya ilmî ji Mele Yûsufê
Dêrşewî wergirt.

Di sala 1955-an de li gundê Wehsidê (Verimli) qederê salekê melatiya fexrî
kir. Herwiha di heman salê de dest bi tedrîsatê jî kir. Di sala 1956-an de
li navenda Cizîrê, li mizgefta Mushefa Reş dest bi melatiya fermî kir.
Piştî salekê tayina wî hate Mizgefta Hacî Hafiz ya li taxa Kelehê. Heta
malnişîniya xwe li wir xizmet kir. Li wan mizgeftên ko melatî kiriye de,
digel melatiyê tedrîsat jî kir û gelek kes li ber destê wî gihan. Di sala
1983-an de malnişîn bû.

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=8574#.VUDn5Pntmko

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap