Bi boneya roja diyan ez helbesta xwe pêşkêş dikim:
Dayê…. Ku destê xo bidî dest min ji bo ez maç bikim dayê!, Neqabil ez wê bighûrim bi zêr û malê dinyayê. Dema ez te dikim hembêz çi bêhnek ya Biheştîn tê Bi Yezdan sond dixwim ew bêhn ji rîhan û gulê nayê. Xweda çendî qedir da te, di derbarê te da ho got:, “Lî walîdeynî îhsanen” di bîst û sêyê Îsrayê. Bi rengê xo wekî Yusûf, di hîcranê de Yaqûb î, Nefes şubhê Nebî Îsa bo derdan tîne şîfayê. Ji ber wê şefqeta zêde di bin lingê te bû cennet, Wî lingî naguhûrim ez bi Tor û hem bi Sînayê Tu hêjayî mirov her dem, li ber emrê te raweste, Çi îmkanek qewî baş ev ji bona ehlê teqwayê. Heyata xo te kir gorî bo ewladê xwe yek carê Bi şefqet her te parastim, ji germ û hem ji sermayê. Eger yek xwaze mafê te ji ser xo rake yek carî, Heta mirnê bikit xizmet di der heq mafî dernayê Divêt ez her ji gotna te nebim dûr qasî mîsqalek, Ji bona xo bikim mînak wî şêxê erdê Bexdayê Bila her dem tu nêzîk bî, li ber ranê te ez rûnim, Ji rûyê te nebim mehrûm, ne havîn û ne şîtayê. Ji bîr nakim ewan rojan li ber mehda mi rûniştî, Digota Cembelîkê min li ber wê da jî hay hayê. Bila rûyê te her ken bit, ji huzn û qehrê pirr dûr bî Di roja heşrê daxwazim: Melek bên bo te lîqayê. Kesê ko bo te got “offîn” we de’ka te şikandîbit Bila her reş be rûyên wan li dinya û li uqbayê Kesê tu jê na razî bî nika bêjit ez însan im Heyata wî çû bê fayde wekî toza li ber bayê. Ji Dilkul ev dua têtin li ber dergahê Yezdanî Bila rehmet bibarit ser te qas pêlên li deryayê, Neqabil : Ne mımkin Hembêz : Kucaklama “Lî walîdeynî îhsanen”: Ayeke sûretê İsrayê ya Qur’anê ye. Tê de behsa qedrê dê û baban dike. Şêxê erdê Bexdayê : Şêx Evdilqadir Geylanî ye, gelek qedrê diya xwe digirt û ji gotina wê dernediket Şîta : Bi erebî navê ziivistanê ye Lîqa : Hevdîn (Yanê ya axretê) Offîn : Ayeteke Qur’anê ye. Ango divê mirov di hembe dê û bavê xwe de qet nebêje “off!” jî Uqba : Roja axretê Dilbikulê Cizîrî Anneciğim… *Sımsıcak elini elim içine, * *Şefkatle, rahmetle koy anneciğim!* *Sonradan sinemi elinle yokla,* *kalbin atışlarını duy anneciğim!* *Kalpteki sızılar senin içindir,* *Ne olur hep bana bak anneciğim!* *İltifat ederek onları dindir!* *Hasreti aradan sök anneciğim!* *Ne büyük sultansın cennet-i naim* *Ayağın altına girip saklanmış* *Adını yücelten Cenab-ı Rahim* *Rızanı rızası olarak anmış.* *Nefesin ölüye hayat veriyor,* *Îsayi Mesih’ten ilham mı aldın?* *Bakışın çevreye nurlar saçıyor* *Ahmed-i Muhtar’dan koku mu aldın?* *Sevgi denizine yelken açmışsın,* *Alan’lı Memo ya, Zin misin, nesin?* *Muhabbet yoluna başın koymuşsun* *Cizre’li Ahmed’e benziyor sesin.* *Her zaman yanında olmak isterim* *Sensiz dünyaları istemem, asla!* *O sıcak iklimde kalmak isterim* *Sar beni boynuna şefkatle, nazla! * *Süre-i İsra’da, ayet yirmiüç.* *Beş çeşit taatle anılmış adın,* *Onlarsız kurtuluş bizim için güç * *Cennete girmeye basamak oldun* *Fedakar tavrınla destan olmuşsun* *Said-i kurdi’den ihlas mı aldın?* *Serapa şefkat u rahmet dolmuşsun* *Bu yüzden kendini dertlere saldın.* Dilbikulê Cizîrî -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.