Helbesta Goristanê
Rojek ji rojên meha Gulanê,
Sosin we kulîlk dikir dîlanê,
Mêhlek mirîyên berê li min da.
Te’sîr li mi kir, we mam di bin da.
Dê-bab û bira hetanî xalan.
Yê nûh miribûn we yên bi salan.
Jinmam û jixal we mam û xalet.
Zava û xezûr xwiharzî û met.
Haval û hogir muhibbû yaran.
Yê em digerîn bi hev re caran.
Pismam û weled xwih û birazî
Ew bûn ji bo min hewar û gazî.
Hemyan ji vê dêrê xirbe bar kir,
Mehzûnî kirîn, dilê me sar kir.
Yek yek diborîn di ber xeyalan
Bo wan me dikir girî û nalan
Mimkun ku nema di cih bimînin,
Ev hesretê bes ji dil derînin
Dengek di go min “Deka tu rabe,
Hezjêkirinek wisa çênabe.
Lazim ku tu wan bikî ziyaret.
Bo wan bixwîni ji çendî ayet.
Xêra ku ji wan bêtin bi têkî.
Da tu bo giyanê wan verêkî.”
Paşê ketibûm mital û fikra.
Mabûm heyirî ku min çi bikra.
Rabûme we ez ketim li ser rê.
Çavên bi girî, dilê keser tê.
Ez hatime ber derê cebanê,
Qelbim tejî bû ji êş û janê
Min Fatîheyek dixwend û paşê,
Gavek sekinîm, ketim temaşê.
Mîn dît kû welatekî di xirbe
Nînin ji bilî we kêl û tirb e.
Paşê geriyam di nêv mezaran
Teşbîhê sekar û dîn û haran.
Reng reng mirî min dîtin bi çavan,
Da ku bibînim mi nêrî navan.
Hin wan mi dinasî hin biyanî,
Hin wan we ji deştî hin çiyanî
Rengê berî mirnê ket di ber çav,
Fîlhalî şikest qedem weha gav.
Hin wan çi qewî sahip-cemal bûn,
Ehlê kerem û sahip-kemal bûn.
Hin wan çi şepal û çav belek bûn
Husna xwe de ew wekî melek bûn.
Hin wan kezî-zer we hûrî rengî
Hin wan perî-rû we hin jî bengî.
Hin wan wekî Qeys ji dil birîn bûn
Ferhadî hinek we hin Şirîn bûn
Hin wek Memê jar ji hesreta yar
Daîm digirîn bi qîr û hawar.
Hin jî wekî Zîn ji ber evînê,
Qet têr nedîbû ti rengê jînê,
Hin wek Siyamend ji işqê sermest
Hin jî wekî Xec mirin ji xwe’r xwest.
Min kir nezerek li umrê wan e,
Pêht û gurîyek li dil de dane:
Umrê hinekî dudo û sê bûn.
Hêja cihê wan we singê dê bûn.
Umrê hinekî we pênc û şeş bûn,
Kolan û lehîz li wan hê xweş bûn.
Umrê hinekî ji wan hê heft bûn.
Umrê hinekî ji wan jî heşt bûn.
Umrê hinekî ji wan hê neh bûn.
Umrê hinekî ji wan jî deh bûn.
Zarok digotin ji wan re hêjan.
Bê xem digerîn we hem jî bê jan.
Umre hinekan gihîştî yazdeh.
Umrê hinekan gihîştî dazdeh.
Sêzdeh ji bo hin ewan umir bû
Agir di dilê dê-bab de gur bû.
Hin wan dibû xortê çarde salî.
Ser xortîbîna xwe pir dinalî.
Hin pazde umir, we hin jî şazde,
Hatbû ecelî nekarbû bazde.
Hin hivde li pey xwe wî dihiştî,
Hê fêm nekirî ji dinyê tiştî.
Simbêl û we rih ji nû diderdan.
Yên ew dîtiban diçû jê derdan.
Dinya timî pembe bû li nik wan
Navê elemê nebû li nik wan.
Hin nozde û bîst we bîst û pencî,
Nû fêm dikirn xirab û qencî.
Xort û ezeb û we nû-ciwan bûn.
Sahib quwet û we pehlewan bûn.
Hin wan jî umir li ber kemalê,
Nişka ve te wan birî zewalê.
Hin wan jî umir li şêst gehîştî
Qet qet te kirî bi şûr û xişt î.
Hin wan pîre-mêr kupal didestî
Teşbîhê dûpişk te dil digestî.
Hin wan jî bûk û we hin jî zava.
Tava vê jînê li wan çû ava.
Mirna hinekan ji sektê dil bû,
Ya hin ji zik û we hin ji mil bû.
Mirna hinekî êşa zirav bû.
Mirna hinekan ji êşa çav bû.
Mirna hinekan ji kanserê bû.
Mirna hinekan ji birçê çêbû.
Hin merd û sexî we destî-vekrî,
Hin kund û kunûj we hin jî bekrî
Hin alim û şêx we hin jî mîr bûn
Qismek we ji wan serok-eşîr bûn.
Hin wan feqîr û we hin jî zengîn
Hin sade heyat we hin jî rengîn
Hin xwedyê huner bi hal û mal bûn
Parsek jî hinek, we hin hemal bûn.
Mirna bêxweyî te dil çi hişk e,
Çeng û we perên te herdu bişke.
Ma qey te rehim di dil de nîne,
Yan jî li me her dikî tu kîn e.
Ka wer tu bibîn, çi qas bêbextî,
Ew mîr û began te xist ji textî.
Yekcar te negot: “Çi xort e, law e!
Ser wî te pêça kifin ji caw e.
Yekcar te negot ji bo vê qîzê,
Ev hê kiçik e bo xo dilîzê.
Yekcar te negot ji bo vî zava
Va bûk digirî bi herdu çava.
Yekcar te negot ‘eva he bûk e,’
Wê têr nedîtî kolan û sûk e.
Yekcar te negot ‘çiqas şepal e,
Alem hemû tev jê ra dinal e.’
Yekcar te negot ‘umir hê bîst e.
Têra dilê xo ewê nelîst e.
Tama vê heyatê qet nedîtî,
Mes’ût nebû, têr nexwar, necîtî.’
Ma nabînî halê van yetîman?
Bê dê û bê bap, we bê xwedî man.
Çawa digirîn, dikin hewar e,
Heçkû dilê wan tejî ji nar e.
Destê wê bûkê we destê zavê,
Te’j hev vekir û xwe kir di navê.
Ma qey te nînin di dil de tirs e,
Yan jî te nekir ji yek çi pirs e.
Têr nabî tu qet ji ruh-sitanê,
Ma qey te nema behir j’îmanê.
Wek wî Emerê şeva bû zava
Ser wî te rêkir êşa hinava,
Eynî wê şevê ji sekteyê dil,
Ruh wî te sitand, te çav lê kir zil
Dûr kir te ewî ji dost û nasî,
Şerbet bi jehir te da bi kasî.
Gava sekinîm li ber wê qebrê
Divya ku bikim tebat û sebrê.
Qet min nedîtî bi çavê dinya.
Wê seh nekirîbû navê dinya.
Çavê xwe vekir we pişre dada
Umrek du rojî te jê re rada.
Mimkun qe nînin mirov bizane.
Miskîn jî kî ye we kî jî xan e.
Lewra li wirê nînin meqam e
Ma qet dibînî nîşan û nam e
Amir jî kî ye we kî jî mîr e.
Maldar jî kî ye we kî feqîr e.
Tu nabînî ferq di nava wan de.
Ka kî jî nezan, we yan jî xwande.
Ferqek holê bes tu dê bibînî,
Xeynî evê jî qe tişt nebînî:
Gora feqîrî li ser de ax, ber
Zengîn gora wî hemû ji mermer.
Kêla yekî wan li ser hebû xet.
Nav û meqamê wî ew îşaret.
Kêla feqîrî şikest û xwehr e,
Ew bû hinekan çi zor û qehr e.
Ger ku tu binêrî halê wane,
Dil dê tejî bit ji ax û jan e
Doşek we lihêf ji wan re ax e
Toz û telîzek li ser dimax e
Ser wan de kuçek dibêje ferş e
Bin wan de nînin kilîm û merş e.
Xwarin qe nînin weha vexwarin,
Mêhvan ji bo wan jî mişk û mar in.
Ka ew kesê her digot, diqîra:
“Ez ser xwe re nabînin tu mîra…”
Her dem wî digot. “Neyar be Rustem
Sed wek wî hebin jê qet ne min xem.
Serdarê mêran, we pehlewan im
Gerya li dinê we nav û şan im.
Ez ew Xelef im we Êzdîşêr im
Gava li neyar ku ez dinêrim.
Tirsê diêxim li qelbê wî de,
Hêdî ji jiyan nekit umîd e.”
Gava ku wî dest dida li şûrî
Keskî nedikarî ber biborî.
Gava ku wî deng kira li mêra
Ber wî direvîn piling û şêra
Îro tu binêr çi bûye hal e.
Çalek du metir bû jê re mal e.
Ne tîr di mil û ne şûr didest e.
Mar û dûpişik dikin wî gest e.
Ka ew kesê zilm û zor dikir her,
Kar û ‘emelê wî tim dibû şer.
Hal û we hewalê dinyê ev bû,
Ev tête gotin: “Hema bi dev bû!”
Ka wer tu binêr ji bo bizanî,
Dinya çi qeder betal û fanî.
Sed sal di dinê de kamîranî.
Ger tu bi domê bikî jîyanî.
Yan jî tu şebîhê padîşahî.
Sahip di meqam, we xwedyê cahî.
Qarûn-sifetî xwedî zêran bî.
Nemrût-sifetî xwedî mêran bî.
Yusif-sifetî xwedî cemal bî.
Yan jî şebîhê wî ferxê Zal bî.
Qet feyde ji bo te nîne tê de
Xeynî emelê te kirbe zêde.
Lewra hemû ew diçin fenayê,
Xêr û hesenat piçek jê nayê.
Hemyan di şûna xwe da dihêlî
Hicret kî tu nav wê ax û kêlî
Dê tu rojekê bihêlî hemyan,
Ew mal û meqam weha jî semyan.
Xeynî du-sê gaz capon, şihade,
Dinya ji te ra qe tiştî nade.
Ger ku te nevêt li wir geda bî
Lazim wekî mêr ji dil tu rabî.
Her dem tu bikî ji dil de xêran,
Sedqe tu bikî peran û zêran
Qet tu ji Xwida nebî cuda ye.
Zikr û nimêjan bikî eda ye.
Gava ku dîtim vî reng û raz e
Çavim qe nekarî êdî raze.
Dinya ji bo min we teng û tar bû.
Qelbim ji sefa û zewqê sar bû.
Piştî vê ziyareta mezaran
Hêstir we dibarî mislê baran.
Ez paş vegerîm ku bême malê,
Çendî fikirîm li umr û salê.
Ez hatim û lê bi wê birînê
Çav im terifî ji ber girînê.
Dilkul, te umir bihor ji pêncî,
Hêjan tu dibêjî qey tu gêncî.
Ev bo te şîret, tu guh bidêre,
Da tu nekî tişt ji xeynî xêr e.
Xatir tu bixwaze her ji xelkê
Nêzîk bûye gor bi qasî pelkê.
Da tu xwe hesap kî her ji miryan
Çavê te ziwa nebit ji giryan.
Lewra seferek dirêj û dûr e,
Piştî ku biçî di nava gor e.
Dê tu jî rojek ji vê dinê da
Bar ki we herî di nav gorê da
Tê terk bikî zarokan û malê,
Dê tu xwe dirêjkî nav wê çalê.
Ka ew rûyê te’y sipî û sor e,
Têda dixwiya çi feyz û nûr e,
Ka îro binêr li wî sîmayî
Va zer bûye wek biha pijayî.
Qermiç li serê çiqas tejîne
Lew min nedivê tu kes bibîne
Ka ew didanên wekî mirarî
Rohnê dikirin şevên di tarî
Îro di devî de wan nabînim.
Wek xewle-şikefte ez dibînim.
Paşê weriyan hemû bi tevde
Xeynî pidiyan nema di dev de
Ka ew pora reş şebîhê qîrê
Behsa wê dikir keçên Cizîrê.
Daîm te di destî şeh we eynik
Perçem ditewa li alyê ceynik
Lê îro sipî şebîhê pembû,
Qatil ji bo wê kuvan û xem bû.
Kanê te hebû çi bejn û bale,
Îro tu binêr çi bûye hale.
Gava dimeşî tu nav kolanê,
Canê hinekan digirte janê.
Îro bûye qews wekî kemanê
Lerzek we ketî di ling û ranê.
Xwezka mirina mirovî hebya
Lê ev pîriya bêxwedyî nebya.
Çipkim eve her wê çêbe holê,
Qet çare nînin ji bil qebûlê
Dilkul divê tu jî vê qebûl kî
Xeynê vê jî qet nika çi şul kî.
Lewra me di dil tejî îman e,
Têda me nekirye qet guman e.
Dilbikul
--
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
---
You received this message because you are subscribed to the Google Groups
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.