Helbesta Mirinê
Ji dûr va ez dibînim Hinek mirov bimeş tên, Car car ew meş bi hêdî We hincar jî bixweş tên. Qet nakenit rûyê wan Bêmahd in hemû tev de Ji wî alî vî alî Tên arî revde revde Gelek xemgîn dibînim, Ji rûyê wan diyar e, Hilgirtîne sindoqek Ya çêbû ye ji dar e Alîk yê wê pir fireh, Lê aliyê dî teng e, Yek di wê sindoqê de Wî ne reng û ne deng e, Haya wî qet jê nînin Ka diçitin bi kûve Di bin axê bimînt Ta şîn bibit ji nû ve Li benda wî ye kortek, Belê navê wê gor e Heta tu bêjî teng e Bê ronî û bê nûr e Hinek mêhvan li bendê Ew jî mar û dûpişk in Tu zen mekî wan tenê Hem gurbenabaş û mişk in Li ser laşî bikin şer Jêkin dil û mêlakê Lê xwediyê wî laşî Hewildanekê nakê Dilbikul, bes dirêj ke Te bir tama jiyanê Mijarê tu bighure Behsa eşq û viyanê Dilbikulê Cizîrî -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
