Nivîsa min a nû di pêvekê de ye. Silav û rêz.
Paşa Amedî

Leystikên li ser zimanê Kurdî

Kurdî zimaneke qedîm û dewlemend e. Ji ber bê dewletiyê zimanê Kurdî bi
nivîskî pêşneçûbe jî lê bi devkî hê li ser xwe ye. Kurdî bi dewlemendiya
zaravayên xwe bi heyîna xwe li diyar e.

Çawa ku ji berê ve bi çi awayî be zimanê Kurdî hatibe paşxistin, niha jî li
ser zimanê Kurdî leystikên mezin û asîmîlasyoneke dijwar didomin. Ev
asîmîlasyon bi destê sazûmanê dest pê kiriye lê mexapin em jî di malbatên
xwe de vê asîmilasyonê bi xwe bi destê xwe didomînin. Sedema mezin medya û
televizyon li ser malbatan bi taybetî li ser zarokan bandoreke mezin çê
dike, pişaftinake mezin jî di dibistana ewûl de ya pişaftina zarokan e.

Leystikeke din li ser zimanê Kurdî ji alê din ve bi siyasetî li ser zimanê
kurdî ber dewam e; ev jî li ser Kurdiya zazakî ye. Çawa ku berê li başûrê
kurdistanê li ser Kurdiya soranî hatiye leystin. Ji ber ku zaravayên kurdî
bi paş bixin û soranan ji kurdan biqetînin qewet dane kurdê soran. Li
Tirkiyê jî ji ber ku zazayan ji kurdan veqetînin dibêjin: *“Zazakî/Kurmanckî
zimaneke ser bi xwe ye, zazakî ne kurdî ye, zaza ne kurd in…” *di hinek
zanîngehan de bi zanebûn zazakî wekî zimanê serbixwe dihesîbînin û didin
xwendin…

Siyasetmadarên dewletê li gor polîtîka dewletê bi zanabûn di gotinên
xwe de *“Kurdî,
Zazakî, Tirkî, Erebî…”* dibêjin û netewan rêz dikin li vir qaşo kurdî nas
dikin û ji kurdî re rêz digrin, ev gotina masûm tê xuya kirin lê di nav
hevokê de leystikeke mezin heye; zazakî ji kurdî cûda dikin. Ev leystik di
medya Tirkiyê de pir tên bikar anîn…. lê carna em kurd jî bi nezaniya xwe
dibêjin: *“Ez Kurdî zanim lê Zazakî nizanim”* ev gotin jî şaşiyeke mezin e
Kurdî ziman e lê zaravayên Kurdî hene, wexta ku tu bibêjî *“Kurdî û Zazakî”
*zazakî ji kurdî vediqetînî. Bi vî awayî hişmediya kurdan xerab dikin.

Divê nivîskarên Kurd baldarbin û bi zanebûn di nivîsên xwe de li ser vê
bisekinin û di pirtûkên xwe de jî şaşiyan bi destên xwe nekin û bi zanebûn
binivîsînin. Mesela di derxistina Ferhengekî de ku ferheng li ser
zaravayeke kurdî be *FERHENG-Kurdiya Kurmancî-Tirkî, Tirkî-kurdiya Kurmancî*
were nivîsandin. Ya din *ku pirtûka romanek an çîrokek biweşe ku pirtûk bi
kîjan zaravayê kurdî be bi wê zaravayê Kurdiya Zazakî, Kurdiya Kurmancî,
Kurdiya Soranî…bê nivîsandin.* Ez li gor zanebûna xwe wiha difikirim, lê
zimanzan çi difikirin divê ew jî fikra xwe bibêjin. Çimkî ev hişmendî
bingeheka zimanê Kurdî ava dike.

Zaravayên Kurdî dibe ku Kurdî be lê kurdî ne zarava ye, kurdî zaravayên xwe
di nava xwe de dihewîne. Divê siyasetmadarên Kurd û nivîskarên Kurd şiyar
bin; di gotin, pirtûk û nivîsên xwe de cudahî nexin nav zaravayên Kurdî.
Erka  ferdên her kurd a yek ev e ku divê li zaravayên Kurdî xwedî derkevin;
zaravayên Kurdî bielimin û hîn bibin ku zimanê kurdî pêş bikeve û Kurdî
bighîje asta xwe ya dewlemend.

Paşa Amedî

http://candname.com/leystiken-li-ser-zimane-kurdi/

ÇANDNAME

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Attachment: Paşa Amedî.docx
Description: MS-Word 2007 document

Cevap