Birêz Paşa Amedî,
 
gellek spas ji bo nivîsa we, ez jî li jêr qewlekî xwe ji we re disînim.
 
silav û rêz
 
R.Qereqocanî 
 
   Mesîh Îsa li ser xaçê, bo gunehên min û te mir,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
 
   Mesîh Îsa Berxê Xwedê, bû qurban ji bona dinê,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
  
   Mesîh Îsa mirin mexlûb kir, rêya cenetê jî vekir,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
 
   Mesîh Îsa Xelasker e, Xelaskerê dinê ew e,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
 
   Navê Îsa zehf bimbarek, xwaze dilê te şa bike,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
  
  Gunehên te jî pirr bûne, Îsa xwaze te azad bike,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
 
   Îsa Mesîh jî dîsa tê, tê û me dibe cenetê,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
 
   Xeyrî Îsa kes nikare, te ji guneh xelas bike,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
 
   Îsa Mesîh hezkirin e, hezkirina Xwedê ew e,
/:Tu jî were bawer bike, dil ji Mesîh Îsa re veke!:/
 
Gesendet: Dienstag, 05. April 2016 um 07:48 Uhr
Von: "Paşa Amedî" <pasaam...@gmail.com>
An: undisclosed-recipients:;
Betreff: {Diwanxane} Nivîs: Leystikên li ser zimanê Kurdî
Nivîsa min a nû di pêvekê de ye. Silav û rêz.
Paşa Amedî
 
Leystikên li ser zimanê Kurdî

Kurdî zimaneke qedîm û dewlemend e. Ji ber bê dewletiyê zimanê Kurdî bi nivîskî pêşneçûbe jî lê bi devkî hê li ser xwe ye. Kurdî bi dewlemendiya zaravayên xwe bi heyîna xwe li diyar e.

Çawa ku ji berê ve bi çi awayî be zimanê Kurdî hatibe paşxistin, niha jî li ser zimanê Kurdî leystikên mezin û asîmîlasyoneke dijwar didomin. Ev asîmîlasyon bi destê sazûmanê dest pê kiriye lê mexapin em jî di malbatên xwe de vê asîmilasyonê bi xwe bi destê xwe didomînin. Sedema mezin medya û televizyon li ser malbatan bi taybetî li ser zarokan bandoreke mezin çê dike, pişaftinake mezin jî di dibistana ewûl de ya pişaftina zarokan e.

Leystikeke din li ser zimanê Kurdî ji alê din ve bi siyasetî li ser zimanê kurdî ber dewam e; ev jî li ser Kurdiya zazakî ye. Çawa ku berê li başûrê kurdistanê li ser Kurdiya soranî hatiye leystin. Ji ber ku zaravayên kurdî bi paş bixin û soranan ji kurdan biqetînin qewet dane kurdê soran. Li Tirkiyê jî ji ber ku zazayan ji kurdan veqetînin dibêjin: “Zazakî/Kurmanckî zimaneke ser bi xwe ye, zazakî ne kurdî ye, zaza ne kurd in…” di hinek zanîngehan de bi zanebûn zazakî wekî zimanê serbixwe dihesîbînin û didin xwendin…

Siyasetmadarên dewletê li gor polîtîka dewletê bi zanabûn di gotinên xwe de “Kurdî, Zazakî, Tirkî, Erebî…” dibêjin û netewan rêz dikin li vir qaşo kurdî nas dikin û ji kurdî re rêz digrin, ev gotina masûm tê xuya kirin lê di nav hevokê de leystikeke mezin heye; zazakî ji kurdî cûda dikin. Ev leystik di medya Tirkiyê de pir tên bikar anîn…. lê carna em kurd jî bi nezaniya xwe dibêjin: “Ez Kurdî zanim lê Zazakî nizanim” ev gotin jî şaşiyeke mezin e  Kurdî ziman e lê zaravayên Kurdî hene, wexta ku tu bibêjî “Kurdî û Zazakî” zazakî ji kurdî vediqetînî. Bi vî awayî hişmediya kurdan xerab dikin.

Divê nivîskarên Kurd baldarbin û bi zanebûn di nivîsên xwe de li ser vê bisekinin û di pirtûkên xwe de jî şaşiyan bi destên xwe nekin û bi zanebûn binivîsînin. Mesela di derxistina Ferhengekî de ku ferheng li ser zaravayeke kurdî be FERHENG-Kurdiya Kurmancî-Tirkî, Tirkî-kurdiya Kurmancî were nivîsandin. Ya din ku pirtûka romanek an çîrokek biweşe ku pirtûk bi kîjan zaravayê kurdî be bi wê zaravayê Kurdiya Zazakî, Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Soranî…bê nivîsandin. Ez li gor zanebûna xwe wiha difikirim, lê zimanzan çi difikirin divê ew jî fikra xwe bibêjin. Çimkî ev hişmendî bingeheka zimanê Kurdî ava dike.

Zaravayên Kurdî dibe ku Kurdî be lê kurdî ne zarava ye, kurdî zaravayên xwe di nava xwe de dihewîne. Divê siyasetmadarên Kurd û nivîskarên Kurd şiyar bin; di gotin, pirtûk û nivîsên xwe de cudahî nexin nav zaravayên Kurdî. Erka  ferdên her kurd a yek ev e ku divê li zaravayên Kurdî xwedî derkevin; zaravayên Kurdî bielimin û hîn bibin ku zimanê kurdî pêş bikeve û Kurdî bighîje asta xwe ya dewlemend.

Paşa Amedî

http://candname.com/leystiken-li-ser-zimane-kurdi/

ÇANDNAME

--
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.

Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

---
You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap