Zimanê Kurdî
Bipirsî tu zimanê min Ji bo min ew dil û can e, Ewe her av û nanê min Belê bê xwedy û dêran e. Zimanê min çi şêrîn e Qedîm û hem jî dêrîn e Dikit hawar û qêrîne Çima wan devjê berdane Zimanê min çi zengîn e, Bi xeml û xal û rengîn e Ji lew lê bûme bengîn e. Ji min ra daye Yezdan e. Zimanê min çiqas qedr e, Di taryê da meha bedr e Şîfaya qelb û bû hem sedr e Ji bîmaran re derman e Beşek Kurmanc û yek Sora Hinek Zaza hinek Lora Dişî sondê bixwî j’xo ra Ne wek ya Tirk û Firsan e Divêt em wî bikar bînin Ji tengasiyê derxînin Neyarên wî nebexşînin. Nedînê emn û aman e Zimanê Bateyî, Xanî Yê Mewlanayê Botanî, Herîrî hem jî Teyranî Mixabin bê dibistan e Belê tedrîs nînin, zêra Li benda mêr û camêra Ku Dilkul can bidit jê ra Dibêjim hêjî erzan e Dilbikulê Cizîrî -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
