*Mirin….*


*Li ser milan sindoqek, ji wê ve tête bêdeng*

*Dirêjayî du metre, alîk fireh alîk teng*

*Dixwazin wî veşêrin hêj lê nebûyî dereng*

*Vaye halê dinyayê ya em li ser dikin ceng*



*Wê wî bibin bavêjin wê gora teng û tarî*

*Ji wê gorê ne mumkin jê ra hebit rizgarî*

*Wî laşê terr û nazik bo maran kin diyarî*

*Hetta qiyamet rabit wê bikit bendewarî*



*Dinya hemû ya wî be ka bêjin ma ji feyde*

*Zêr wek baran bibarin êdî nikare veyde*

*Ti kes nînin arî kit ne Bekir û ne Zeyd e*

*Rastî ev e bizane, tu dixwazî bixeyde*



*10-10-2016*

*Dilbikul*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap