Cihê Kurdekî E Di Jîyanê De
Di qada ku tovên şariştaniyê hat belav bûn
Tu ji hevalê xwe zûtir bûy şareza û serbilind
Di dema ku mirovatî nû di hat hîn bûn
Tu di bûy pêşeng ji bo mirovhêzîya ser gerdun
Di qada ku şer û pevçûn je qut ne di bûn
Tu di bûy aşîtîxwaz jî bo jîyana hev û din
Di dema ku qenc nik neqenca, neqenc bûn
Tu di bûy eynik ji bo xwedîtina neqencan
Di qada ku kîzik binerd di bûn ji aliyê bav
Tu di bûy kîzik û tu di ket binerd
Di dema ku xizan ji dewlemend re di bû xulam
Tu di bûy xulam û tu di bûy nokar
Di qada ku kuştina bra helal bû ji begtiyê re
Tu di bûy jîyan ji bo bra re
Di dema ku bindest li hemberê komkûjîyan bûn
Tu di bûy hawar,ji bo ku rizgar bin
Di qada ku cudatiyên reş-spî di kirin ol û bêol
Tu di bûy nîvreş û nîvspî,nîvol û nîvbêol
Ez ve helbestê dîyarî endamê koma diwanxanê dikim.Di nav xweşiyê de bin.
Mihemed Medya
29'e Çiriya Pêşîn 2008
_________________________________________________________________
Windows Live Messenger'ın için Ücretsiz 30 İfadeyi yükle
http://www.livemessenger-emoticons.com/funfamily/tr-tr/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---