Bersiva Amîda Ji Bo Rojîn
Berî her tiştî em baş dizanin ku ew ne daxuyaniya Rojînê ye. Em dizanin fikr û
ramanên kê ne jî. Hinek kes hene ku hêj me wekî çendek bermayiyên şûr dibîne,
lê ev ne wisa ye, 30 sal dîroka me ye û aşkere berberî 300 sal dîroka hinekan
e.Em ji Serhildana Şêx Seîd re nabêjin “Serhildana Şêx Seîd” û derbas nabin, em
ji 300 sal berî wê ve dest pê dikin, ji Yewnanistan û heta Rûsya, rewşa
Rojhilata Navîn û Ewropa, bayê azadiyê yê gelên bindest û heta tê ser rewşa
gelê kurd û Komara Tirk. Wê demê berî ku em bêjin “Serhildana ...” jixwe dîrok
bi dengekî bilind navê serhildanê gazî dike û navekî lê datîne.
Ji bo karê ku Rojîn û yên din niha dikin jî em heman riyê dişopînin. Riya herî
zanistî jî ev e.
Rojîn jixwe nizane, lê em xemgîn in ku aqilmendê wê ne ew nezan in! Ew ne ji
nezanî dibêjin “xwe-ferzkirin û gotinên tûj mîna 'xwefiroş' û 'xayîn' têzên
kevn in û sedsal li sere derbasbûne.” Belê ew baş dizanin ku xwefiroşî û xayinî
çiqas sedsal û hezarsal derbas bibin jî dê di wateya van têgehan de tiştek
neguhare, tenê şekl û şemal dê biguhare. Ew baş dizanin ku “xwefiroşî” û
“xayintî” ne tez in, ji ber wê antî-teza wan jî tune, ev têgeheke zanistî ye,
ji ber ku mirov hebûneke zanistî ne û hemû jiyana mirovî mijara zanistê ye û
jiyan jî li ser bingeha têkoşînê (ya xwezayê jî) ye. Têkoşîn hewildaneke
îdeolojîk û ehlaqî ye, bi bîr û baweriyê ve têkildar e. Bîr û bawerî bi demê re
diguharin lê tekoşer û xayin rola xwe ji dest bernadin.Xayinî bi du awayan e,
yek jê ew e ku ahd kiribe, soz dabe û peyman danîbe lê van tiştan bavêje
aliyekî û here aliyê hember, an jî di naveynê de rûne. Ya din jî ew e ku
kîvroşk ajalekî xwezayî ye û nikare were înkarkirin. Xwedî taybetî ye. Tu caran
nikare bibe rovî. Ji vê re guhartineke madî lazim e. Kîvroşk di laboratuarê de
jî bibe rovî dîsa xayin e, îxanet bi esaleta xwe re kiriye.Gelê kurd di dîroka
xwe de bi hezaran caran îxanet dîtiye û belku tekane sedema rewşa xerab jî ev
be. Di dîroka nêzîk de ev yek hatiye serê Mele Mistefa Barzanî, hatiye serê
PKK'ê û di hemû mînaken de rola xayiniyê herdem têkbirina îradeya gelê kurd
e.Xayinan herdem tiştek ji bîr kirine. Dema ji refên kîvroşkan derbasî refên
roviyan bûne tu soz û peyman ji roviyan nestandine, jixwe peymanek wisa hebûya
ew nedibûn xayin, belku bibûna nûnerên gelê kurd.Di şerê kendavê de xayinên ku
xwe dane dora Bexda, gelo nizanibûn ku Bexda sozek bida YNK û PDK'ê dê ev tişt
nehatina serê Iraqê û dê aştiya gelan nehişta Iraq dagir bibe. Îro xayinên
TRT'ê gelo nizanin heke Ankara parlamenterên kurdan ên hilbijartî bi tenê qebûl
bikin, an jî wekî Serokê PKK'ê gotî, Barzanî wekî nûnerên kurdan qebûl bikin dê
ev şer û qirêjiyên şer rawestin?Belê dizanin. Lê berjewendiyên wan ên şexsî
têra xapandina wan dike û ev jî tiştekî dîrokî ye û qet neguhariye û her wekî
“berjewendiyên teng, komikî, şexsî” maye.Xaleke din jî xala “tehdîdan” e. Gelê
kurd baş dizane ku Tevgera Azadiyê êdî serê xwe bi tehdîda “bermayiyên
dagirkeran” re naêşîne. Tevgera Azadiyê hêzeke ewqas mezin e ku gelek caran
daxuyaniyên dewletan jî nagire cidiyetê û îhtiyacê pê nabîne ku bersivekê bide
wan. Bi salan e ku cerdevan bi çek û rextên xwe êrîşan dibin ser gerîla, lê
gerîla guhê xwe bi wan re dirêj dike, serê xwe bi wan re naêşîne. Ew divê baş
bizanin ku çima hinek lehengan lingên xwe li sêpêya xwe xistine. Ji ber ku
carinan birayên mirov dibin celadê mirov, lê mezinbûnî ew e ku di rewşeke wiha
de jî mirov birayê xwe neke kujerê xwe û mirov bixwe lingê xwe li sêpaya xwe
dixe.Rojîn û hevalên wê bila netirsin. Tevgera Azadiyê bi qasî serê derziyê
nirxekî gelê kurd (dar, kevir û hwd) li hember wan bi kar nayne û heba nake,
îsraf nake.Lê ew divê gelê kurd êdî baş nas bikin. Li Amed û bajarên kurdan êdî
ew rojên ku kurd gazî wan bikin ji bo konseran û ji wan hez bikin, nema û dê
paşve venegerin. Ev jî ne tehdîd e. Ev bingeha hezkirinê ye û her hezkirin li
hember îxanetê dişkê û ji holê radibe. Hezkirin ji serkeftinan re ye, ne ji
binketinan re. Serkeftin jî di karekî civakî de ne mimkûn e bi şexsî were
bidestxistin.
Di her mijarekê de aliyekî erênî heye. Rojînê ew jî di daxuyaniya xwe de wiha
aniye ziman: “Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku Tirkiye gihaye qonaxekê dest bi
avêtina gavên piçûk bike.”Belê, gavên biçûk bi mirovên biçûk têne pêşwazîkirin.
Xwezî wisa bibûya, lê wisa jî nebû. Gaveke biçûk jî bi îxanetan hate
pêşwazîkirin. Ev yek pir li dîroka îxanetê jî dike.
_________________________________________________________________
Windows Live™ Photos ile fotoğraflarınızı kolayca paylaşımı.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/photos.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---