ji bo endamên birêz yên Dîwanxaneyê.

         Înnellahe leyûeyyîde hazeddîne 'ela yedî recûlîn fasîqîn.





         Ev hedîseke Pêxemberê me ye. Wateya wê jî ev e: "Xwedê Teâla dê vî
dîn î bi destê merivê fasiq bi hêz bike, saxlem û teyît bike."

Helbet ji aqil dûre ku yê fasiq rasterast ji bo yî bihêzbûna vî dîn î
bixebite, xizmetê bike. Ji ber ku ew ne dîndar e. Nexwe dê çawa yê fasiq  ji
bo yî dînî bixebite. Bersiva wêr jî ev e: Xwedayê jorî wî dide şuxilandin.
Ew jî bi nezanîn xizmetê dike.

         Ez van tiştan ji bo yî çi dibêjim, gelo hûn dizanin? Ez van tiştan
ji bo yî gelê me, çand û zimanê gelê me dibêjim. Ez dikarim rengekî din
bidim vê hedîsa Pêxember ya ku min li jor danîye . Û bînim ser xizmeta gelê
me:

"Xwedê teâlâ xizmeta vî gelî, xizmeta ziman, çand û hunera vî xizmeta
rizgariya vî gelî dê bi destê xêrnexwazên wî bide kirin." Ez heçkû li we
mêze dikim û hûn dibêjin çawa? Rawestin. Ezê hewl bidim ku bidim îsbatkirin.


         Ez dixwazim meseleyê bînim li ser TRT-6'ê. Bila baweriya we bêt,
serê pêşî dema behsa vê kanalê dihate kirin serê min diêşiya.  Min nedixwest
ku behsa jî wê bihata kirin. Min digot qey ev kanal dê her tim li dijî
milletê me de bêt xebitandin. Lê gava min lê temaşe kir, ramana min ya der
barê wê de l80 hezar dereceyan veger kir. Min digot qey wê ew jî mîna
TRT-3'yê be. Lê gava min li "vekirina" wê nihêrt, min zanî ku ev şoreşek e,
şoreşek. Şoreşa zimanê Kurdî, kultura Kurdî…

         Vê kanalê serê pêşi derbeyek mezin li bîrdoziya fermî xist, li
zîhniyeta 80 salan xist.Ew zîhniyeta ku Kurd qebûl nedikir, ziman û çanda
Kurdî qebûl nedikir. Ew zihniyeta ku heta duhî ji bo vî zimanê bimbarik holê
digot "zimanê nayê nasîn", "zimanê ji bilî Turkî." Erê birano, ev zîhniyet
bi destê kesên ku heta çend roj berê jî digot: "Me çigot, me got yek millet,
me got yek al, me got yek welat, me got yek dewlet. Li hemberî vêya
derketin. Ew kesên ku li hemberî vêya derbikevin, li turkiyeyê da ciyê wan
tunne ye. Fermo bila herin wê dera ku bixwazin." hûrûhera bû.

Hûnê bibêjin ma ev bes e? Na, esla na… Ev ne bes e. Ev pêngavek e.

Bi carekê dest pê kiriye. Êdî yên din wê li pey wan werin. Lewre zîhniyeta
wan şikeste xwar. Êdî bi şûndegavavêtin zehmet e.

         Ez dikarim hinek feydeyên din jî li jêr rêz bikim:

1-   Bi carekê gelê me dê qebûl bike ku têkoşîna têkoşeran ya bi dehan salan
berê xwe daye; ev îşaretên wê ne.

2-   Hindik jî be wê rê li ber asîmîlasyonê bigre,

3-   Bîna Kurdayetiya jê difûre,

4-   Ew kesên ku ji Kurdî-axaftinê fedî dikirin, êdî dê bêyî şermkirin
zimanê xwe biaxivin.

5-   Temaşekirina tv'yê asîmîlasyonker yên Tirkan dê kêm bibin.

6-   Raya giştî ya Tirkan jî dê peyama xwe jê wergire. Dê zanibe ku ziman û
çanda Kurdan jî heye û ji ya wan ne kêmtir e. Dê zanibin ku di vî welatî de
ji bilî Tirkan neteweyeke din jî dijî; ew jî Kurd in. Ewya hanê dê di
pêşerojê de rêya diçe rizgariya hêsantir bike

7-   Li gorî nêrîna min ev kanal dê xizmeteke wisa ji Kurd û ji zimanê Kurdî
re bike ku hetanî ez ditirsim di demeke kin de bête girtin yan jî sansûra li
ser de ye bête şidandin.

Heye ku bête gotin, gelo aliyên neyînî yên vê weşanê nîne?

Belê heye. Dibe ku ev ji xaneya AKP'rê bibe pûan. Dibe ku di hilbijartinên
herêmî yên 29'ê Adarê de bibe sedem ku hin deng ji AKP'rê biçin. Bes DTP
dikare di hemberî wê de antî-propaxandayan bike û dengê xwe bi şûnde bîne.

Bu kurtasî li gorî ramana min heyîna vê weşanê ji neyîna wê çêtir e. Ger
mirov erênîyên wê û neyîniyên wê dane ber hev, mirov dê bibîne ku erêniyên
wê ji neyîniyên wê bêhtir in.



         Ka ez binêrim, hûn ê çawa lê binêrin. Ez mafdar im, yan ne.



         Digel silavên germ yên Kurdayetiya



         Dilkulê Cizîrî

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap