Rêzdar Mamoste Marûf.

Min peyamên li ser mesela Şêx Osmanê Rehmetî û Yazıcıoğlu hemî xwendin.
Lê min got belkî hin hevalên meselê ji min çêtir zanin bersiva pirsa te
bidin. Loma pirsa ku te derheqê têkiliyên Şêx Osman û Yazıcıoğlu de dikir
pir muhîm bûn û divabû ku bi zanînî bihata bersivandin.
Her wiha mala birêz Cankurd ava be ku ev mesele zelal kir.

Lê we di vê peyama xwe de gotiye ku damezrînerê "Yekgirtûya Îslamî" Şêx
Osman e û serokê wê partiyê yê niha jî Selaheddîn Baheddîn e û ew kes jî
hatiye tazîya Yazıcıoğlu hwd..

Birêz Mamoste Marûf!
Divê ez vê bêjim ku hûn derheqê Şêx Osman de neheqiyan dikin û malûmatên ku
we dane şaş in.
Agahiyên çewt in.
Lewra damezrînerê vê partiyê Şêx Osman nîne. Şêx Osman ne damezrînerê
Yekgirtûyê ye. Ew damezrîner û serokê Hereka Îslamî ye.
Yekgirtû bizaveke bi navê Îxwana têne zanîn û tu elaqa wan bi Şêx Osman re
tune ye.

Belê ez jî digel te Selaheddîn Bahaddîn û Partiya wî Yekfgirtûyê şermezar
dikim. Xwedê teala eql û hiş bide wan, wan îslah bike.

Mamoste!
Ji kerema xwe bêyî ku tu xwedî agahî û zanîn be tu kesî tawanbar nekî û
nekeve gunehê wan. Ev tiştekî pir eyb û şerm e. Selahaddîn Bahaddin û Şêx
Osman tu carî bi hevre hereket nekirine, ew ji berî de cuda ne.

Belê, Şêx Osman ji van tiştê wiha kirêt çepel bêrî ye. ^

Lê ji Yekgirtû û Selahaddîn Bahaddîn hêviyên wiha têne kirin.

Dîsa  Yekgirtû û Serokê şermezar dikim.

Serger Barî.

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap