Gelek supas bi shirovekirinan kek AZAD
Ez nikanim tishtekî li van gotinên we zêde bikim, tenha li ser Prof. Gabori, ez
bash dizanim ku Shêx Osman li Londonê pesna wî wekî rêberekî Kurd ê Islamî da,
û ew li pêsh xwe didît, û pesna rastramaniya wî kir.
Divê mirov pirtûkên Gaborî wergerîne bo Kurdî an Turkî, da xelk bizane ew çi
kes e û çi dibêje...Bi taybet pirtûka wî (Al-Besaêr ) ya ku "Li mala pîroz :
Kurdistan" nivîsandiye ...
Yek ji mijaran : Mijara (Murted) ewê ola xwe berde:
(...û kî ji we ji ola
xwe vegere û bimire û ew gawire, ewana karêd wan di dinê û di dawînê da têkçûne
û ewana xelkê agir in têda herheyîne.) (Sûret 2/ Ayet 217)
Rîdet "Vegera ji
olê" şêweyek ji şêweyên kufrê ye bi derketina ji Islamê an ji baweriyê.
Di ayetê da hatiye, ku
ewê murted, eger li xwe venegere û tobe neke, ta mirina xwe li ser kufra xwe
bimîne, karê wî yê qenc di dinê da berbad dibe, û di axiretê da di agirî da
herheyî dibe. Bi wateya, ku di dinê da ew naye cezakirin.
Di Hedîsê da jî cezayê
murted kuştin e (Kê ola xwe guhart wî bikujin) û wilo (Xwîna kesekî
musilman tenê bi sê egeran e) û hatiye xuyakirin: Ewê ola xwe berde û ji koma
xwe
(ola xwe) cihê bibe, û murted eger gawir be tê kuştin, lê gawirbûn ne
egera kuştinê ye, hema weku çawa destê diz tê birrîn û meyxur tê qamçekirin û
binçavkirin û kuştin.
Ji Hedîsê tê nasîn, ku bi
şêweyekî diyar dij bi wan ayatane, ku azadiya olî biryardikin û zorkirin û
bindestkirinê qedexe dikin (Ma tu xelkê zordikî, da bibin bawermend) (10/99),
(...û
tu li ser wan ne zordar e) (50/45), (Tu li ser wan ne deselatdar e)
(88/22), (û bibêje: Heq ji Xwedayê we ye, kê xwast bila bawer bike û kê xwast
bila kufir bike) (18/19).
Evê di Quranê da di
xwezayiya mirov da biryarkirî ye, ku evd hilbijêre di navbera kufr û baweriyê
da ye, çi têketin be û çi derketin be, wek ew dixwaze.
Wilo ye jî wateya vê
ayetê: (Ewên ku bawer kirine, paşê kufir kirine, paşê bawerkirine, paşê
kufirkirine, paşê jî bêtir kufr bûne, Xwedê hîç ji wan re nabexşîne û rêyekê ji
wan re serrast nake.) (4/137)
Gava Hedîs bi ayetê re li
hev neyê – Wek me di helalkirina heywên da gotiye- wê Hedîs bi rûyê helalkirinê
bite ravekirin ne bi rûyekî dî, ku tenê wek pêwîst bite ravekirin. Ev jî li gor
nîşanên diyar ên ji Sunnetê û gotinên sehabî û peyrewî ne:
- Di Sunnetê da, pêkanîn li gor dîmenê hedîsê nabe, û
ewê ku li ser kuştina murted û murtedê bê bingeh e, tersî wê di
"Buxarî" û di ên dî da jî, hatiye ku Pêxember –Selewat û silav lê
bin- Erebê ku Vegeriyaye ser ola pûtperestiyê berdaye û wilo jî ew niviskarê
murted, ku vegeriyaye ser ola filetiyê.
- Hatiye hewaldan, ku
Umer Bin Xettab, daxwaza Enes bo kuştina hinek murtedan nepejirandiye û ewana
avêtin bendegehê.
- Hatiye hewaldan, ku
Umer Ebdilezîz bo Meymûn li ser hinek murtedan nivisand, ku pêwîste ewan Cizyê
"Pacê"
bidin û ewan bên berdan.
...û bi kurtahî,
cezakirin a murted tune ye, an sivik e, li gor rewşê, lê hîç nagihe îva
kuştinê.
Li gel silavan, Azadbit Kurdistan
Cankurd
www.kurdax.net www.peyam.eu
http://cankurd.blogspot.com
http://en.netlog.com/cankurd1948
Têldest: (0049) 163 8 69 81 59
Date: Sun, 5 Apr 2009 13:23:57 +0300
Subject: {Diwanxane} Re: şermezarî
From: [email protected]
To: [email protected]
ŞéX OSMAN TAWİLİ, ŞéX OSMAN HELEBŞEYİ, GABURİ, QEREDAXİ,
Bı sılavén bıratıyé bréz cankurdqey we jı seri ve ev mesele teqib nekırıye,
berya hefteyeki bréz meruf ev pırs kır, jı nışkave got şéx osman u yazıcıoğlu
fılan u bévan, mın ji got tu behsa kijan şéx osmanan dıki, yané yé goti du şéx
osman hene ezım, sebebé gotına mın ev bu: ku mın şéx osmané tawili pır
nasnedıkır, carek tené mın wi ditıbu, lı tekya wi ya lı xadımkoyé, pır ıxtıyar
bu. lé şéx osman ebduleziz mın xweş nasadıkır bı rojan em lı gel hev mane, bı
deh caran me sohbet u heypeyvin kırıye, cara paşi dema ku jı bo emelıyatkırına
çavén xwe hatıbu stanbolé, ez u rehmeti seyda mela ızzeddin yıldırım lıgel hev
em çone serdana wi, rehma xuda lé bé, ha mın jı bo ku ez rastıyek binım zımén
mın rexne lı meruf kır, mın got van herdu şexsıyetén me bı wi faşisti re ne
herminın, qima me nayé, her wıha dı der heqé yekgırtu yé ji mın ramana xwe ani
zımén, mın got ku tışté halko malko lı bejna yekgırtu yé té, ez wan jı nézik ve
nasdıkım.
wek ku we keremkıri eger merıv tıştek bı esseyi nızanıbé dıvé merıv neştexılé,
lé ku merıv zanıbé ji dıvé béjé, raste ez kuré şéx osman ebdurrehman u bırayé
wi şéx sıdiq dınasım, lé şéx eli me hev nedit, te behsa seyda gaburi kırıye, ez
nızanım fıkra te der heqé wi de çı ye, lé mın wi ji lı duhoké zıyaret kır, pére
hevpeyvinek pék ani, lı gor mın ew ji feylezofeki mina bediuzzemane, pır héja
ye, zana ye, lé mıxabın ew ji wek her alım u feylezof u rewşenbirén kurda bé
xwedıye, BAZAAR KESADE wesselam azad
04 Nisan 2009 Cumartesi 22:52 tarihinde Can Kurd <[email protected]> yazdı:
Birano
Silavek ji dil
Di mijara Shêx Osman de dîsa çewtiyek bi we re derbas bûye...
Min bi xwe negotibû, ku du Shêx Osman hene...Ez tenha Shêx Osman Evdilezîz
dinasim, ku birayê wî Shêx Elî xîlafeta tevgerê kir, gava Shêx Osman koç kiriye
diyarê rehmetê...
Tishtê giring ewe, ku divê bash ji hev bên cihkirin: Tevgera Shêx Osman bi navê
(Bizotneweyî Islamî li Kurdistanî Iraq ) Bû, hema eva ku hûn tînin zimên, ne
Shêx Osman ava kiriye, ew wekî Hevbendiya Islamî ya Kurdî, ku parek ji "Ixwan
Musilmîn" e, û bi pishtvaniya wan hatibû damezirandin, bi xebata Dr. Elî
Qeredaxî pash 1988 hate avakirin. Min DR. Elî Qeredaxî li Europa û LI Amerîka
jî dîtibû, û ez dikanim bibêjim, ku ew wefadar ê Ixwan Musilmîne, ne wek Shêx
Osman an Prof. Gaborî ye...pisht re navê bû Yekgirtoyî Islamî Kurdistan
(Yekgirto) û niha DR. Salahdîn -wekî ez dizanim!!- berpirsê wê ye, û bûye hêza
sêyemîn li bashûrê Kurdistanê...Ev wekî partiya AKP diramîne û têkiliyên wan bi
hev re bash in...
Min xwest rastiyekê bidim diyarkirin....
Li gel silavan, Azadbit Kurdistan
Cankurd
www.kurdax.net www.peyam.eu
http://cankurd.blogspot.com
http://en.netlog.com/cankurd1948
Têldest: (0049) 163 8 69 81 59
Date: Sat, 4 Apr 2009 01:37:26 +0300
Subject: {Diwanxane} Re: şermezarî
From: [email protected]
To: [email protected]
Rêzdar Mamoste Marûf.
Min peyamên li ser mesela Şêx Osmanê Rehmetî û Yazıcıoğlu hemî xwendin.
Lê min got belkî hin hevalên meselê ji min çêtir zanin bersiva pirsa te bidin.
Loma pirsa ku te derheqê têkiliyên Şêx Osman û Yazıcıoğlu de dikir pir muhîm
bûn û divabû ku bi zanînî bihata bersivandin.
Her wiha mala birêz Cankurd ava be ku ev mesele zelal kir.
Lê we di vê peyama xwe de gotiye ku damezrînerê "Yekgirtûya Îslamî" Şêx Osman e
û serokê wê partiyê yê niha jî Selaheddîn Baheddîn e û ew kes jî hatiye tazîya
Yazıcıoğlu hwd..
Birêz Mamoste Marûf!
Divê ez vê bêjim ku hûn derheqê Şêx Osman de neheqiyan dikin û malûmatên ku we
dane şaş in.
Agahiyên çewt in.
Lewra damezrînerê vê partiyê Şêx Osman nîne. Şêx Osman ne damezrînerê
Yekgirtûyê ye. Ew damezrîner û serokê Hereka Îslamî ye.
Yekgirtû bizaveke bi navê Îxwana têne zanîn û tu elaqa wan bi Şêx Osman re tune
ye.
Belê ez jî digel te Selaheddîn Bahaddîn û Partiya wî Yekfgirtûyê şermezar
dikim. Xwedê teala eql û hiş bide wan, wan îslah bike.
Mamoste!
Ji kerema xwe bêyî ku tu xwedî agahî û zanîn be tu kesî tawanbar nekî û nekeve
gunehê wan. Ev tiştekî pir eyb û şerm e. Selahaddîn Bahaddin û Şêx Osman tu
carî bi hevre hereket nekirine, ew ji berî de cuda ne.
Belê, Şêx Osman ji van tiştê wiha kirêt çepel bêrî ye. ^
Lê ji Yekgirtû û Selahaddîn Bahaddîn hêviyên wiha têne kirin.
Dîsa Yekgirtû û Serokê şermezar dikim.
Serger Barî.
check out the rest of the Windows Live™.
More than mail–Windows Live™ goes way beyond your inbox.
More than messages
_________________________________________________________________
News, entertainment and everything you care about at Live.com. Get it now!
http://www.live.com/getstarted.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---