Birano
Silavek ji dil
Di mijara Shêx Osman de dîsa çewtiyek bi we re derbas bûye...

Min bi xwe negotibû, ku du Shêx Osman hene...Ez tenha Shêx Osman Evdilezîz 
dinasim, ku birayê wî Shêx Elî xîlafeta tevgerê kir, gava Shêx Osman koç kiriye 
diyarê rehmetê...
Tishtê giring ewe, ku divê bash ji hev bên cihkirin: Tevgera Shêx Osman bi navê 
(Bizotneweyî Islamî li Kurdistanî Iraq ) Bû, hema eva ku hûn tînin zimên, ne 
Shêx Osman ava kiriye, ew wekî Hevbendiya Islamî ya Kurdî, ku parek ji "Ixwan 
Musilmîn" e, û bi pishtvaniya wan hatibû damezirandin, bi xebata Dr. Elî 
Qeredaxî pash 1988 hate avakirin. Min DR. Elî Qeredaxî li  Europa û LI Amerîka 
jî dîtibû, û ez dikanim bibêjim, ku ew wefadar ê Ixwan Musilmîne, ne wek Shêx 
Osman an Prof. Gaborî ye...pisht re navê bû Yekgirtoyî Islamî Kurdistan 
(Yekgirto) û niha DR. Salahdîn -wekî ez dizanim!!- berpirsê wê ye, û bûye hêza 
sêyemîn li bashûrê Kurdistanê...Ev wekî partiya AKP diramîne û têkiliyên wan bi 
hev re bash in...
Min xwest rastiyekê bidim diyarkirin....

  Li gel silavan, Azadbit Kurdistan 
         Cankurd             
                www.kurdax.net   www.peyam.eu

 http://cankurd.blogspot.com

http://en.netlog.com/cankurd1948



Têldest:  (0049) 163 8 69 81 59





Date: Sat, 4 Apr 2009 01:37:26 +0300
Subject: {Diwanxane} Re: şermezarî
From: [email protected]
To: [email protected]


Rêzdar Mamoste Marûf.
 
Min peyamên li ser mesela Şêx Osmanê Rehmetî û Yazıcıoğlu hemî xwendin.
Lê min got belkî hin hevalên meselê ji min çêtir zanin bersiva pirsa te bidin. 
Loma pirsa ku te derheqê têkiliyên Şêx Osman û Yazıcıoğlu de dikir pir muhîm 
bûn û divabû ku bi zanînî bihata bersivandin.
Her wiha mala birêz Cankurd ava be ku ev mesele zelal kir. 
 
Lê we di vê peyama xwe de gotiye ku damezrînerê "Yekgirtûya Îslamî" Şêx Osman e 
û serokê wê partiyê yê niha jî Selaheddîn Baheddîn e û ew kes jî hatiye tazîya 
Yazıcıoğlu hwd..
 
Birêz Mamoste Marûf!
Divê ez vê bêjim ku hûn derheqê Şêx Osman de neheqiyan dikin û malûmatên ku we 
dane şaş in.
Agahiyên çewt in. 
Lewra damezrînerê vê partiyê Şêx Osman nîne. Şêx Osman ne damezrînerê 
Yekgirtûyê ye. Ew damezrîner û serokê Hereka Îslamî ye.
Yekgirtû bizaveke bi navê Îxwana têne zanîn û tu elaqa wan bi Şêx Osman re tune 
ye.
 
Belê ez jî digel te Selaheddîn Bahaddîn û Partiya wî Yekfgirtûyê şermezar 
dikim. Xwedê teala eql û hiş bide wan, wan îslah bike.
 
Mamoste!
Ji kerema xwe bêyî ku tu xwedî agahî û zanîn be tu kesî tawanbar nekî û nekeve 
gunehê wan. Ev tiştekî pir eyb û şerm e. Selahaddîn Bahaddin û Şêx Osman tu 
carî bi hevre hereket nekirine, ew ji berî de cuda ne.

 
Belê, Şêx Osman ji van tiştê wiha kirêt çepel bêrî ye. ^
 
Lê ji Yekgirtû û Selahaddîn Bahaddîn hêviyên wiha têne kirin.
 
Dîsa  Yekgirtû û Serokê şermezar dikim.
 
Serger Barî.
 
 
 




_________________________________________________________________
More than messages–check out the rest of the Windows Live™.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap