EM VEQETANDINé DIXWAZIN EV ÇI ÇİROK U UMİDéN Bé BINYATIN
bréz ahmet altan, lıqusuré nemézéne lé ev jı me re weki çirokan té, çıma emu
tırka hevalé hev bın, çıma dewleta me yek bé, ki béjé em jı hev hez dıkın ew
vırru derewan dıké, na ya rast ewe pkk é serkeftınek nişané me neda, tıştek
di em bıkın jı desté me nayé, ez nızanım gelo sucé pkk é bu yan ji sucé me
bu, gelo belki me erka xwe neani cıh, me axa xwe jı tırkan azad nekır, ez ne
lı benda ashitıyé me, ez lı benda veqetandıné me, heware em veqetandıné
dıxwazın, ger pkk nıkarıbé bıké, bıla xwe bıdé ali em bı awaki di bıkın,
bıla pkk béjé heyra jı desté mın ev hat, édi hun lı careserıya xwe mézénın,
bıla pkk fırseté bıdé dtp é u réxıstınén di, EM VEQETANDINé DIXWAZIN GELİ
CİHANA KERRU LAL  TU Jİ BIBIHİZE EM AXA XWE ALA XWE ZIMANé XWE KURDISTANA
XWE DIXWAZIN.

2009/4/25 Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]>

>
>
> Endamên birêz yên Dîwanxaneyê,
>
> Min nivîsa birêz Ahmet Altan ya di rojnameya Terefê de wergerande Kurmancî
> û ji we re şand. Qusîr û kêmasiyên min hebîn bibexşînin.
>
>
> A. Kadir
>
> Hewe ew dîmen temaşe kirin?
> Di pesareke fireh de pêncî şêst zarok "nûmayîş" dikirin, kevir diavêtin
> Polêsên Tîmên Taybet ên bi "techîzatê giran ve" hatibûn cihê bûyerê.
> Polês qe neçin wê derê dê çi bibe?
> Ew zarok dê hinkê biqêrin û belav bibin.
> Evana zarokên sêzdeh çardeh salî ne, dera ku lê "nûmayîş" kirine pesareke
> mezin.
> Na, nabe, zarokên Kurd nikarin nûmayîşê bikin, nikarin di çol û pesaran de
> biqêrin.
> Polêsan bi ava bitazyîq, destên wan de tifing êrîşî zaroka dikin.
> Polêsekî, zarokekî çardeh salî yê zeîf digire, diavêje erdê.
>
> Û bi quntaxeyan lêdixe.
> Lêdixe, weke ku biêxe halê mirinê.
> Jibo yî lêdana wî ti sedem nîne.
> Ji ber ku nikaribû bibûya hakimê nefretê hundirê xwe, wehşiyane zarokê
> kiçik dida ber quntaxeyan.
> Paşê polêsekî din ew polêsê ku li zarokî xistî tebrîk dike.
> Vana ne wehşeta polêsekî yan du polêsan e.
>
> Di Başûrêrojava de dewlet ev e.
>
> Dewleteke ku di hemberî neteweyekê de evqasî bi nefret be, bi kîn be, hêrs
> be dê çawa wê derê birêve bibe.
> Herweha dê çiwa birêve bibe?
> Çima Tirkiya ji bo yî birêvebirina xelkê ku evqasî jê nefret dike de înadê
> dike.
> Eger hûn ewqasî wan dijmin bibînin heta ku hûn zarokên wan li erdê bixin û
> qehfê serê wan perçe bikin, êdî hûn nikarin li wir bimînin.
> Heçî kesê ku temaşeyî wan sehneyan kirîbe leşkerên Îsraîl yên destê zaroka
> Filitînî bi kevir şikênandî tête bîra wan.
>
> Îngilîzên ku li Hindistanê bi awakî xwînsar li ser nûmayîşkeran reşandî
> tête bîra wan.
> Ev dewlet Kurdan ji xwe nabîne.
>
> Ji ber wê çendê weke "hêza dagirker" tevdigere.
> Mirovan dikujin diavêjin bîran de, gundan dişewitînin, girtîgehan ji
> zarokan tije dikin.
>
> Di van demên "sakîn" ku em bêhtir nêzîkî aştîyê de ne, hewl didin ku
> zarokan biavêjin erdê û serê wan biperçiqînin
>
> Ev bûyera dawî ji ber ku kamera li wir bûn me karîbû bibînin.
>
> Di pêşberî kamerayan jî holê tevdigerin.
>
> De ka îca hûn weri gundên li çiyê, mezrayan, zikakên xalî bihizrînin, kî
> dizane li wan deran çi dikin.
>
> Heke di der barê we de bi vî rengî tevbigeriyana, pê quntaxeyan li serê
> zarokên we bixistana hewe dê çi bikira?
>
>  Dê kî wan însanan biparêze?
> Hûn dizanin ev şer çima ev bîst û pênc sale didome?
> Hûn dizanin zarokên Kurd çima kuştina xwe datînin ber çavê xwe û derdikevin
> çiyê?
>
> Dê derkevin.
> Çi bikin?
>
> Eger hûn derfeta ku ew canê xwe, malê xwe, zarokên xwe pê muhafeze biki
> nedin wan çi bikin, dê baweriya xwe li kê bînin, dê îltîcayî ku derê bikin?
>
> Ew jî diçin çiyê.
>
> Rojname dinivîsn,  "PKK rêxistineke terorê ye", siyasetmedar holê dibêjin.
>
> Ez jî di nav de, gelik însan dibêjin "êdî bila PKK şerî bidawî bike".
>
> Hêsan e ku mirov bibêje  "PKK rêxistineke terorîst e"
>
> Nexwe, JÎTEM'ên ku mirovan patpatkî dikujin çi ne?
>
> Nexwe ew Tîmên Taybet yên serê zarokan bi quntaxeyan diperçiqînin çi ne?
>
> Tiştên ev dikin qey ne "teror" e
>
> Eger hûn bêyî ku bibejîn ev zarok e, li ser gelekî terorê bikin ew gel dê
> çi bike?
>
> Ev însanên han dê çawa xwe biparêzin.
>
> Vêya bo min bibêjin...
> Bo min bibêjin ka ev însan dê çawa zarokên xwe biparêzin
>
> Eger tu gelekî dijmin qebûl bikî, gundên wan bişewitînî, heqaretê li jinên
> wan bikî, zilamên wan biêxî girtîgehê, serê zarokên wan bidî ber  quntaxeyan
> ew gel dê derkeve çiyê.
>
> Derket jî...
>
> Paşê jî hûn ê bi salan şer bikin, hûn ê bibin sedema gelik însanên din.
>
> Piştî ku min di televîzyonan de ew dîmen, ew dîmenên erjeng û ew
> memnûniyeta ku polêsan ji wê wehşetê seh dikirin dît, min hizir ku ku ev
> dewlet dê çawa wê herêmê birêve bibe û mafneyîna birêvebirina wê jî.
>
> Tu diçî ba wan û dibêjî "ez dewleta hewe me" ev e dewletbûna we ya ji bo
> wan?
>
> Ma dewletbûna we ya ji bo wan ew e ku hûn di wan bajarên ku ji sedî not û
> pêncê wan Kurd de bi leşkerên çekdar behsa "Turkîtiyê" bikin û peyama  "em
> ê bi çekan we biperçiqênin" ji wan re bişÎnin e.
>
> Ev dewlet çi dixwaze?
>
> Şerî dixwaze, yan aştiyê?
>
> Hûn bi zilmkirina gelekî tev de nikarin şerî qezenc bikin. Di dîrokê de jî
> kesî qezenc nekiriye.
>
> Dibe ku di hemberî artêşan de şer were qezenvkirin, bes di hemberî miletan
> de şer nayê qezençkirin.
>
> Gelo hûn aştiyê dixwazin?
>
> Bi perçiqandina serê zarokan "aştî" çênabe.
>
> Yên zalim ne dikarin şerî qezenc bikin, ne jî aştiyê...
>
> Min dît çawa quntaxe li serê wî zarokî xistin .
>
> Ew ax (herêm) ya te be çi ye, ne ya te be çi ye.
>
> Dibe ku ew ax ya te be, bes ew xelk ne ya te ye.
>
> Ew xelkê ku te dabû ber quntexayen ne dibe yê te, ne bi te re dibe.
>
> Zarok li pesarên wir bêyî ku werin kuştin, werin lêxistin, werin
> quntaxekirin, bikarin bibezin, bikenin, bilîzin... kî  vêya ji wan re
> pêkbîne hingî ew der dibe ya wan.
>
> Hingê tu tuı yê  li ser wê axê  bêyî tirs behsa navê xwe yê ku bi sedan
> sal e tê zanîn bikî, bi dilekî rihet bibêjî Kurdistan, rûnî bi wan zarokan
> re stiranekê bibêjî, ji Ahmet Arîf helbestekê bixwînî.
>
>  Ahmet Altan
>
> >
>

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap