destê te saxbi hevalê YUSUF.dilê te u umrê te hezar sal i bé di rıya haq de....qalem'a te qawin u tuj bé inş....
From: [email protected] To: [email protected] Subject: {Diwanxane} Date: Tue, 23 Jun 2009 02:04:48 +0300 GÊLYÊ ZÎLA Serê sihbê Sal hezar û nehsid û sî Sezdê tîrmehê Kê dizanibû derketiye ferman Hatin keko Bi hezaran Bi deh hezaran Bi neyartî Wa weylê Havîrdor hatibû girtin Roj ne roja mêran bû Biratî hatibu firotin Xirmîn kete erd û asîman Kê çawa didît wê şerma giran Rahêjîn qîz û bukan Dest avêtin namusa biran Xuşka min a delal Navê wê Şîlan Qelişand paşila xwe Kir qerîn û fîzar Ji te re helale qetla xuşka te Min saxî nede destê neyar Xelek teng bû pêda Li ser me de hatibû xezeb Hatin qor bi qor Hatin celep bi celep Hatin bêbextî Wa weylê Ka li kuderê bû biratî Bav û kalikên me Pişt dabûn hev Ji bo herba ‘Îstiklal’ Şer nebû bira Ka li kuderê bû mêrxasî Komkujî bû bê xîlaf Di serme de girtin Bê tevdîr qefilandin mêran Berê me dan Geliyê Zîlan Xal û xarzî, xuşk û bira Bav û dê, kal û pîr Heta derguşa ber pêsîran Tijîkirin gelî bi mirovan Tevê heft gundên cînar Kerîyê pez nebûn em, keko Tevahî çil û heft hezar can Çil û heft hezar dil Çil û heft hezar hêvî Bû gazî û nalîn Bû qerîn û hawar Leşkerên kemal Dor girtin li gelî, çarnikal Serleşker Dervîş Tevê Topal Osman Singû dan destê Zazo Anîn jineke ducan Wa weylê Ka kê didît wê şerma giran Gotin biqelişîne wî zikî Mêzekin em, ka lawe yan qîze Heft mirovan dan berhev Ceribandin ka gelo Bi guleyekî dimirin çend hev Wa weylê Ka kê dikaribû, mucîzebû rev Bê xîlaf dibêjim keko Nehesibîne, nebêjê xew Dişewîtîn mal û xanî Bîhna laşê şewitî tijîkir gelî Derket pîrekî hilhilî Kir qêrîn û hewar Destên xwe dirêjkir asîman Got; xwede heye li jor Nekin zilm û zor Bi dînekî tinin em îman Hezar salin nav me de tine sînor Devê mîtralyozan çerixî ser hezaran Ka kî dihat hewara me hêsîran Destê nîvroyê Tav xwe kişand paş çîyan Pê ku nebîne wê şerma giran Wa weylê Ka kê dikaribû, mucîzebû rev Wergerîya serhev Li ber devê tirpanê Şimêlê genim nebû keko Çil û heft hezar can Çil û heft hezar dil Çil û heft hezar hêvî Xun rijîya wekî leyî Leba lep cesed tijî bu gelî Ji bin laşê dîya xwe Hêşyar bu derguşek yek sali Zivirî ser xwe Gerîya havirdor bılukanî Ser u goh xun çaw bi girî Çu ser singê dîya xwe Dev kir pesîrên mirî Mijîya wan pêsîrên delal Mijîya bi wî şîrê helal Ka li kuderê bu dayîk Birçî bu Bêkes bu bêxudî Ka êdî kê jê re dikir lorî YUSUF DERE (Ankara) Diğer Windows Live™ özelliklerine göz atın. Sadece e-posta iletilerinden daha fazlası _________________________________________________________________ Windows Live tüm arkadaşlarınızla tek bir yerden iletişim kurmanıza yardımcı olur. http://www.microsoft.com/turkiye/windows/windowslive/products/social-network-connector.aspx --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
