Nirxandinek Li Ser Hilbijartinên Herêmî û Serkeftina DTP




         Partiya Kurdan DTP'ê di hilbijartinên herêmî yên di 29'ê Adarê de
serkeftineke ji hedê der bidest xist. Herçi qas ev serkeftin li ba me ne
surprîz be jî.... Lewra bi mehan bû, bi rojan bû gelê Kurd li Bakûrê welêt ji
bo vê serkeftinê li ser piyan bû. Bi çar çavan bendewarê vê rojê bû. Gotin
di cî de be wek Mecnûnê ku li benda Leyla'ya xwe be ew jî li benda vê rojê
bû ku da ew vê rojê ji bo serkeftinê bixebite. Wek tê zanîn di hemberî wî de
îttîfaqa hemû partiyên pergalê hebû, dewlet hebû, îqtîdar hebû. Lê dîsa jî
di gelek ciyan de pişta hemûçkan da erdê. Bajarê wekî Wanê ku memleketê
wezîrê Perwerdehiyê ye, bi dest xist. Bajarê Sêrtê, xizmê birêz serokwezîr e
jî dîsa bidest xist.

Gotineke pêşiyên Ereban heye: *"Men ttelebe, wecedde, wecede=Kî tiştekî
bixwaze, ji bona bidesxistina wê bi ciddî bixebite dê wê tiştê bidest bixe*."
Ev gotin di têkoşîna dawî ya gelê Kurd de xwe aşkere kir. Lewra ew di vê
hilbijartinê de ciddî xebitî, hevdû girt; hevdû berneda. Ji ber vê çendê bû
ku bi ser jî ket. Meriv dikare bibêje berê wê xebatâ xwe jî kom kir.

Kurdên bakûr bi vê xîret û berxwedana xwe ya bêhemta xwest ku bi dost û
dijminan bide qebûlkirin ku;

Êdî ev gel ne gelê berê ye; hatiye guhertin,

Êdî ev gel azadiya xwe dixwaze, evîndarê wê ye, ew dixwaze ku ew xwe bi xwe
bi rêve bibe,

Êdî  ev gel ketiye ser rêya daxwaza nasnameya xwe, bûye sewdaserê vê rêyê,
ji vê rêyê êdî veger tunne ye.

Dinya, mewqî û meqam, pere û malê dinê, soz û ehdên ku ji bo karmendî û
karkeriyê jê re hatibûn dayîn, di vê rêyê de êdî pere nakit. Eger ev tiştana
bixwazin ji wê îdeala wî re bibin astng jî ew berê xwe ji wan dide alîkî û
berê xwe dide Leylaya xwe. Ji xeeyrî Leylaya xwe ew tiştekî din nabîne,
naxwaze bibîne jî..

Êdî kes nikare bi dînê muqeddes yê Îslamê jî wî bixapêne. Kes nikare jê re
behsa dînî bike û wê bikişêne aliyê xwe. Lewra ew dizane ku ew dînê
bimbarik, ev dînê Xwedê ne di gemardana (tekel) hin kesan de ye. Hela hela
ji bo yî berjewendiyên hin kesan nabe ku bibe alet, gerek nebe jî...

Sarinc û makîneyên cilşo yên di arefeya hilbijartinan de li xîzanan belav
dikirin tu feyde neda xwediyê xwe.

TRT-6'a ku di arefeya hilbijartinê de hatibû vekirin jî li hewa de ma.

Herweha gelê Kurd bi vê serkeftina xwe xwest ku hin peyaman bişîne bo hêzên
Başûr, Yekîtiya Ewrôpa û DYA'ê jî: Peyan ev in:

Êdî li bakûrê welêt nûnerê gelê Kurd ê yekane DTP'ye; ev hate tescilkirin.

Êdî bêyî DTP'yê tu kes nikare bi qedera gelê Kurd biaxive. Eger were axaftin
jî wê tu encaman nestêne.

Bê guman di vê serkeftina DTP'yê de li nik xîreta Kurdan, helbet rola
helwestên neyînî yên rayedarên dewletê jî henin. Ma qey ne welê ye?

Eger hûn rabin beriya hilbijartinan (yên 2007'an) ji Kurdan re bibêjîn:
"Pirsgirêka Kurdan heye û ev pirsgirêk ya min e. Ez ê vê pirsgirêkê çareser
bikim. Di dema bihorî de hin xetayên dewletê jî çêbûne...." Bi vî awayî dilê
wan bistînîn, kêfa wan ji xwe re bînîn, xwe li ber wan xweşik bikîn; lê
piştî hilbijartinan jî li vê gotina xwe xwedî dernekevîn û ji bîr bikîn û  paşê
jî welatê Kurdan bomberaran bikîn...

Eger hûn destê serokê partiya Kurdan yê ji hewe re hatibû dirêjkirin toqe
nekîn, destê wî li hewa bihêlîn....

Eger hûn rabin di bajarekî Kurdan de berê xwe bidîn girseyê û bibêjîn:

"Yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman. Heçî kesê vê nexwazin bila herin
wê dera ku ew dizanin."

         Eger hûn ji bo wan jin û zarokên Kurdan ên ji bo yî ku mafê xwe yên
demokratîk bikar bênin ketbibûn meşê de û hatibûn qetilkirin bibêjin "Jin jî
be, zarok jî be, kî bibe bila bibe hêzên ewlehiyê tişta ku pêwîst be ê
bike..." Helbet wê ev helwest û gotin ji aliyê Kurdan ve bê bersiv nemanîn, wê
li benda fersenda xwe bimîn û di roja hilbijartinê de jî wê reaksiyona xwe
nîşana bidin. Û dan jî...

Wek encam gelê Kurd di vê hilbijartinê de tişta ku ketiye ser milê wî
biheqqen bi cî aniye û ji bo wan kes, sazî û hêzên ku bi çareserkirina
pirsgirêka Kurd re pêwendîya wan heye re peyama pêwîst şandiye. Niha li ber
benda bersiva xwe ye, li benda bidestxistina fêkiyên vê hewildan û xebata
xwe ye.

         Bi hêviya rojên xweş... Bi hêviya çareseriyeke mayînde, ku biratiya
gelê Kurd û gelê Tirk têkûz bike. Bila rojên bi kuştin, rojên bixwîn şûn de
bimînin. Êdî ne tehemmula Kurdan maye, ne jî ya Tirkan.



                                                                       Dilkulê
Cizîrî

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap