bréz BİNGÖL SILAV U RéZ nuqteyek di balkéş heye, dı bın vé gotın/negotıné
de, ew ji ev e: ku hé me ne gotıye heye réxıstına mezın dtp/pkk vé béjeya
şirin (KURDISTAN) bı dıl u can u jı kezebé hé negotıye, hé navé mezıné wé
réxıstıné TÜRK e, naxwe lı gor mentıqa gul ew tune, lewre TÜRK é mezıné
kurdan jı wan zehftır negotıye, helbet bı gotına wan tıştek naguhere, her
tım heya rıh weré qırıké emé béjın KURDISTAN, qe nebe yén ku dıbéjın bıla
herroj béjın, yén ku dı kurahıya dılén xwe bawerın, bıla bı deng bılındi
béjın u bıqérın, BIJİ KURDISTAN  waré bav u kalan, bıji kurdıstan, édi G....
tu dıxwazi béje u dıxwazi bıbızdıhe keyfa te ye. azad

2009/3/28 Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]>

>
>
>
>
>
>
>          Tu bibêjî çî ye tu nebêjî çî ye. Te gotibe çî ye, te negotibe çî
> ye?
>
>          Rastî nayên guhertin. Erê birêz G...
>
>          Roj nava rojê, hewayek bê ewr, dinya çîk sahî, tav li ezmana ye;
> ew tava ku ronahiya xwe berdide ser hemû heyberan...Ew tav çawa dixuye? Ma qey
> ji dîtina wê re astengiyek heye? Îca yek rabe bibêje min tav dît. Paşê jî
> rabe bibêje "welleh min nedît. Ji xwe ew tişta ku hûn dibêjin (ango tav) min
> qet nedîtiye û min qet negotibû min dîti ye jî."
>
>          Ev helwesta wî ê çawa were şîrovekirin? Ji bilî hewildana wî ya
> veşartina rastiyê, li cem xelkê dê bibe pêkenok jî.. Tiştekî din nîne.
>
>          Erê birêz G... ew navê ku te gotiye min negotiye ew navê welatê me
> ye. Ev rastiyeke erdnîgariyê (cografyayê) ye. Ji bo ku yek karibe wî navî
> înkar bike, pêwîst e, zanyariya erdnîgariyê jî înkar bike. Bibêje
> zanyariyeke bi vî rengî tune ye.
>
>          Erê ew nav Kurdistan e, cî û welatê me Kurdan e. Bav û kalê min
> li vir bûn, li vir in, dê li vir bin jî...Heyîna bav û kalê min ya li vî
> welatê ber bi kûrahiya dîrokê ve diçe, beriya zayîne bi çend hezar salan. Wê
> demê hin neteweyên ku îro li vir in hêjan ne li vir bûn.
>
>          Ev navê ku te gotibû "min negotiye" beriya te neh sedsalan
> hikûmdarê Tirk Sultan Sencer bikar anîye, behsê kiriye. Lê paşê negotibû
> "weleh min negotiye"
>
> Ev navê ku te gotibû "min negotiye" Sultanê Osmaniyan ê navdar bi kar
> anîye, behsa wê kiriye. Dema name şandiye bo kralê gawûr, di wê nameyê de
> xwe wek padîşahê Kurdistanê bin av kiriye, pesnê xwe pêk iriye.
>
> Erê rastî nayên guhertin. Ji xwe hewceyî bi wê jî nîne.
>
> Bimînin di nav xêr û xweşiyê de..
>
> >
>

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap