Cevdet Akbay wezîfeya "kurmê darê"dibîne 
Birêz Cevdet Akbay, ev çend roj in di palatforma Dîwanxaneyê da ez nivîsên te 
taqîb dikim.
Piştî nivîsên te, min tu hinekî meraq kir û di Googlê da li navê te geriyam.
Ez nuha rastî malpera te(cevdet.net-ê) jî hatim.
Li gor bîyografiya te, tu ji Çewlikê yî, lê te gotiye ”Bîngol”, yanî te navê 
tirkî tercîh kriye. Ev jî tercîheke.
Ne ji nezanî tu navê ”Bîngolê” bikar tînî, tu merivekî akademîsyen î, tu şeb û 
şekir, çê û xerab ji hev digerînî, lê tu ya guh nadê ya jî bi zanetî navê tirkî 
hildibijêrî.
Dewlet ji bo ku me kurdan bike tirk, hafiza û ”hard disk”a me ya netewî ji hemû 
şop û emareyên kurd û Kurdîstaniyê paqij dike, naxwaze li Kurdistanê navê 
gundekî jî bi kurdî bimîne. A ji bo bicînîna vê armancê navê hemû gund û 
bajarên Kurdistanê guhert, navên tirkî lê kirin.
Navê Çewlikê jî di vê çarçewê da kirin ”Bîngol”.
Dibê tu viya bizanî û loma jî navê bi zorê li bajarê te bûye bikar neynî…
Axir, piştî ku tu ji Çewlikê yî wê demê tu kurdekî ya kurmanc ya jî zaza yî.
Lê her tiştê te bi tirkî ye.
Heger tu kurd î û tu doza kurdayetiyê dikî, tu çima bi tirkî dinivîsînî?
Ya bi kurmancî ya jî bi zazakî binivîsîne.
Heger tu bi kurdî nizanî û fêr nabî şerm e û heger tu zanî lê tu bi zanetî 
nanivîsînî wê demê jî pir eyb e.
Heger tu bi kurdî dizanî binivîsîne, heger tu nizanî fêr bibe…
Ma tu îngilîzî, tirkî fêr nebû?
Dema kêfa te jê ra bê û kara te tê hebe tu zimanên biyanî fêr dibî û belkî fêrî 
zarokên xwe jî dikî.
Jixwe ev çend roj in di Dîwanxaneyê da te kurd baş fêrî tirkî kir, ji bo vê 
xizmeta te dibê dewleta tirk te xelat bike.
Ev du hefte ne te Dîwan xane ji platformeke kurd derxist û kir platformeke tirk.
Te bi nivîsên xwe yên bênabên bi hosteyiyeke pir zîrekane bi dehan kurdên 
welatperwer ku qet bi tirkî nedinivîsandin qeherand, provqe kir û dûra jî tirkî 
bi wan da nivîsandin.
Te bersîva wan da…
Dûra wan bersîva te da…
Dûra dîsa te bersîva wn da, dûra îcar yekî din xwe tevê kir…
Û bi vî hawî ev du hefte ne te Dîwanxane bi tevayî kir platformeke tikan.
Yanî tu gihîştî armanca xwe.
Heta te wisa kir ku êdî hin kurdên weke te([email protected], belkî ne kurd 
be jî) ji daxwazên bi kurdî binivîsin ra dibêje, nivîsîna bi kurdî ewê bîna 
kesên kurdînezan teng bike (sikinti teskil edebilir).
Yanî di platform û di cimateke kurd da yek radibe ji bo nivîsên bi kurdî 
dibêje(xwedê zane ji çi miletî ye?), ev yek dikane bîna kesên kurdînezan teng 
bike…
Yanî tu dibînî, bi saya tecrûba te ya akademîk û hewildana ta ya bînfireh û bi 
israr piştî du heftan êdî yek dikane cesaret bike û ji cimata kurd ra bibêje bi 
kurdî nenivîsînin, heger hûn binivîsin ev yek dikane bîna kesên kurdînezan teng 
bike…
Ev hemû bi saya xebata te ya bi zanîn, bi îstîkrar û bînfireh bû.
Ne xebata te bûya vî camêrî nikanîbû wiha bigota.
Ne nivîs û israra te bûya bi sedan kurdî bi zimanê tirkî xwe tevî vê minaqeşê 
nedikir.
Yanî tu bû kurmê darê, te dar qewar kir, heta ku te rizand…
Jixwe ne xizmet û alîkariya kurdên weke te be, dewlet bi tena serê xwe nikane 
kurdan asîmîle bike, ji bo vê yekê hevkarên hundur lazim nin., ancax bi saya 
alîkariya wan dewlet dikane kurdan asîmîle bike.
Îşxala welatekî jî wiha ye.
Ne piştgirî û hevalbendiya hevkarên hundur be dewleta tirk bi hêza xwe ya 
leşkerî tenê nikane Kurdistanê di bin îşxala xwe da bigre.
Ev yek di cepheyamuzîk, ziman, edebiyat û kulturî da jî wiha ye, bêyî hevkarên 
hundur dewlet bi tena serê xwe nikane kurdan ji ser rê da bixîne.
Vî karî ji dewletê bêtir hevkarên hundur dikin.
Ev yek nayê wê maneyê ku kesên bi van karan radibin hemû meriv û ajanên dewletê 
yên bi meeş in, na ez tiştekî wiha nabêjim.
Dema însan asîmîle bû ji fikir, dîtin, hedef û şuûra netewî dûr dikeve, dibe 
weke kukla û dîreksioneke di destê dijmin da
Dibe ku haya te jê tunebe, lê bi rastî jî ji bo asîmîlekirina kurdan tu ji 
dewletê ra xizmeteke bêhempa dikî, tiştê dewleta tirk bi zorê û bi milyaran 
dolar nikane bike, li ser navê kurdayetiyê tu ji wan ra belaş dikî.
Belkî nêta te pir paşij e û haya te jî ji vê xizmeta te ya ji dewleta tirk ra 
tuneye.
Lê mixabin ne nêt, netîce girîng e...
Bimîne di xweşiyê da 
Ji bo xwendina vê nivîsê û nivîsên min yên din lînka jêr bitikîne.
 
http://zinarexamo.blogspot.com/2010/01/cevdet-akbay-wezifeya-kurme-daredibine.html
 


From: [email protected]
To: [email protected]
Subject: RE: {Diwanxane} Gözleri olup göremiyorlar, kulakları olup 
işitemiyorlar...
Date: Fri, 22 Jan 2010 23:11:35 +0000







CEVDET KARDESIM
 
SIZ DERIN VE DEVA BULMAZ BIR OCALAN VE PKK SENDROMUNA YAKALANMISSINIZ. BU OYLE 
BIR ILLETTIR KI BU ILLETE YAKALANAN KIMSE, CEVRESINE DE ZARAR VERIR. 
 
AMA BUNUN PANZEHIRI KURD ULUSUNUN ONURLU UYANISIDIR. EZBERLEDIGINIZ ICIN NE 
DEDIGINIZI BILMIYORSUNUZ. 
 
DIWANXANE YONETIMINDEN SIZIN EMAIL ADRESINIZI MUMKUNSE BLOKE ETMELERINI 
ISTIRHAM EDECEGIZ. BU BIR SANSUR DEGIL HASTALIKTAN KORUNMAK ICIN BIR KARANTINA 
OLACAKTIR.
 
SIZ OBUSLE DAGOTESINE ATES ETMEKTEN USANMIYORSUNUZ AMA KUSURA BAKMAYIN BIZIM 
BASKA ISIMIZ VAR.
 
ISLAMIYET KIMSENIN TEKELINDE DEGILDIR. BIZI ISLAMIYETI SIYASETE ALET ETMEKLE 
SUCLAMAKTAN SIZI KINIYORUZ.
 
GORMEYEN GOZE DUYMAYAN KULAGA, HISSETMEYEN KALBE  ALLAHTAN SIFA DILIYORUZ 
VESSELAM


Seîdê Sîsî

[email protected]










Your E-mail and More On-the-Go. Get Windows Live Hotmail Free. Sign up now. 

-- 
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane                                     
    
_________________________________________________________________
Windows Live: Dina vänner får dina uppdateringar från Flickr, Yelp och Digg när 
de skickar e-post till dig.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/see-it-in-action/social-network-basics.aspx?ocid=PID23461::T:WLMTAGL:ON:WL:sv-se:SI_SB_3:092010

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap