TZP-Kurdî rixistineke ji tev rêxistên Tevgera Azadiyê. Bi tenê TZP- Kurdî par ji 5000 pirtir kes hînî kurdî kirin. Vêca ez ji te û tev partiyên din bipirsim. We çend kurd perwerde kirin bo kurdî? Îro ziman ji bo me kurdan giringtirîn hebûn e. Lewma ev pirs ji hemî pirsan giringtir e. Bi tenê min par 80 kes fêrî kurdî kirin. Gelo tev partî û rêxistinên din çend kes ji min pirtir perwerde kirin?
Enstîtûya me ya Stenbolê ji 2 odeyên biçûk û 2 salonan pêk tê. Ka tev berhem û xebatên rêxistinên partiyên din dane ser hev û li gel van her 2 odeyan berhev bike. Qasî xebatên van 2 odeyan xebatên wan nînin. Dev ji 2 odeyan berdin, Nûbiharê nîvodeyek heye li Veznecîler tevan qasî wê nîv odeyê xebat nînin. Lê ger dor hat axaftinê, axaftinên mezin ew dikin. Li Ewropa an jî Emrîka li ber germahiya klîmayan der heqê kurdan de nivîsandin, fort avêtin pir xweş e. Heger hûn mêr in werin vir li meydanê bin. Li meydanê singê xwe bidin dagirkeran. Ez her car diçim meydanê û li pêşiya zarok û xortên kurdewar şerê dijminî dikim. Piştî me ceng kir, em diçin partiyê û dest bi dersên kurdî dikîn. Lewma mafê min heye ez li ser van mijaran baxivim lê yên şev û roj li ser kursiyên nermik, li ber klîmayan maf nînin baxivin. Dîsa jî kesine hene li wir bo me xebatên akademîk dikin destê wan maç dikim. Lê yên ji aliyê pratîka kurdîniyê ve betal û etal maf nînin li ser me biryar û rexeneyan bireşînin. Çima ez bersîvên van pirsên vala didim? Ji ber ku gelek welatparêz li vir, van nivîsên derewîn dixwînin û mejê wan tevlihev dibin. Ne ku gelek kûr û bi ûslûbeke baş dinivîsin û ji ber wê bersîva wan didim. Derdê min xortên hewceyî pêzanînên rast û dirûst in. -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
