Birêz Bedelê Boselî,
Hevalê hêja, dibe ku te li gorî xwe bersivek pir xweş dabe û tu ji gotinên
xwe razî bî.
Dibe ku şîroveya te li gorî pîvanên te gelekî rewa û maqûl be, ev te
elaqedar dike.
Lê pîvanên me ji bo me derbasdar nînin, ji bo me pîvanên gerdûnî pîvan û
esas in.
Bo mînak, tu ji yekî re bêjî: "Bêrûmet.", ev li gorî pîvanên hemû mirovahiyê
"Heqaret" û "Siqêf" e.
Heke te gotiba: "Cevdet Akbay xayin e, nokerê pergalê ye, cerdevan e,
bêbextiyan dike û hwd." me dê biweşanda.
Lê tu van nabêjî, tu qîma bi van naynî û tu dibêjî: "Bêrûmet."
Ev nabe hevalê delal.
Tu jî dizanî ku heya niha tu peyamên te nehatin astengkirin. Te çi peyam
şandin, hatine weşandin.

Wekî din, em peyamên tu kesî asteng nakin, hetanî ku heqaret û siqêf tê de
tunebin.
Ji ber ku di ya te de siqêf hebûn me neweşand.

Vê jî bêjim; li gorî hin hevalan şîroveyên Cevdet Akbay hemû heqaret in û
divê ku em wan neweşînin.
Ev heval ji me re dibêjin ku em ferqa rexneyê û heqaretê nizanin.
Em jî dibêjin: Pîvanên vê yekê çi ne?
Tiştekî li gorî we heqaret e, dibe ku li gorî me rexne be.

Bila wekî herkesî Cevdet Akbay jî dîtin û nirxandinên xwe bêje, hûn jî
bersivê bidin.
Me heya niha tu bersiv asteng nekiriye.
Ji kerema xwe mijarê nekşîne aliyekî din û neheqiyê neke.

Silav
Serger Barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap