Silav û hurmet birêz Cemil Demircan.
Em wekî koma dîwanxanê, tu rêxistin, sazî û dezgahên kurdan
bi tiştekî neyênî tawanbar nakin û em tu rêxistinên kurdan ji dervayî xwe
nabînin.
Wekî hûn jî dizanin, van rojên dawî nivîs û şîroveyên rêzdar Cevdet Akbay
rojeva mijarên koma bûn.
Ew bi kesayetiya xwe jî pirî caran hate nîqaşkirin.
Lê vê bêjim, me tu carî rê li pêşiya wî negirt û me peyamên wî asteng
nekirin.
Fikr û baweriyeke kê hebe, divê bi azadî û serbestî bîne ziman.
Çawa mafê birêz Cevdet Akbay heye ku saziyeke an jî kesayetekî kurd bi
ajantî û
xizmetkariya tirkan tawanbar bike, her wiha mafê kesên mîna Mamoste Marûf jî
heye
ku saziyeke din ya kurdan bi ajantî û xayintiyê tawanbar bike.

Ev îddiayên bi vî terhî wekî heqaret qebûl nakin.
Dibe ku îddîa li holê ye bêbextî û reşkirin be,
em ji bo vê yekê nikarin tiştekî bêjin.
Em biryarê ji xwendevanan re dihêlin.
Bes heqê we yê bersivê jî her dem parastî ye.

Di kar û xebatên we de qewet û serkeftinê hêvî dikim.
Silav û rêz
Serger Barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap