Di cihana mirovan de hingî ku nivîs dahênandiye(îcad bûye)em kêm zêde dizanin ku ragihandina bîrdozî û raman jî pê re destpê dike. Ev bîrdozî carinan bi navên pirtûkên olî, carinan wek zagonên desthilatdaran, hin caran jî wek nêrînên zanyaran dixûyên. Lê, di vir de tişta balkêş ev e ku ji van îdeolojiyan her yek di erdnîgariya xwe de li dûv ya din dizê, derdikeve holê, kêmasiyên ya beriya xwe sererast dike, nêrînek din, alternatîfek din pêşniyarî civakê dike. Ev yek, wekî hûn jî dizanin bi hezaran salan e wek têkoşîna “çê”yî û “xirabî”yê tê nasîn û em li gorî gihîştin û têgihîştina xwe her yekî wek “çê” an “xirab” binav dikin. Di felsefeyê de pirseke bingehîn jî lêgerîna “ramana yekemîn” e. Li gorî Eflatûn “heke me ramana pêşî bizanibûya, wê demê dikaribû tevahiyan, yeko yeko li dûv hev rêz bikira û bizanibûya ka kîjan alternatîfê kîjanê ye ; gelo ramana herî pêşî ( ol, bîrdozî,îdeolojî ) bi xirabiyê, an bi qenciyê destpêkiriye? Li gorî wî “ di qirnan de şer û bobelatan de ev “zincîra bîrdoziyan” bi destê vandal (wêrankerên bê bawerî û bê bîrdozî)” û şerûdan hatiye qetandin û desthilatdarî ketiye destê xirabiyê. Lê piştre dîsa têkoşîn, dîsa çêyî, dîsa xirabî... Montaigne di ceribandinên xwe de dibêje “merivê reaksiyoner, tu car bi fikr û raman nayê ser te, êrişî te nake; lewre, divê tu bizanibî ku çoyê di destan de ne yê wî ye” Bi salan e min deriyê malpera we venekiribû. Xêra vê nivîsê ez ketimê û min bi çavên serê xwe dît ku, heke em we wek dilsoz û xemxurên doza kurda bihesibînin wê gavê çi jahrî dixin girara xwe! Xwedêyo, ev çi xefik û dafik e we li ber vî gelê reben daniye! Hûn tenê reaksiyon nîşan didin! Diruxînin, wêran û wêrtas dikin! Ez carek din têgihîştim ku bi rastî jî Eflatûn feylezofek pir bed bûye. Belê hûn dikin “Tevgera Azadiya Kurd” biruxînin, ew î ji binî ve ji holê rakin. Hûn bîrdoziya wê, rê û rêzikê têkoşîna wê, mîrate û şop û nav û dengê wê red dikin... Lê hûn ne antî “tez” ek ne jî “antî-tez” ek didin ber civakê. Hûn bi tenê wek “vandalan” êriş dikin... Kîn û nefreta we ew qas mezin e ku dilê we “bi çêr û dijûnên we” jî rehet nabe; Di çapemeniya Tirkiye û ya Cihanê de çiqas nûçe û gotarên li dijî Tevgera Azadiya Kurd li ber we ketine, we berhev kirine û ew ji xwe re kirine gopal... Hûn Alternatîfê kîjan bîrdoziyê ne? Li ser şopa kî ne? Hûn ne kapîtalîst in. Hûn ne sosyalîst in. Hûn ne şerîetxwaz in. Bi şêweya xwe ya êrişkar û tehdîtkar hûn ne demokratin jî... Cihana ku hûn disêwirînin (tesewir dikin) li kîjan alî dikeve? Bo mirovahiyê, bo Gelê Kurd ê reben û stûxar çi di kîsê we de heye? Hûn ne ji wan vandalên wêranker bin, çi ne? Di nav we de hin kes hene ku sibeh êvar radibin rûdinên “Tevgera Azadiya Kurd” bi destberdan û devberdana ji “ Kurdistana serbixwe” tewambar dikin. Lê, malnemîratno, we bi hezaran gotarên li dijî “Tevgera Azadiya Kurd” weşandine, ji wan nivîskaran qe yek jî “Kurdistaneke Serbixwe” naparêze! Ev çi hal e? Ew bi tenê êriş dikin, reş dikin, bêrûmet dikin... Dev ji naskirina mafê serxwebûnê berdin, piraniya wan mafê perwerdehiya bi Kurdî jî wek daxwaziyek cudaker dibînin... Gelekên wan heta duh hebûna Kurda jî nedipejirand! Di kîjan newalê de gur mir ku ew bûn dostên me û we, yên ji dil? Hûn dikin kîvroşkê di qula nîr re derbas bikin û em jî pê bawer bin? Min ê jibîr bikira, bi rastî jî di gelek waran de hûn pir jî baqil in, ji baqilbûnê jî wêdetir, çi bibêjim, bi fêl in ... We hemî nivîskarên lîberal demokrat– ên di nav kurda de piçek xwedî rûmet –tevî quncikên wan bar kiriye aniye malpera xwe. Ji wan bizdonek û ziravtenikan her yek –bala gelek Kurda dikişîne- gava li peyî hev di çend gotaran de êrişî Artêşa Tirk bike, pişt re nivîsek jî li dijî “Tevgera Azadiya Kurd” dinivîse, da ku li ber çavê devleta kûr xwe şirîn bike, an jî xwe sîgorte bike... We nivîsên wan ên bi vî rengî yeko yeko hilbijartine; ew wek “afîşên wanted” ênAmerîka’ya berê bi diwarê xwe ve daliqandine. Welleh, ji stratejiya we ya kûr bihna sêvên tirş ên Eliyê Kîmyevî nebe jî, bihna genî tê. Hûn bi per û bask bin û bi hewa re jî firdin dîsa baweriya kesî bi we nayê. Çima hûn dizanin? Kes nizane ka çoyê destê we ê kî ye, lewma... Mamoste Marûf Têbinî: Xwedê meriv ji îftîrayan biparêze, di jiyana xwe de min tu kesî tehdît nekiriye, nakim jî. Di vê platformê de jî min çend caran li dijî tehdîkeran nivîsiye. Dibe ku ew piştgir û alîgirên min bin jî ez ji wan jî ji îftîrakeran jî xwiy diki, îkreh dikim...
--- En date de : Jeu 28.1.10, Nasname News <[email protected]> a écrit : De: Nasname News <[email protected]> Objet: Re: {Diwanxane} ZERDUŞTNAME À: [email protected] Date: Jeudi 28 Janvier 2010, 9h44 Rojbaş xwişk û birayên hêja, Doh êvarê hevalekî min mailek ji min re şandîye. Min niha dît. Ez him xemgîn û him jî ecêbmayî mam. Di vê mailê de rêzeke mailan heye. Di maila ku bi navê 'MODERATÖRLER' de "di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne" hatiye nivîsandin. Ev destnîşandan, cîhê dilxweşîyê ye. Lê mixabin, di maila 'Mamoste Maruf' de, ku ew jî endamê koma we ye, di derheqa malpera me NASNAME de ev nirxandin (bi peyva rast, bêbextî û îftira) henin. Hêja Mamoste wisa nivîsandîye: "malpera bi navê "nasname" di nav Kurda de wek ajan tê binav kirin. (...) di derheqê wê de tiştên kesnedîtî û kesnebihîstî digotin. (...) ew ne bermahiyên tevgerên Kurdan ên beriya 12'ê Îlona 1980'an in... (...) Bi awakî din bê bingeh in." Hûn jî dizanin, tebîetek gelek kesan heye kû her tim bi devê kurdan diaxifin. Li gorî îstatistîkên me her roj kêmanî 5000 kes dibin mêvanên malpera me. Mail û nirxandinên ji mê re tên jî têra xwe henin. Bêgûman di nav wan de car carinan yên ku mîna Mamoste Marûf heqaretê li me dikin, me bi 'ajan'tîyê tawanbar dikin û tehdîtan dibarînin jî henin... Em dizanin bê ka ew ji kîjan hêlî nin... Em platformek azad in. Prensîb, destûr, dîtin û metodên me yên kar hatine weşandin. Di malpera me de nin. Kurteçîroka jîyana her nivîskarê me jî, di qûncika wî de ye. Hêvîdarim ku hûn jî tawanbarî û bêbextîyên bi vî awayî napejrînin. Bi hêvîya dilxweşî û serkeftina we. Cemil Demircan Berpirsê weşana beşê bi Tirkî ya Nasnameyê. From: Tahir Baba <[email protected]> To: d <[email protected]>; Mehmûd Nêşite <[email protected]>; [email protected]; Sait Aydogmus <[email protected]>; [email protected]; Munzur Cem <[email protected]>; Nûredîn Celalî <[email protected]>; Ehmed Kasimoglu <[email protected]>; Enver Ozkahraman <[email protected]>; espar <[email protected]>; [email protected]; [email protected]; Hasan Kalcik <[email protected]>; gaxan online <[email protected]>; Zeynelabidîn Gimgimij <[email protected]>; Hamdi Özyurt <[email protected]>; hbingöl <[email protected]>; Sebrî Hezanij <[email protected]>; Lerzan Jandîl <[email protected]>; Serok Kasimoglu <[email protected]>; W. K. Merdimîn <[email protected]>; Zulkuf Kisanak <[email protected]>; Roşan Lezgîn <[email protected]>; M. Selîm Uzun <[email protected]>; serdar bedirxan <[email protected]>; [email protected]; [email protected]; Mehemed <[email protected]>; Nevzat Valêrî <[email protected]>; [email protected]; Ihsan Türkan <[email protected]>; Raif Yaman <[email protected]>; Serdar Rosan <[email protected]>; Meheme Rojbin <[email protected]>; Ihsan Turkan <[email protected]>; Wisif Baluken <[email protected]>; [email protected]; [email protected] Sent: Thu, January 28, 2010 12:35:18 AM Subject: {Diwanxane} ZERDUŞTNAME Merheba, No hewte (30ê Gaxanî/Çellî 2010 ,şewa şemî/sifti se'et 20:00 di) meymanê ma wayîrê Weşanxaney Vateyî nuştox Deniz Gunduz o. Programê Zerduştnameyî, her şewa sifti se'et 20:00 di 89.4 Yaşam Radyo di. Tekrarê programî; her şewa sêşemî se'et 23:00 di yo Telê ganî/zindî: (0212) 245 81 43 Weşî di bimanê C. Zerduşt Pîranij -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane Yahoo! Türkiye açıldı! Haber, Ekonomi, Videolar, Oyunlar hepsi Yahoo! Türkiye'de! www.yahoo.com.tr -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
