mamostayê hêja Fehim Işik,
Nîqaşên di asta nizim de û gotinên ne rewa, li ser daxwaza me çênabin.
Hewldan û tevgereke me ya ji bo gengeşeyên bi vî terhî çênebûye.
Em jî mînanî we difikirin û bawer dikin ku guftûgoyên bi vî hawî
û tawanbariyên bi vî curî xizmetê ji doza kurdan re nakin.
Em di vê nuqtê de ligel we ne û we mafdar dibînin.
Lêbelê, em dubare dubare dibêjin, lê bi tu kesî nadine fêhmkirin.
Ger ku formata vê platformê destûr bidaya, me peyamên ku rêxistineke kurdan
sûcdar bikira nediweşand.
Lê, wekî ji we ve jî diyar e formata vê platformê wisa ye.
Herkes ramanên xwe tîne ziman û em rê li pêşiya tu kesî nagirin.
Lê vê jî bêjim, platformek din mînanî Dîwanxanê azad tune ye.
Tu platform wekî Dîwanxanê rê nade bîr û boçinên cuda cuda.

Ji hêla ziman ve jî, her çiqas cih cih kêmasiyên me hebin
û em têrker nebin jî, xizmeta me ya li ser ziman nayê înkarkirin.

Hin heval bi pêşqebûlî û pêşdarazî tevdigerin û helwesta xwe
ya li hemberî vê komê bi awakî neyênî diyar dikin.
Ji ber ku car carina nivîsên tirkî diweşin û nirxaninên ji dervayî
bîr û baweriya wan çêdibin, tehemmul nakin ku li vir bisekinin.
Li gorî wan divê ku hemî tişt li gorî qalibên partiyekê bin û herkes li dora
şexsekî herin û werin.
Ev heval dixwazim ku partiya wan û serokê wan qet neyêne rexnekirin û ji
hêla hemî kurdan ve pîroz werine qebûlkirin.
Dema ku yek wê partî û wî serokî rexne dike jî, wekî ku ew kesê rexnegir
ketibe sefa dijmin û çêr û dijûn li netewa kurd kiribe xwe diqeherînin.
Camêr rêxistinekê rexne dike, ev kabirayên me dibêjin: "Dijmintiya gelê kurd
dikin.", "Di xizmeta dijminên kurdan de dixebitin."
Gelekî mixabin ku ev nexweşî pir belav û bi bandor e. Lê em nikarin bibine
mehkûmê vê nexweşiyê û wekî hin kesan bifikirin.
Wekî din jî, kurd hînî nîqaş û gengeşê nebûne rast e. Lê di dîroka kurdan
de, rewşeke wisa jî nehatiye dîtin û tehekkum li ser vîna kurdan hatine
danîn.

Bi hêviya ku em hevdu baştir fêhmbikin.
Silav
Serger Barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap