Birêz Abdulkadir Bingol, Ya rastî îtiraza we li birêz Mamoste Marûf e, lêbelê bala min jî kişand. Ez jî dixwazim nêrîn û fikra xwe bînim ziman.
Meriv dikare bêje ku bandora zimanê tirkî piştî salên nodî li ser zimanê me zêdetir bû. Hetanî salên nodî jî di axavtina kurdan de bandora zimanê tirkî ewqasî zêde nedihate dîtin û hiskirin. Dema ku di wan salan de kurdek diaxivî meriv zûbizû rastî bandora tirkî nedihat. Lê piştî salên nodî ku xwendin û nivîsandina kurdî zêde bû û pêwistî bi bêje, têgih, îdyom û îfadeyên nû çêbû, kurdan li deriyê tirka dan û bi piranî ji wir sûd wergirtin. Mesela gelek têgehên ku em îro di zimanê nivîskî û medyayê de bi kar tînin encama vê yekê bûn. Bo mînak "Xwepêşandan, binçavkirin, navbeynkar, hewldan, çalakî, meş (lidarxistin), jiyan (ji dest dan), êpirsîn, hevdîtin, nirxandin, afirandin û hwd." Ev têgih û gelekên wekî van ji ber hemberê van yên tirkî hatine çêkirin û bi piranî di zimanî kurdî de bi cih bûne. Ev rewş ne cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye, berevajî vê cihê xemgîniyê ye. Lewra divabû ku têgihên kurdî ne ji ber tirkî, an jî ingilîzî, pêşî ji ber Farisî an jî zimanên din yên malbaya Hindû-Aryanî hatibana çêkirin. Helbet, di zimanê nivîsandinê de pêwistî bi çêkirina bêje û têgihên nû çêdibin û ev tiştekî bivê nevê ye. Lêbelê rê û rêbaza ku were şopandin, divê bi zanistî be û li zimanê kurdî were. Dema ku meriv pêwistî bi kar anîna wê têgihê anî, divê meriv bi dilxweşî wê bi kar bîne, ne bi acizî û xemgînî. Lewra di rewşên wiha de pirsgirêk û problemên din jî derdikevine holê ku ew zimanê qala mijarê gelekî zerarê ji vê yekê dibîne. Kesên ku têgihên heyî naecibînin, radibin ew bi xwe tiştekî davêjin holê û li serê ziman dikine bela. Kêsên ehl jî, yên ne ehl jî xwe li ziman radikşînin û her yek jê dibe zimanzanek û derdikeve holê. Ji ber vê yekê, hewcehî bi konsensus û îttifaqek berfireh heye ku biryara li ser ziman bide û vê biryarê wekî bulten, belavok an jî kitêbekê belav bikin. Karên wiha jî karên sazî û rêxistinan e. Ev bar, barê rêxistinên wekî enstîtu, weqif, komele, weşanxane û kovarên kurdî ye. Feqet, dixwazim vê jî bêjim: Bi min "Parvekirin" peyveke pir xweş e û ne çêkirî ye. Tê bîra min ku me di zarokatiyê de ev peyv bi kar dianî. Yanî ne ji ber tirkî hatiye çêkirin. Bi hêviya ku ev mijar were domandin. Silav Serger Barî -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
