Abdulkadirê Delal, Zimanê me yê bê xwedî heta niha di qada nivîsê de bi têra xwe nehatiyê xebitandin. Jiber vê yekê heta ku ew bê ser hemdê xwe, divê em gelek caran serê hevûdu biêşînin. “Parve kirin” bi vateya ku min bikar aniye, di hemî zimanên Hind û Ewropî de bi heman wateyê cih digire. Min gava din ji hevalek pirsî di Îngîlîzî de jî wisan e. Ez Fransizkî dizanim; di vî zimanî de jî, wek min nivîsiye, tê bikaranîn. Tirkan jî ev “lêkera biwêjî” ji ber fransizkî girtine. ( partager: paylaşmak qqch.: tiştek avec: bi qqn: yekî re. Peyvên mucerred ên wek idée; fikr, raman, opinion;çavdêrî jî tên parve kirin) Bo zimanan ev tişt pir normal e. Heke zimanekî, digel ku hewcedarî pê hebe, nikaribe ji ber zimanên din peyv û têgehan bigire, wê demê divê em bizanibin ku ew ber bi tengbûnê ve diçe. Min ê bigota “ nabe bersîva hewcedariyan” Xwedê wekîl ev gotin jî ( ihtiyaca cevap olmak) ji fransizkî ketiye tirkî.( répondre un besoin) Ez tiştekî bibêjim tu yê şaş bibî: Bi hezaran biwêjên fransizkî bo tirkî hatine vergerandin! Kesên ku heta niha zimanê tirkî nirxandine bala xwe dane peyvên biyanî tenê û gotine peyvên di tirkî de % 60-70 ne tirkî ne... Di rastiyê de tevliheviya bingehîn a zimanê tirkî di warê biwêjan de ye. Ew zimanê xwe ew qas lewitandine ku, resentî hew maye! Wek mînak ji peyva “ prendre”( stendin) a fransizkî 36 biwêjan, ji ya “ coup” yê 22 biwêjan derbasî tirkî kirine. stendina ev qas biwêjan, bo zimanekî rewşek pir xirab e û ev yek xweseriya ziman ji holê radike. Mirov bi dil rehetî dikre bibêje Kurmancî di warê peyvên nûjen de na, lê di warê biwêjan de pir û pir dewlemend e. Malxirabî ew e ku em car caran di şûna peyv û biwêjên kurdî de yên biyanî bikar tînin... Wek mînak: gorî, li gorî min, , bi gorî zanyaran... Ev ne “ göre” ya tirkî ye? Di şûna wê de di gelek hevokan de em dikarin “ bi ya” ya kurdî bikar bînin: Bi ya min, bi ya te, bi ya zanyaran... Nîqaşên bi vî hawî bihna mirov vedike. Sipasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Mamoste Marûf
--- En date de : Sam 30.1.10, Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]> a écrit : De: Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]> Objet: Re: {Diwanxane} Lêkera "Bûn" À: [email protected] Date: Samedi 30 Janvier 2010, 20h46 mamosteyê hêja! ne hedê min e jî lê ez ê zimandirêjîyekê bikim. Mîna gelik biwêjên tirkî yên bi heman peyvan bo Kurdî têne wergerandin ev "parvekirin" jî qet li xweşa min nayê. ji ber ku di kurdîya me de tune ye û wergera peyva tirkî ya "paylaşma"/"paylaşim"yê ye. Ez şaş bim min bibexşînin. Silav û rêz Dilkulê Cizîrî 2010/1/27 sadi maruf <[email protected]> Hevalên hêja, Ev emaila pêvekê, ji alî hevalekî ve ji min re hatiye şandin. Birêz Deham Ebdulfetah bi dorfirehî li ser lêkera “bûn”ê rawestiyaye. Bi rastî jî ev lêker, (çend mijarên dî jî hene) di kurmancî de tim û tim dibe sedema tevlihevî û gengeşiyan. Min gelek jê îstîfade kir, lewma xwest bi we re jî parve bikim. Hûn dikarin nêrînên xwe ji Deham Ebdulfetah re bişînin. Lê di vê malperê komahisme...@googlede jî biweşînin ku em tev bikaribin bixwînin. bimînin di xweşiyê de Mamoste Marûf -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
