Demê şîma xêr embazên hêja.

Mixabin lêkolîn û xebatên li ser kurmancî qasî sînorên bakurê Welat
berfireh in li ba me. Ferhengên kurmancî jî her wûsa. Gelo çend
zimanzanên me yên li Bakur li Behdînan an jî li Xorosanê lêkolînên
zimên bi berfirehî kirine? Ji ber vê qelsiyê mixabin şîroveyên li ser
kurmancî gelek caran çewt in.

Kurmancî ne mîna soranî ye. Soranî xwedan dewlet û zengîniya aborî ye.
Lê mixabin kurmanciyê ew şans nîne. Heger kurrmancî nîvsêka soranî
derfet hebana da zimanzanên kurmanc bi salan li hemû herêman bigerin û
xebateka bi rêk û pêk bikin. Lê neyîniya pitştevaniya aboriyê astengî
ye... Dotmama min a li Başûr zimanzan xwest ku xebateka wiha bike. Lê
zankoyê destûr neda ku ji bo kurmancî bike.

Ez ê dîtinên xwe yên li ser lêkera "bûn"ê li vir binivîsim. Lê
dixwazim ku niha li ser "PARVEKIRIN"ê tiştekê bibêjim.

Di kurmancî de peyva "PARVEKIRIN" wê heye û ne çewt e. Çima?

Em Behdînî wiha dibêjîn: "LÊKVEKIRIN". Ev peyv kevnî ye. Bi min ev
peyva kevnî rê li peyva "PARVEKIRIN"ê vedike.

Weşî û şayî de bimanîn.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap