Hêjeyan,

Min xwest vê nivîsê bi we re jî parve bikim

Li gel silavên bratî

Bûbê Eser

 

 

12ê Îlona 1980ê û referandûma îlona 2010an

 

Bûbê Eser

 

Berî her tiştê divê mirov bêje ku 12 îlona 1980ê ji bona kurdan wêranî, kuştin, 
şewat, girtin û hema çi tiştên xerab di nava mirovantiyê de hene tîne bîra me 
re. 12 îlonê wahşeteke weha bû ku li dinyê tenê bi serê me kurdan de hati bû. 
Loma jî heta kurd li ser rûyê erda vê dinyê bijîn wê tim û tim wê girtîgeha 
ciwanên kurd esîr girtibûn, kuştibûn û seqet hiştibûn bi bîr bînin û divê ji 
bona careke din tiştekî weha pêk neyê, xwe ji guherandinan re jî amade bikin. 

Li gor min çi tiştên ku li dij wê wehşetê bin, divê mirov wê biparêze. Çi 
tiştên ku bûyer û kiryarên wir eşkere dikin divê bêne parastin. Loma jî tê 
xwestin ku di 12 îlona 2010an de bi rêya refarandûmê wan qanûnên ku asasê wê 
girtîgehê danîbûn wê bi dengên gel bêne darizandin. Dikarin bêne girtin û 
cezayên mezin jî bibînin. Ji ber ku ew kesana û bi teybetî Kenan Ewrenê 
Arnawûtî dibe ku cezayên xwe bibînin û ev ê li Tirkiyê bibe care yekem û dawî. 
Ji ber ku êdî wê tu kes ango leşker dê nikaribin bi wan zagonên hovane kesan 
bigirin, bikujin û bixin girtîgehan. Heger hin bixwazin vê bikin jî divê 
bizanibin ku ewên jî rojekê derkevin hemberî dadger li dadgehan bêne sûcdar 
kirin.

Heger tenê ji bona vê jî be divê gelê me ji vê referandûmê re bêjin erê, da ku 
bi dengên xwe kesên kujerên gelê xwe derxin hember dadgêran û wan bi sûcên 
mezin bidarizînin. Helbet kesên bêne darizandin jî wê bê sûç neyên dîtin. Ji 
ber vê yekê ye ku divê gelê me bi dengê ERÊ li hemberî sûçdaran bê deng nemînin.

Heger kes û kesayetiyên li hember vê dengdanê bin divê mirov li ser rawest e û 
bêje: " Gelo çima van kesana, partî an jî rêxistin ji holê rakirina qanûnên 
hovane ku li ser serê gelê me hatine bikaranîn, ditirsin?" Li gor min divê kurd 
ji herkesan bêtir li gel guherandinên ji bona demokrasî û pêşveçûna qanûnên 
pêşverû bin. Divê em li dij wan zagonên ku nehiştinin em serê xwe rakin û her 
serî rakirinek bi balyozan hatine perçekirinê, derkevin. Bi dengên xwe wan ji 
nava gelê xwe bi dûr bixin.

Lê hûn bawer bikin hîn jî min fêm nekirîye û tênagihêjim ku çima hin kurd li 
dij guherandina qanûnên Kenan Ewrenê Arnawûtî derdikevin. Gelo çima van kurdên 
ku niha li dij guherandinanin, ji çi ditirsin? Tirs û xofa wan çi ye? Ma ne 
qaşo berê xebatên wan ji bona guheranên baş û rehetiya gel bû. Ma ne wanê hesab 
ji kesên ciwanên kurdan di zîndana Diyarbekirê de îşknece dikirin, bipirsiyana? 
Ma ne wanê ji bona rehetiya gel û azadiya wî kar û xebat bikirana? Ma gelo 
guherandina zagonên hovane ne di berjewendiya gel de ye? 

Divê tu caran neyê ji bîr kirin ku çi guherandinên ji bona gelê me û 
mirovantiyê baş be, divê mirov piştgiriya wê bike. Tiştên ku wê hilmek rehetî 
bide gelê me divê em xwedî li wê derkevin da ku gel bikaribe bi rehetî hilmekê 
bigire. Loma jî ez dibêjim; pêwîstiya ku gelê kurd bi yekdengê piştgiriya vê 
referandûmê bike heye. Ev ji bona me û gelê me firseteke baş e û divê em vê ji 
dest bernedin. Helbet ev ne hemû tişt in. Lê gelek tişt bi xwe ye jî…



 



                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap