*Kekê di derheq guhertina makezagonê de ez jî wek we difikirim. Belê bi rastî helwesta rast ew e em di referandûmê de dengê xwe bi erênî bidin . Berjewendîyên gel berî her tiştî ye gor min.Digel silav û rêz*
2010/8/7 bube eser <[email protected]> > Hêjeyan, > Min xwest vê nivîsê bi we re jî parve bikim > Li gel silavên bratî > Bûbê Eser > > > *12ê Îlona 1980ê û referandûma îlona 2010an* > ** > *Bûbê Eser* > > Berî her tiştê divê mirov bêje ku 12 îlona 1980ê ji bona kurdan wêranî, > kuştin, şewat, girtin û hema çi tiştên xerab di nava mirovantiyê de hene > tîne bîra me re. 12 îlonê wahşeteke weha bû ku li dinyê tenê bi serê me > kurdan de hati bû. Loma jî heta kurd li ser rûyê erda vê dinyê bijîn wê tim > û tim wê girtîgeha ciwanên kurd esîr girtibûn, kuştibûn û seqet hiştibûn bi > bîr bînin û divê ji bona careke din tiştekî weha pêk neyê, xwe ji > guherandinan re jî amade bikin. > Li gor min çi tiştên ku li dij wê wehşetê bin, divê mirov wê biparêze. Çi > tiştên ku bûyer û kiryarên wir eşkere dikin divê bêne parastin. Loma jî tê > xwestin ku di 12 îlona 2010an de bi rêya refarandûmê wan qanûnên ku asasê wê > girtîgehê danîbûn wê bi dengên gel bêne darizandin. Dikarin bêne girtin û > cezayên mezin jî bibînin. Ji ber ku ew kesana û bi teybetî Kenan Ewrenê > Arnawûtî dibe ku cezayên xwe bibînin û ev ê li Tirkiyê bibe care yekem û > dawî. Ji ber ku êdî wê tu kes ango leşker dê nikaribin bi wan zagonên hovane > kesan bigirin, bikujin û bixin girtîgehan. Heger hin bixwazin vê bikin jî > divê bizanibin ku ewên jî rojekê derkevin hemberî dadger li dadgehan bêne > sûcdar kirin. > Heger tenê ji bona vê jî be divê gelê me ji vê referandûmê re bêjin erê, da > ku bi dengên xwe kesên kujerên gelê xwe derxin hember dadgêran û wan bi > sûcên mezin bidarizînin. Helbet kesên bêne darizandin jî wê bê sûç neyên > dîtin. Ji ber vê yekê ye ku divê gelê me bi dengê ERÊ li hemberî sûçdaran bê > deng nemînin. > Heger kes û kesayetiyên li hember vê dengdanê bin divê mirov li ser rawest > e û bêje: " Gelo çima van kesana, partî an jî rêxistin ji holê rakirina > qanûnên hovane ku li ser serê gelê me hatine bikaranîn, ditirsin?" Li gor > min divê kurd ji herkesan bêtir li gel guherandinên ji bona demokrasî û > pêşveçûna qanûnên pêşverû bin. Divê em li dij wan zagonên ku nehiştinin em > serê xwe rakin û her serî rakirinek bi balyozan hatine perçekirinê, > derkevin. Bi dengên xwe wan ji nava gelê xwe bi dûr bixin. > Lê hûn bawer bikin hîn jî min fêm nekirîye û tênagihêjim ku çima hin kurd > li dij guherandina qanûnên Kenan Ewrenê Arnawûtî derdikevin. Gelo çima van > kurdên ku niha li dij guherandinanin, ji çi ditirsin? Tirs û xofa wan çi ye? > Ma ne qaşo berê xebatên wan ji bona guheranên baş û rehetiya gel bû. Ma ne > wanê hesab ji kesên ciwanên kurdan di zîndana Diyarbekirê de îşknece > dikirin, bipirsiyana? Ma ne wanê ji bona rehetiya gel û azadiya wî kar û > xebat bikirana? Ma gelo guherandina zagonên hovane ne di berjewendiya gel de > ye? > Divê tu caran neyê ji bîr kirin ku çi guherandinên ji bona gelê me û > mirovantiyê baş be, divê mirov piştgiriya wê bike. Tiştên ku wê hilmek > rehetî bide gelê me divê em xwedî li wê derkevin da ku gel bikaribe bi > rehetî hilmekê bigire. Loma jî ez dibêjim; pêwîstiya ku gelê kurd bi > yekdengê piştgiriya vê referandûmê bike heye. Ev ji bona me û gelê me > firseteke baş e û divê em vê ji dest bernedin. Helbet ev ne hemû tişt in. Lê > gelek tişt bi xwe ye jî... > > > > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki > sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, > her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara > sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren > gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: > Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
