Ez çima ji Diwanxane’yê dûr ketim?
Gelek canik û camêr dizanin ku heta par çend  rojan carek min nivîsek bi ser 
Diwanxaneyê de dişand. 
 
Min  wer  dizanîbû ku ev civatek pirrengin e 
û  kurdên destbipênûs ên xwedî bîr û baweriyên cûrbecûr kul û keserên dilan 
didin ser hev û di Diwanxaneyê de didin der… 
 
Çend hevalên welatparêz- ên ku em li ser her tiştî bi hev dikin, ên ku  dilxwaz 
û alîgirên  TEVGERA AZADİYÊ ne- bi mabesta protestokirina vê komê daxwaziya 
derketina ji komê kirin. Her carê min ev helwesta wan di cih de nedît û wan 
neheq kir; jiber ku moderatorên komê heta wê demê bi sond û qesem digotin : 
“ Diwanxane platformeke azad û serbixwe ye…” 
 
Ez rebenê Xwedê, min bi dilê xwe yê sax  bi soz û  qewl û qerara wan  bawerî 
anî bû.
 
Min digot qey moderator bixwe azd û bêalî ne, lê nivîskar xwedî bîr û baweriyên 
ji hev cuda ne… Ev yek jî ne xem  bû. Kî û kê çi dibêje bila bibêje; çer hebe 
bi gotinan Kela Dimdimê hilnaweşe… 
 
Lê çendikî şûn de, min bala xwe dayê moderatorên me yên xwedê giravî “bê alî”  
yekalî ne! 
 Yek ji wan hevalan  radibû rûdinişt ji faşîstên Tirkan bêhtir davêt kes û 
kesayetî û tevger û rêxistinên Kurdan… Ev yek jî bimîne li alîki, ew  ewqas 
rika xwe kutabû TEVGERA AZADİYÊ ku nûçeyeke ANF’ê , nûçeyeke pir bêalî, pir û 
pir bi hostatî honandî serobino, çepûrast, devqûnî kiribû û li dijî vê ajansê 
bikaranîbû. 
 
Ev ajansa ku hemû xebatkarên wê zarokên meyên xizan in… 
Ew di şûna “bo kerîkî nan di kolanên metropolan de xulamtiya xelkê bikin, li 
dûv karên herî bêrûmet ên dermirovahî û dercanikî û camêrî  umrê xwe pûç 
bikin(heyfa wan e, bi mîlyonan xortên me di vî halî de ne) bi zikekî têr, bi 
zikekî birçî , mirina xwe dane ber çavan û bo vî gelî xûn û xwîdana xwe 
tevlihev dikin dixebitin. 
Ev neheqî, ev bêbextî, ev nankorî, ev “dijminatiya sînornenas” qelemşûrên 
tirkan ên faşîst ên wek Emîn Çolaşan, Sebahattîn Önkîbar anîbû bîra min û dilê 
min geriyabû… 
 
Hevalno, ev malper jî beşek ji çapemeniyê ye. Rojname dibe, kovar dibe 
televîzyon dibe,  malper dibe her yek teqez xwedî bîr û baweriyek e. Ew li gorî 
pîvanên xwe yên di serî de aşkeakirî tevdigerin. 
 
Wek mînak, kes di Cumhuriyet û Yeniçağ’ê de nivîsek demokrat nabîne. Ew aşkere 
dibêjin em nijadperest in û kûçikên ber deriyê dewleta xwe ne…
 
Ji Hurriyet’ê  kes pesndayîna Tevgera Azadiya Kurd hêvî nake. Jiber ku ew li 
ser navê xwe lêkiriye gotiye: Tirkiye ya tirkan e… 
 
Radîkal û Taraf rojnameyên pirrengîn in û di van herdûkan de mirov rastî bîr û 
baweriyên ji hev pir cuda tê, jiber ku ew navê “demokrat” li xwe kirine.
 
Edîtor û berpirsyarên van rojnameyan “Bizin rabin ser çiyayan û stêrkan 
bikojin” dîsa jî li ser qewl û qerarê xwe disekinin.( Ev sond sondek pir kevin 
û dîrokî ye .Di zarotiya min de kal û pîrên kurdên bi macirtî ji Rewanê hatibûn 
gundê me  gava diketin tengasiyê vê sondê dixwarin, lê mezinên me, pirî bi wan 
re tinazên xwe  kirin ew vê sondê terikandin. Nifşên niha êdî bibîr naynin) 
Îjar em werin ser diharê  Diwanxane’yê: Ew   bi çi bîr û baweriyê dest bi 
weşana xwe kir? Di bangewaziya avakirina vê komê de wek prensîp çi hatibû 
destnîşankirin?
 “Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne…” ( di van hevokan de gelek xeletiyên rêzimanî hene. Divê hûn  
demildest sererast bikin)
 
 
Bi awkî din ew ji me re gotibûn; em wek serkêş û edîtorên vê komê kesên bêalî 
ne; kî û kîjan dibe bila bibe tevger û rêxistin û kes û kesayetiyên Kurdan bi 
tevahî li ber dilême yek in”.
 
.Heke moderatorên Diwanxane’yê di serî de rabûna bigotina “ em wek moderator 
neyarên Tevgera Azadî ya kurdan in , lê dîsa jî her kes dikare beşdarî vê komê 
be” gelo wê çaxê  çend kes berê xwe pê de  dikir û  tê de dinivîsî? 
 
Hêviya min ew e ku, ji vir pê de Diwanxane bi rastî, jidil bêalî be. Bo vê yekê 
Divê moderator, tu car – kîjan dibe bila bibe-tevger û sazî û rêxistinên Kurdan 
reş nekin. 
 
Heke bi vi awayî tevnegerin wê demê ez dibêjim ev platform dafik û xefikek e û 
hin kesan li ber me daniye û dikin dilê dilxwazan hêdî hêdî ji Tevgera Azadiyê 
sar bikin,  mala Kurdan jî pêde pêde mîrat…
 
A dawîn, min nivîsa paşîn a Serger Barî xwend. Ew bi gotina xwe ya “ ez ji 
siyasetê pir fêm nakim” avek hênik li ser dilê min  reşand. Lê rexneyên ku li 
“evtçî” yên me kiribû nîşan dide ku ew ne pir dûrî siyasetê ye. Bawariya min ew 
e ku roj bê,  ew ê kêmasiyên xwe bibîne û qantiran(hêstiran) di şûna hespan de 
girê nede…
Min berê jî gotibû, Diwanxane rûyê me Kurdan ê rasteqîn e. Malkambaxî be jî 
serfirazî be jî rastiya me ye… Heyfa heyfan, em di nav xwe de parçe parçe, şax 
şaxî ne…Bêtifaqiya me nexweşiya me ya ezelî ye, ez dibêm bila nebe ebedî…
           Xwedê mirazê we hemûyan biqedîne, ê min jî bide ser…
                                                                            
Mamoste Marûf
                    
                                    
 
  


      

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap