Seeta we teva haşbe.. hun tev ji rast şirowe dıkın.. kurd tek reng ninın..
gelekın... bıla istikameta me kurdewari be bese... slav we tewara...

2010/9/3, Meheme Rojbin <[email protected]>:
>
> Mamoste gelek spas her du destên te sax.
>
> Ez jî moderatorê komê me. Heta niha min yek carek negotiye Tevgera Azadî ji
> bona me kurdan neyînî ye. Hevokeke me moderatoran li dijî tevgera azadî
> heye?
>
> Lê...
>
> Ên ku ji tevgera azadî hez nakin, bi rehetî dikarin li vê derê binivîsin.
> Ma em çi bikin?
>
> Kurd yekreng nînin. Demên nûjen êdî wek demên berê nîne. Li amedê, hûn
> dibînîn saziyên sivîl ên kurdan dibên ERÊ û partî dibê BOYKOT. Lêbelê dîsa
> destê hev digrin, ji çapemeniyê tirkan re derheq referandûmê agahiyan didin.
>
>
> Yekî hema rexneyek li ser serok an tevger bike gelek kes dixeyîdin. Xeydan
> bê wate ye. Ên ku li vir rexneya partiyê dikin, derve ji wan re dibêjin
> "terorîst"
>
> Belê demokrasî! Lê beriya her gelan ji bona me kurdan demokrasî hewce ye.
>
> Mihemed Rojbin
> Moderatorê koma Diwanxanê û kurdekî demokrat
>
>
>
> 2010/9/3 sadi maruf <[email protected]>
>
>>   *Ez çima ji Diwanxane'yê dûr ketim?*
>>
>> Gelek canik û camêr dizanin ku heta par çend  rojan carek min nivîsek bi
>> ser Diwanxaneyê de dişand.
>>
>>
>>
>> Min  wer  dizanîbû ku ev civatek pirrengin e
>>
>> û  kurdên destbipênûs ên xwedî bîr û baweriyên cûrbecûr kul û keserên
>> dilan didin ser hev û di Diwanxaneyê de didin der...
>>
>>
>>
>> Çend hevalên welatparêz- ên ku em li ser her tiştî bi hev dikin, ên ku  
>> dilxwaz
>> û alîgirên  TEVGERA AZADİYÊ ne- bi mabesta protestokirina vê komê
>> daxwaziya derketina ji komê kirin. Her carê min ev helwesta wan di cih de
>> nedît û wan neheq kir; jiber ku moderatorên komê heta wê demê bi sond û
>> qesem digotin :
>>
>> " Diwanxane platformeke azad û serbixwe ye..."
>>
>>
>>
>> Ez rebenê Xwedê, min bi dilê xwe yê sax  bi soz û  qewl û qerara wan  bawerî
>> anî bû.
>>
>>
>>
>> Min digot qey moderator bixwe azd û bêalî ne, lê nivîskar xwedî bîr û
>> baweriyên ji hev cuda ne... Ev yek jî ne xem  bû. Kî û kê çi dibêje bila
>> bibêje; çer hebe bi gotinan Kela Dimdimê hilnaweşe...
>>
>>
>>
>> Lê çendikî şûn de, min bala xwe dayê moderatorên me yên xwedê giravî "bê
>> alî"  yekalî ne!
>>
>>  Yek ji wan hevalan  radibû rûdinişt ji faşîstên Tirkan bêhtir davêt kes
>> û kesayetî û tevger û rêxistinên Kurdan... Ev yek jî bimîne li alîki, ew  
>> ewqas
>> rika xwe kutabû TEVGERA AZADİYÊ ku nûçeyeke ANF'ê , nûçeyeke pir bêalî, pir
>> û pir bi hostatî honandî serobino, çepûrast, devqûnî kiribû û li dijî vê
>> ajansê bikaranîbû.
>>
>>
>>
>> Ev ajansa ku hemû xebatkarên wê zarokên meyên xizan in...
>>
>> Ew di şûna "bo kerîkî nan di kolanên metropolan de xulamtiya xelkê bikin,
>> li dûv karên herî bêrûmet ên dermirovahî û dercanikî û camêrî  umrê xwe
>> pûç bikin(heyfa wan e, bi mîlyonan xortên me di vî halî de ne) bi zikekî
>> têr, bi zikekî birçî , mirina xwe dane ber çavan û bo vî gelî xûn û xwîdana
>> xwe tevlihev dikin dixebitin.
>>
>> Ev neheqî, ev bêbextî, ev nankorî, ev "dijminatiya sînornenas" qelemşûrên
>> tirkan ên faşîst ên wek Emîn Çolaşan, Sebahattîn Önkîbar anîbû bîra min û
>> dilê min geriyabû...
>>
>>
>>
>> Hevalno, ev malper jî beşek ji çapemeniyê ye. Rojname dibe, kovar dibe
>> televîzyon dibe,  malper dibe her yek teqez xwedî bîr û baweriyek e. Ew
>> li gorî pîvanên xwe yên di serî de aşkeakirî tevdigerin.
>>
>>
>>
>> Wek mînak, kes di Cumhuriyet û Yeniçağ'ê de nivîsek demokrat nabîne. Ew
>> aşkere dibêjin em nijadperest in û kûçikên ber deriyê dewleta xwe ne...
>>
>>
>>
>> Ji Hurriyet'ê  kes pesndayîna Tevgera Azadiya Kurd hêvî nake. Jiber ku ew
>> li ser navê xwe lêkiriye gotiye: Tirkiye ya tirkan e...
>>
>>
>>
>> Radîkal û Taraf rojnameyên pirrengîn in û di van herdûkan de mirov rastî
>> bîr û baweriyên ji hev pir cuda tê, jiber ku ew navê "demokrat" li xwe
>> kirine.
>>
>>
>>
>> Edîtor û berpirsyarên van rojnameyan "Bizin rabin ser çiyayan û stêrkan
>> bikojin" dîsa jî li ser qewl û qerarê xwe disekinin.( Ev sond sondek pir
>> kevin û dîrokî ye .Di zarotiya min de kal û pîrên kurdên bi macirtî ji
>> Rewanê hatibûn gundê me  gava diketin tengasiyê vê sondê dixwarin, lê
>> mezinên me, pirî bi wan re tinazên xwe  kirin ew vê sondê terikandin.
>> Nifşên niha êdî bibîr naynin)
>>
>> Îjar em werin ser diharê  Diwanxane'yê: Ew   bi çi bîr û baweriyê dest bi
>> weşana xwe kir? Di bangewaziya avakirina vê komê de wek prensîp çi hatibû
>> destnîşankirin?
>>
>>  "Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
>> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin
>> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
>> rexneyen reshkirine qedexe ne..." ( di van hevokan de gelek xeletiyên
>> rêzimanî hene. Divê hûn  demildest sererast bikin)
>>
>>
>>
>>
>>
>> Bi awkî din ew ji me re gotibûn; em wek serkêş û edîtorên vê komê kesên
>> bêalî ne; kî û kîjan dibe bila bibe tevger û rêxistin û kes û kesayetiyên
>> Kurdan bi tevahî li ber dilême yek in".
>>
>>
>>
>> .Heke moderatorên Diwanxane'yê di serî de rabûna bigotina " em wek
>> moderator neyarên Tevgera Azadî ya kurdan in , lê dîsa jî her kes dikare
>> beşdarî vê komê be" gelo wê çaxê  çend kes berê xwe pê de  dikir û  tê de
>> dinivîsî?
>>
>>
>>
>> Hêviya min ew e ku, ji vir pê de Diwanxane bi rastî, jidil bêalî be. Bo vê
>> yekê Divê *moderator,* tu car - kîjan dibe bila bibe-tevger û sazî û
>> rêxistinên Kurdan reş nekin.
>>
>>
>>
>> Heke bi vi awayî tevnegerin wê demê ez dibêjim ev platform dafik û xefikek
>> e û hin kesan li ber me daniye û dikin dilê dilxwazan hêdî hêdî ji Tevgera
>> Azadiyê sar bikin,  mala Kurdan jî pêde pêde mîrat...
>>
>>
>>
>> A dawîn, min nivîsa paşîn a Serger Barî xwend. Ew bi gotina xwe ya " ez ji
>> siyasetê pir fêm nakim" avek hênik li ser dilê min  reşand. Lê rexneyên
>> ku li "evtçî" yên me kiribû nîşan dide ku ew ne pir dûrî siyasetê ye.
>> Bawariya min ew e ku roj bê,  ew ê kêmasiyên xwe bibîne û
>> qantiran(hêstiran) di şûna hespan de girê nede...
>>
>> Min berê jî gotibû, Diwanxane rûyê me Kurdan ê rasteqîn e. Malkambaxî be
>> jî serfirazî be jî rastiya me ye... Heyfa heyfan, em di nav xwe de parçe
>> parçe, şax şaxî ne...Bêtifaqiya me nexweşiya me ya ezelî ye, ez dibêm bila
>> nebe ebedî...
>>
>>            Xwedê mirazê we hemûyan biqedîne, ê min jî bide ser...
>>
>>
>> Mamoste Marûf
>>
>>
>>
>>
>>
>>
>>
>>
>>
>>
>> --
>> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
>> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin
>> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
>> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin,
>> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
>>  - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin
>> hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her
>> inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba
>> propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da
>> siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir.
>> MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
>> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>>
>>
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin
> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin,
> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
> - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
> sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa,
> her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara
> sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren
> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER:
> Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap