Çi bêjim!
Li ber xwe ketim ya rastî.

Rêzdar Mamoste Marûf, min maîla we bi baldarî xwend.
Vê helwesta we ya camêrane û kurdiyane bandoreke zêde
li ser min çêkir ku ez xemgîn kirim...
Ez li ber rewşa me ketim. Malbaxiya me ya dijwar hate bîra min û ji nişkade
ketim atmosfereke hestiyar!

Bi bêhneke fireh û bi eqlekî salim vegeriyam hindurê xwe û li ser halê me
ponijîm!
Em çima wisa nin?
Em çima her tim wisa di nav şerekî bê mane de ne û em emanê nadine hev û du?
Çima enerjiya ku em li hemberî hev bi kar tînin, nazîvire bi aliyê neyarên
me?

Ez ji aliyê fikir û nêrînan ve hê li ser fikra xwe ya pêşîn im. Ramanên min
yên pêşî çi bin
niha jî li ser wan ramanên xwe me. Nirxandinên ku min di barê mijaran bi
nîqaş de kiribûn jî diparêzim.
Ango, ez ji ramanên xwe poşman nînim.
Lê belê, nikarim heman tiştî ji bo tevger, helwest û gotinên xwe bibêjim.
Lewra wekî herkesekî,
em jî dikarin şaşîtiyan bikin û helwestên çewt deynin holê.

Min ji serî de, qîmet daye kesayetiya we û min hebûna we ya li vir wekî
hêjajiyeke komê didît/dibînim.
Aliyê we û konsepta we min têkildar nake, xala ku min têkildar dike
tenê kurdayetiya we û xemxuriya we ya di vî warî de ye.
Ji ber vî sedemî, hûn şayanê rêzgirtinê ne.

Li gor nêrîna min, divê kurd ji tu nîqaşan netirsin û ji her rexneyî re
vekirî bin.
Lê divê tu carî sînorê rêzgirtinê derbas nekin û rexne nebe reşkirin.
Bawer nakim ku rexneyên min di kategoriya "reşkirin"ê de bin.
Loma nirxandinên we yên di varê moderatoriya komê de parîkî hestyarî dixuyê.
Bes dîsa jî hesasiyeta we fêm dikim û maf didime we jî.

Hêvîdar im ku ji niha û pê de kom bêtir xizmeta çand û ziman bike.
(ji bo vê tişta ji destê me were em dê bikin)

Digel silavan
Serger Barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap