Maşellah ji zatê Îbrahîm Guçlû ra! Wek Hasaneyn Heykel li baya bezê di her
babetê da fikrên xwe yên birsok bi raya giştî a kurdî ra parîve dike.Di her
pênivîs lebitandina wî da an pelek heye bo PKK û heskiryên wê an jî hejgek
wî heye astengîyan diavêje pêşîya wan.Lê xebat û lebatek welê dike ku wek
koremişkek ku di bin erdê da pozê xwe li axê dixe, ji wî wetre dê dunyayê
welgerîne lê axê bi serê xwe da dadixine, dirijîne.

Binêrin xwestina bi kurdî a KCKyîyan bi hesûdî dınırxîne.Wey efendim divêya
ku KCKyîyan bo parastina bi kurdi diberxwe bidayana.Ji wî wegre ev ne yê
rêxistinek bingehÎn e lê şûle rêxistinek xwendevanan e.Em dê dû pirsîyaran
ji Guçlû bikin:

Yek:Madema tu weqasî xwezî û hijmekarê kurdîyî tu çima timî bi kurdî
nanivîsî? Em li dijî zimanê tirkî û tû zimanÎ nîn in lê berya her  tiştî em
xizmetkar û hijmekarê zimanê xwe ne.

Dido:Madema tu weqasî kurdewer î wek parêzerek te çima di doz û parastina
KCKyÎyan da cih negirt? Li anagorê te KCKyÎ ne kurd in. CHP û MHP di rûqal
da herdû jÎ partîyên sosyo-nijad faşîst in, di derkarWê gavê Tû dikaribûn
xweştir  û bandortir vê xwesteka parastina bi kurdî bînÎ ziman.Lewre tecrûba
te hebûbû!!!

Wele em pêşin bêjin te: Hak par û kardep û partÎ û rêxistinê kurd ên mayÎ bo
te nebûn starek.Te hemûyan ceriband lê tû li viçoyê mayî.Te hinek belengazan
dane dora xwe û propaxanda xwe bi wanda dikî û ew jî ji te bawer dikin.Em
dil nadin lê dîsa em dê bêjin. Te xwe bi der daye. Heyf û sed mixabin.Îro
eger tû yek ji endamên wan xweşmêrên serê ne çîyayek lê li serê heft çiyan
bûyayî jîd bi teqîna tifingek tirtovirto ra te dê heta Koçhîsarê bazdaya.
Kuro edê bes e xwe zêde mede dest û kifş meke.Hinek emegê te di oxira
kurdayetÎyê da heye ewî jî heder meke.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap