“Zimanê Kurdî, ji vir sih çil sal berê bigire heta van çend salên dawîn bi
destê Kurda ji qada siyasetê hema bigire ji binî ve hatibû rakirin. Werin em
hinek mejiyê xwe li ser dîrokçeya vê malkambaxiyê biwestînin.
Kurdên me yên berê, ew ên ji dilê xwe sax, gava li ber dewletên dagirker serî
radikirin, ji rewabûn û meşrûiyeta serhildanên xwe, ji mafdariya liv û tevger
û çalakiyên xwe ewqas bi bawer bûn ku, piştî têkçûnan di mejiyên xwe de
dibirin dianîn dikirin nedikirin sedema darvekirin û zîndankirina serok û
lehengên xwe fêm nedikirin.
Bi rastî jî ew mêrên girên geriyayî yên wek dêwan, di qada şer de êriş dibirin
ser dijmin wek şêran ; lê gava dîl diketin û derdiketin hemberî dadgeran “ji
bela bêzimaniyê” vediguherîn dibûn kerr û lalên reben û stûxwar, sêwiyên ber
diwaran.”
...
Gelî xêrxwazên kurdî, dûmahîka nivîsê di bloga min a ku lînka wê li jêr e de
ye. Heke bala we kışandibe ji kerema xwe re
http://mamostemaruf.blogspot.com/2010/12/tevgera-azadiya-kurd-u-zimane-kurdi.html
bitikînin.
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.