Kekê min, Baweriya min ew e ku hemî xwendevanan ji nivîsa min heman tiştî fêm kirine lê cenabê we ne tê de… Ez di vir de li ser rewşa gelê Kurd ê Bakûr, ya piştî têkçûna serhildanan radiwestim. Heke mijara vê nivîsê kurtedîroka gelê Kurd bûya mafê we hebû ku we Mîr Celadet, Kamûran Bedirxan, Seyîd Riza, Osman Sebrî, Cigerxwîn û bi dehan nivîskar û lehengên hêja yên Kurdan bianiya bîra min…. Kekê delal, ez qala wan demên reş û tarî dikim ku kaxizek bi kurdî reşkirî na, li ser “ kurd” binivîsîbûya dibû sedema zîndankirin û nefîkirina gundekî… Ew dem dewran ewqas bi tirs û bi xof bûn ku dê û bav newêrîbûn ji zarokên xwe re bigotina em Kurd in… Îcar hûn rabûne dibêjin weha bû weha çû… Hayê kî û kê ji Bedirxaniyan, Qazî Mihemed û Seyîd Riza hebû kekê min, hebûya jî kî diwêribû navê wan bîne ser zimên… Tu, bo derman li heft gundan bigeriyayî rastî peyvek nivîskî ya bi Kurdî nedihatî! Tê bîra min piştî darvekirina Şêx Seîd di korta Tatos û Xinûs û Gimgim û Wartoyê de tevahiya Mewlûdên bi Kurdî bi destê mezinên me hatibûn şewitandin; gava bi dizîka mewlûd didan xwendin, riya rojekî diçûn melekî mewlûd jiberkirî didîtin pê didan xwendin… Bi vê munasebetê ez dixwazim ji hemî endamên Diwanxaneyê bipirsim ka li tevahiya Bakûrê Kurdistanê kêlikek gorek heye ku bi Kurdî hatibe nivîsandin? Ez dibêjim kes newêribû bigota “ez bi Kurdî dizanim” di şûna wê de digotin “ez ziman nizanim” an “ ez nikarim biaxivim” Kekê hêja, sîyaseta bêyom gelek caran me şaş dike; ew qas ku dike em ji hevûdu jî fêm nekin… Baweriya we ew e ku kî û kê Tevgera Azadiya Kurd mezin dike, nirx û hêjahiyên beriya wê ji binî ve reş dike , an înkar dike, ne wusa? Tiştek weha tune roniya çavê min … Bi ya hemî welatparêzên jidil ev yek şîrheramî ye… Bimînin di xêr û xweşiyê d Mamoste Marûf
--- En date de : Lun 6.12.10, Kakshar Oremar <[email protected]> a écrit : De: Kakshar Oremar <[email protected]> Objet: {Diwanxane} Rexne!! À: [email protected] Date: Lundi 6 décembre 2010, 12h33 Silav kekê Hejar, hîvîdarim ku tu û hemû kesên derdora te bash bin. Kekê min ji vê nivîsê tishtek fam nekir. gelo ev riste yanî chi: “Zimanê Kurdî, ji vir sih çil sal berê bigire heta van çend salên dawîn bi destê Kurda ji qada siyasetê hema bigire ji binî ve hatibû rakirin...." Gelo ger ev rast be, chawa bû ku Qazî Mihemed û Seyîd Riza nehatin ji bîr kirin. Herin rojnamên ne 65 sal an jî 40 salên berê yên rêxitinên Kurda bixwi^nin, ka ev gotin raste an ne? Hîvîdarim di hilbijartina nivîsan da hinek diqet bikî. Ligel rêz û silavan. Kakshar Oremar e-mail: [email protected] tel: 004917620061534 http://www.pen-kurd.org/kurdi/kakshar/KaksharOremar.html http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=952&yazar=34 --- Hejar Shamil <[email protected]> schrieb am So, 5.12.2010: Von: Hejar Shamil <[email protected]> Betreff: RE: {Diwanxane} nivîsek nû An: [email protected] Datum: Sonntag, 5. Dezember, 2010 11:51 Uhr Birêz Mamoste Marûf. Destê we û dilê we xweş be. Nivîsa we li kurdistan-post.ru de bi cih kir. Di gel silavên birayetî Hejarê Şamil. Date: Sat, 4 Dec 2010 22:16:51 +0000 From: [email protected] Subject: {Diwanxane} nivîsek nû To: [email protected] “Zimanê Kurdî, ji vir sih çil sal berê bigire heta van çend salên dawîn bi destê Kurda ji qada siyasetê hema bigire ji binî ve hatibû rakirin. Werin em hinek mejiyê xwe li ser dîrokçeya vê malkambaxiyê biwestînin. Kurdên me yên berê, ew ên ji dilê xwe sax, gava li ber dewletên dagirker serî radikirin, ji rewabûn û meşrûiyeta serhildanên xwe, ji mafdariya liv û tevger û çalakiyên xwe ewqas bi bawer bûn ku, piştî têkçûnan di mejiyên xwe de dibirin dianîn dikirin nedikirin sedema darvekirin û zîndankirina serok û lehengên xwe fêm nedikirin. Bi rastî jî ew mêrên girên geriyayî yên wek dêwan, di qada şer de êriş dibirin ser dijmin wek şêran ; lê gava dîl diketin û derdiketin hemberî dadgeran “ji bela bêzimaniyê” vediguherîn dibûn kerr û lalên reben û stûxwar, sêwiyên ber diwaran.” ... Gelî xêrxwazên kurdî, dûmahîka nivîsê di bloga min a ku lînka wê li jêr e de ye. Heke bala we kışandibe ji kerema xwe re http://mamostemaruf.blogspot.com/2010/12/tevgera-azadiya-kurd-u-zimane-kurdi.html bitikînin. Mamoste Marûf -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
