Medya kurdî, konferansa kurdî û zimanê tehrîkê http://www.welat.org/niviskar-Medya-kurd---ziman-tehrk-265/ Tayip TEMEL /Azadiya Welat Di van rojên ku jehr ji ekran û rûpelên çapemeniya tirk dibarin, hêja ye ku mirov li hemberî vê pêlê rol û misyona çapemeniya kurdî nîqaş bike. Lê nîqaşkirina çapemeniya kurdî dişibe nîqaşkirina yekitiya neteweyî ya kurd. Beriya wê mijarê divê bê gotin neteweyek an jî komeke kollektif ku bi bandora amûrên ragihandinê hizra wî hate dagirkirin, nikare bi awayekî saxlem bifikire û vê xuleseyên ku wê komê dike ew, heta tunebûnê jî diçin. Ew girseyên di vî warî de bêne hingaftin, êdî bixwazin û nexwazin jî dikevin xizmeta serdestan. Helwesta medya tirk a li dijî hebûna neteweya kurd ku bi salan e didome bo vê rewşê mînakek baş e. Li Tirkiyeyê konsepta çapemeniyê ango polîtîkaya weşanê ya televizyon, rojname û kovaran li gorî plana daîmî ya Daîreya Şerê Taybet tê amadekirin. Kengî hin rojnameger an jî weşan ji vê konseptê dûr bikevin ew tên hişyarkirin û desthilatdar peywira wan tînin bîra wan. Lazim ê mirov lê zêde bike ku çapemeniya tirk bûye amûra esasî ya siyaseta fermî ku li dijî kurdan tê meşandin. Berovajîkirina rastiyan, amadekirina psîkolojiya înkarkirina hebûna neteweya kurd û çandî, parçekirina û jihevdûrxistina kurdan çend armancên vê siyasetê ne ku bi salan e didomînin. Jixwe piraniya civaka Tirkiyeyê jî niha di vê rewşê de ye û ew ji leşkeran leşkertir, ji desthilatdaran desthilatdartir in. Gelek encax ev qas bibe peywirdarên siyaseta fermî ya dewletê. Dema mirov li zimanê çapemeniya tirk dinêre pir rehet dibîne ku tiştekî din ê pê radibe ew e ku kurdan wekî neteweyeke yekgirtî na, wekî komên bi çandên cuda, hizr û baweriyên cuda û heta bi zimanên cuda (zaravayan kurdî wekî zimanên cuda bi nav dike – Minak; zazakî û zaza wekî gelek ne kurd dibîne) pênase dike. Çapemeniyê dema ku gerîlayekî/e kurd jiyana xwe ji dest bide ew ji vê rewşê re dibêje; ‘bêbandorkirin’. Yanî çapemeniyeke wisa heye ku ji ‘kuştinê’ re dibêje ‘bêbandorkirin’. Yên beranberî vê zîhniyetê derdikevin jî bi pêkanînên pir giran re rû bi rû dimînin. Jixwe ji ber vê yekê ye ku dadgeh ji ber peyvên ku hatine bikaranîn bi sedan salan ceza didin rojnamegeran. Bi pêşveçûna teknolojiya ragihandina civakî û piştî tesîra wê teknolojiyê li ser medyayê, çapemenî bûye hêza herî navendî ya civakê. Medya bi vê hêza xwe êdî tesîrê li ser kes, kom û hemû civakê dike. Bandorê li ser çand, ziman, rabûn û rûniştina mirovan dike. Heta mirov dikare bêje ji bo guhertina wan xusûsiyetên mirovan jî çeka herî bandordar e. Ango çapemenî û ragihandin xwedî wê taybetmendiyê ku bikare civakê ji nû ve ava bike, berê civakê bide qencî û başiyê. Lê heke ku xirab hate bikaranîn jî berevajî vê yekê dikare mirov ji mirovbûnê derxîne û bîne asta zindiyekê ji rêzê. Li gel vê rastiya çapemeniya tirk jî cihê mixabiniyê ye ku hêj jî hin malperên kurd yên wekî; nefel.com û gelekên din şûna bi zimanê xwe xizmetî yekitiyê bikin, bi agahiyên derew û şaş ên medya serdestan rê li ber kûrkirina nakokiyan vedike. Mînak; Konferansa Kurdistanî ya li Amedê berhev bûbû, bi ser navê; ‘Kurdên di mihwera PKK’ê de li Diyarbekirê civiyan’, ‘Konferansa Kurdistanî li gorî dilê PKK’ê bi dawî bû’ û bi dehan sernavên din ên tahrîkê… Lazim e kurdên ku doza azadiyê dimeşînin, ji derfetên teknolojîk ên derketine holê sûdê wergirtin û hêza medyayê bixin xizmeta doza neteweyî û civaka demokratîk. Ji bo ku rêgez û exlaqên çapemeniya neteweyî bên diyarkirin û medya kurd li gorî feydeyê neteweya kurd tevbigere çend divê teqez di medya kurd de zimanê neteweyî pêş bikeve.
Fermo lînka nivisê ji heye... http://www.welat.org/niviskar-Medya-kurd---ziman-tehrk-265/ -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
