Bûbê Eser, madem tu ew qas zana yî, gelê xwe difikirî, te çima
heya îro rêxistinek wisa bi erk pêk neanî? Belkê jî dereng nemayî. De
kerembike tu yekîtiyekê pêk bîne û bila her kes li pey te bê û bila
cenabê te welat rizgarbike.
     Ma gelo ji bilî yên li dor hêla  DTK yê civiyane wê de rêxistinek
Kurd maye. Ji bilî şexsê wekî te?...

2011/9/25 bube eser <[email protected]>:
> Hêjeyan,
> Ez vê nivîsa bi we re jî parvedikim.
> Her şad û serketî bin.
> Bûbê Eser
>
>
>
> Yekîtiyeke çawa?
>
> Bûbê Eser
>
> Ji roja Kurdistan di nava dagirkerande hatiye perçekirin û heta roja îro,
> tim di rojeva kurdan de yekitiya gelê kurd peyde bûye. Ji bona wê kar û
> xebatên hêja, kedên bê hempa hatine kirin û rijandin, lê mixabin ew yekîtiya
> ku gelê me xwestiye hê jî pêk nehatiye. Ji xwe Ehmedê Xanî ev bi wê gotina
> xwe ya delal, şêrîn û neteweyî ku dibêje: "Me heba yekîtiyek" dabû zanîn ku
> bê çiqasî pêwîstiya kurdan ji yekîtiyê heye, hebû û dê her hebe. Her weha
> piştî Ehmedê Xanî û heta vê gavê jî gelek ji rewşenbîrên kurdan, nivîskar,
> siyasetmedar û kesên têgihiştî tim yekitiya gelê kurd xistine rojevê. Lê
> dîsa jî heta vê gavê, em kurdên bakur di vê mijarê de bi serneketine.
>
> Ez naxwazim tiştên berê li vir dubare bikim û bi vê yekê nivîsa xwe dirêj û
> serê we jî biêşînin. Hema em carekê li dîroka bakurê Kurdistanê ya piştî
> salên 70ê binêrin, em ê bibînin ku ji bona yekîtî, bi hevre karkirin û
> hevkariyan gelek gavên hêja hatine avêtin lê dîsa  jî em di vê mijarê de di
> sinifê de mane û bi serneketine. Heta vê gavê jî em vê derza xwe dixebitin
> lê em dikin û nakin em di vê ezmûnê de bi sernakevin. Heyfe... Lê gelek
> sedemên vê têne zanîn, lê nayên gotin.
>
> Heger em bala xwe bidin tevgera gelê xwe ya li bakur em ê bibînin ku îro
> rêxistineke ku ne ji bona berjewendiya gel tevdigere, heye û rojeva kurdên
> bakur îro di destê wê de ye, çawa dixwaze rêxistin û partiyê din li dû xwe
> dikişkişîne. Çawa dixwaze berê wan bi aliyê ku ew dixwaze vedike. Çawa ji
> bona wê baş be, çawa jê re li hev bê weha dike. Di van tevgerên wê de tu
> berjewendiya kurdan tune ye. Mixabin çi dema berjewendiya kurdan ketiye
> rojevê ji bona wê têk bibe, çi ji destê wê hatiye texsîr nekirî ye.
>
> Belê ez bawerim we fêm kir ku ew rêxistina min bê ku navê wê bidim û behsa
> wê kir, we fêm kir ku ew kîjan e. Lê dibe ku hin vê hê jî fêm nekin an
> naxwazin ku fêm bikin, loma ez dibêjim; ew rêxistin, ew partî ew dem û
> dezgehên wê ji bona berjewendiya kurdan bi ser nekeve, kar û xebatê dike PKK
> bi xwe ye. Loma jî ez dibêjim heta ew weha bi hêz be û di bin kontrola
> erkenekonê de be wê tu tevgerên din li bakur nikaribin bibin xwedî hêz û
> qawet...
>
> Belê wê tu hêzên din nikaribin bibin xwedî hêz û qawet, ji ber ku vê gavê ya
> bi hêz û qawet ew rêxistina ku berjewendiya gelê kurd naparêz e, bi xwe ye.
> Ji ber ku çi dema hêz û tevgerên ji bona berjewendiya gel derdikevin, ango
> tevdigerin te hew dît ew ket pêş û ew tevger xiste bin hîmeya xwe. Heger bê
> bîra we (Lê kurdên bakur zû do jî bîr dikin) berî hilbijartina 12 hezîrana
> 2011an li bakurê kurdistanê û di nava tevgerên welatparêzan de ji bona bi
> hevre kar  bikin ango tevgereke neteweyî amade bikin, dihatin ba hev û li
> ser vî asasî çend civîn jî çê kirin. Lê me hew dît PKK kete nav wan ew ji
> hev belakir û dîsa weke gelek caran her tiştek weke xwe kir.  Rêxisin û
> tevgerên ku bikaribe ji bona gelê xwe kar bikin, ji hev belav kir. Blokek
> sexte amade kir û ew di wirde li gor xwe bi cih kirin. Kirin ku ew bê qeyd û
> şertan  piştgiriya wan bigire û girt jî. Bi gotineke din hemû rêxistinên ji
> derveyî xwe bi vê yekê xiste bin kontrola xwe û hê jî ev didome.
>
> Hê jî ev didome. Ji ber ku çi dixwaze vê yekê bi rêxistinên din jî dide
> qebûlkirin. Çawa bixwaze weha dike. Ji ber ku hê ew blok heye çi dikin li
> ser navê hemû kurdan tê zanîn ango qebûlkirin. Ji ber ku ew blok hê jî zîndî
> ye. Tiştên niha dike jî hemû ji bona çi ye, ji ber çi ye, tê zanîn.  Niha ew
> ji bona armancên xwe yên gemarî û yên ne di berjewendiya gel de ne, hemû
> partî û rêxistinên bakurê kurdistanê li dû xwe dikşîne. Yên me jî hemû bê
> deng in. Heta kêfxweş in ku ew li dû vê rêxistinê ne. Kêfxweş in ku li dû vê
> rêxistina ku tu caran berjewendiya gel neparistiye, ne. Bê ku hay û bala wan
> jê hebin, niha ew bi xwe jî ji bona hemû armacên vê rêxistinê di nava karên
> qirêj dene. Divê çi bibe?
>
> Li gor min pêwîst e  ji nû de hemû rêxistin, partî û komeleyên bakurê
> kurdistanê li ser vê hevkarî an jî yekîtiya (konferans, kongre kombûn ûhwd)
> ku dixwaze bi destê pkk e bibe, baş bifikirin. Divê bê dîtin ku ev ji bona
> çi ye? Armanc û helwesta vê berbi ku de ye. Heger tiştekî weha di bin sîwana
> pkk ê de pêk bê aha wê gavê em ê bi destên xwe Lozana dudan pêk bînin ku êdî
> wê ne hêsan be ku em vê ji ser gelê xwe rakin. Loma jî dibêjim; heger em
> berjewendiya gelê xwe diparêzin, heger em dixwazin gelê xwe bighêjînin
> azadiya wî  û yekîtiyeke neteweyî pêk bînin, divê em ji hemû tevgerên pkk û
> rêxistinên girêdayî wê ne dûr bikevin. Ango xwe ji wan dûr bigirin. Heta ku
> em dûvikê wan bin, heta ku em li gor wan rojeva xwe bimeşînin em ê tu caran
> yekîtiyeke neteweyî li bakurê kurdistanê nebînin. Heger em bi rastî jî
> berjewendiya gel diparêzin divê em bi awayekî giştî xwe ji hemû, hevkarî,
> tevger, bi hevre karkirin û yekîtiya bi pkk û yên der dora wê re dûr bikin.
> Ya na em  gelê xwe dixin bin bandora Lozana dudan ya ku pkk dixwaze pêk
> bîne. Êdî hûn dizanin.
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret
> qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
>
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
> Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
> Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap