Gelo wê hê jî ev bloka xapînok bidome? Bûbê Eser Ji roja Kurdistan hatiye 
dagirkirin û heta îro, gelê kurd tim li hember dagirkeran serê azadiyê daye. Lê 
heta vê gavê ji bilî perçê ango basûrê Kurdistanê hê sê perçên din di bin nîrê 
dijmin de dinale. Li van perçena jî tekosîna gelê kurd nesekiniye û wê nesekina 
heta ku ew jî azad bibin.
Tekosîn û berxwedan heta serê çekdarî jî di nav de, ji bona azadiya kurdan 
pêwîst û girîng e. Kurdan ji mecbûrî dest avêtin çekan da ku gelê xwe biparêze 
û wî bighêjîne azadiya wî. Heta niha gelek serîhildan û li hember dagirkeran 
serê çekdarî jî pêk hatine. Bi saya serê çekdarî bû ku basûrê welatê me hat 
azadkirin û niha li wir gelê me xwe bi rêve dibe. Rêvebirên me yên wir ji bona 
Kurdistaneke xwes, aram û demokrat tevdigerin. Her weha basûrê welatê me jî roj 
bi roj xwestir, aramtir û demokratir dibe. Ji bona vê yekê em hemû Kurd qerzdar 
û sipasdarên serokê Kurdistanê brêz Mesud Barzanî ne ku ew hê jî li ser rêbaza 
Barzaniyê nemir e. Em sipasdarê hemû desthilatdarê basûrê welatê xwe ne ku îro 
ew jî bi mejûyekî welatperwerî tevdigerin. Em sipasdarê muxelefata basûrê 
Kurdistanê ne ku ew jî li hember neheqiyan, gendeliyan dertên  da ku 
Kurdistaneke paqij, aram pêskêsî gelê xwe û cîhanê bikin. Ji ber ku ji bona 
azadiya basûrê welatê me çi desthilatdar û çi jî muxalefeta îro hemûyan bi 
hevre tekosîn danin û em kirinin xwediyê perçeyekî azad.
Heger em tekosîna gelê xwe ya basûr bi bîr bînin, wê bê dîtin ku bi wê guleya 
îlonê (11ê Îlona 1961) ya ji nû ve Kurd siyar kir da ku ew mafê xwe biparêze û 
li hember dagirker û  zaliman  tekosîna azadiya gelê xwe bi serokatiya, serokê 
neteweyî Barzanî yê nemir dan. Her weha ev tekosîn, ev xwedî li xwe 
derketandin, ev siyarkirina ji nûve ya kurdan bi guleya Gulanê (26.05.1976an ) 
jî ket xeta siyasî, bi rê û rêbazekê kemilî. Loma jî Barzaniyê nemir rêbaz û 
destûreke neteweyî ji bona gelê Kurd amade kir û îro em bi saya wê rêbazê xwedî 
perçeyekî azad in. Ji ber vê ye ku divê em tekosîna wir ya li hember dagirkerên 
Iraqê bas bixwînin û bizanibin ku wan çawa, bi çi rê û rêbazan basûrê welatê me 
azad kirin. 
Weke ji we ve jî xuya ye ku li bakurê welatê me jî gel nesekinîye her ji bona 
mafê xwe yê rewa bi dest bixwe li hember dagirkeran serî dananiye. Gelek 
serîhildan û berxwedan li vir jî  hatine dayîn. Pistî têkçûna serî azadiyê li 
Dersîmê ya pistî sala 1938an li bakurê kurdistanê gel bi temamî bê deng bû. Lê  
pistî salên 60î û pêve gel ket nav hewldan û tekosîneke bê hempa ku mafê xwe bi 
destbixe. (Lê divê neyê ji bîr kirin ku soresê îlon û gulanê tirs û xofa li ser 
bakur rakir da ku ew ji nûde ji bona azadiya xwe têbikose) Ji bona wê jî her rê 
û olax ji bona wî rewa bû. Lê gel û rewsenbîran tim jî xwe didan aliyê 
çareserkirineke bê çek. Siyarbûn û gesbûneke bê hempa heta dawiya salên 1970 
pêk hat ku ev pêla siyarbûne dagirker gelekî tirsand ku bi vî awayî gelê me wê 
xwe bigîhanda azadiya xwe. Lê ji bona sabotekirina vê, dijmin jî qet nesekinî, 
wan jî her proje û bernameyên ku wê çawa vê pêla siyarbûna kurdan têk bibin, 
dixebitîn. Li gel hemû pispor, zana û aqilmendin xwe biryara tekosîna kurdan ya 
ji bona azadî û serbestiya wî bi destên kurdan têk bibin, dan. 
Li gor vê jî bi destên xwe rêxistineke bi nav û bernameyeke kurdî lê ne ji bona 
parastina berjewendiya kurdan, damezrandin. Bi damezrandin û bi derketandina vê 
rêxistina ku cara ewil berê xwe da kurdan û dest bi kustina kurdan kir, kêfa 
dagirkeran anî cih. Loma jî parastin û çekên wan jî ji aliyê dagirkeran ve 
dihat amade kirin. (Ne ez vê dibêjim. Serokê vê rêxistinê bi xwe ev di 
bernemeyên xwe yên di Televizyona wan û di rojnemeyên xwe de ev eskere kirî ye) 
Herweha Wan jî qusûr di karê xwe de nekirin û nakin jî.  Li gor biryar û 
destûra dagirkerên ku ew damezrandibû tevdigeriyan, kiryar û bûyerên xwe li ser 
wî asasî pêk dianîn. Dîroka wan tê zanîn. Heger bi çavekî bê alî,  li gor bîr û 
baweriya neteweyî em li  wê dîroka wan binêrin wê bê dîtin ku hemû tekosîna wan 
ji bona têkbirina berjewendiyên gelê kurd û sêrînkirina Kemalîzmê bi xelkê me 
bû.
Ji xwe dema serokê wê partiyê Evdila Ocalan li cih û warê xwe vegeriya gotina 
wî ya ewil; ”Ez di xizmeta dewletê de me, çi kar û wazifeyan bide min ez ê bê 
kêmanî pêk bînim” bû. Li gor min ew hevok têr dike ku wê çi biba.
 Em vana hemûyan bidin alîkî û bêjin bila weke wan be ku ev tekosîna bi destê 
vê rêxistina ji aliyê dagirkeran de hatiye damezrandin, rast bû. Loma jî Evdila 
û hin desthilatên tirkan li gel hev rûnistin da ku kêseya gelê me çareser 
bikin. Bi hevre ketin guftoguyan, dan û stendin. Li gor van muzakereyan êdî 
rews hatibû merhaleya dawî da ku li hevhatinekê bikin. Lê nebû. Çima nebû? Ji 
bona çi ser, kustin û revandina kesan ji nû de destpê kir?  Ji ber ku aramî , 
rehetî û demokrasî ne li gor exlaqê Erkenekonê ye loma. Heger aramî bibe, heger 
asitî bê, wê erkenekon û rêxistinên bi wê ve girêdayî ji holê rabe. Heger ser 
raweste û aramî bibe wê gelê kurd ji wê rêxistina girêdayî ergenokonê ku ya li 
ser navê kurdan, kurd kustina hesaban bipirse. Xelkê me wê doza kes û 
kesayetiyên xwe yên ku bi destê vê rêxistinê hatine kustin, bikin. 
Heger ne ji ber vê be, herkes dizane ku dawiya ser li hevkirin û bi dagirkeran 
rûnistin heye. Lê ji nû ve revandina mamosteyan, kustina keçên kurd, 
wêrankirina gel bi xwe ye. Tirs û xofa ku ji nav kurdan rabû bû ku wan êdî hin 
tist bi çavên xwe didîtin û bi aqilên xwe munaqese dikirin, nayê hesabê vê 
rêxistin û serokatiya wê. Ji ber ku serokatî bi dewletê ve girêdayî ye. 
Eskerekirina wan, tê wateya ev rêxistin ne ya kurdan e, lê li ser navê kurdan û 
bi destê dagirkeran ve hatiye damezrandin û rêvebirin.
Loma dibêjim, gelê kurd, rewsenbîr û zaneyên vî gelî, divê êdî li hember van 
êrîs, tevger û tekosîna PKK ê ya ji bona tunekirina gelê kurd, derkevin heye. 
Divê êdî bê deng nemînin. Bêdengî qebûlkirina bin destiyê ye. Loma divê êdî em 
vê bindestiyê ji ser serê xwe rakin. Bi aqilmendî bifikirin û bibînin ku tu 
berjewendiya gel di vê jinûde rakirina çekan de tuneye. Ev lîstikek nû ye. Ev 
hemleya ergenekonê û ya PKKê dawî ye. Ji ber ku êdî dengê xelkê  hêdî hêdî li 
hember êrîs û kiryarên PKK yên ne di berjewendiya gel dene, bilind dibe. Tirs û 
xofa berê li ser xelkê radibe, hindik be jî rabûye. Loma tirsa wan ew e ku dema 
xelk û gel destbi rexneyan bikin, bi mejiyên xwe bifikirin, bi çavên xwe 
rastiyê bibînin, bi guhên xwe dengê azadiya xwe ya rast bibîhîzin, ev ê jî bibe 
dawîlêanîna wê rêxistina ku bi destê dijmin hatiye damezrandinê. Dema dawî li 
wê hat, êdî wê çi bê serê rêvebirê vê partiyê ji niha de diyar e...
Partî û rêxistin ji bona armanceke derdikevin, têne damezrandin û li gor wê 
pêwîstiyê ew tekosîna gelê xwe çi bi rêya çek û çi jî bi rêyên demokratîk 
didin. PKK bi siara serxwebûna Kurdistanê derket lê îro li ku sekiniye diyar e. 
BDP ya girêdayî vê û ya qet nikare bi serê xwe biryara xwe bide,  pistî 
hilbijartina 2011an ji ber hin sedemên li gor xwe dest bi boykotê kir. (Ez bi 
xwe li dij wê boykotê bûm)  Lê hate zanîn, bêî ku bangekek ji  wan re here an 
jî sedemên wan pêk hatibe ango daxwaza wan hatibe cih, wê yekê meha çiriyê li 
parlemenê vegere. (Helbet vegera wan bas e) Yanî xwe bi xwe bû bûk û zava. 
Pirsa min ji wan ev e. Gelo we ji bona çi ne çûyina parlemenê  boykot kir û we 
çi bi destxist ku hûn lê vedigerin? Bersîva min; NE TU TIST. Lê na, tistek bi 
destxistin ew jî hetîketinek bû. Dema mirov lîstika berdestê hinan be û bi 
aqilê xwe tevnegere, bi baweriya xwe ne ewle be û ji xwe ne bawer be, wê tim 
halê mirov, partî û rêxistanan jî weha be. Gelo kes û kesayetî, partî û 
rêxistinên di vê bloka ne ji xêra kurdan re bû, dene, qet wê pirsekê ji BDPyê 
nakin ku çima weha dikin? Û gelo wê hê jî ev bloka xapînok bidome? 30.09.2011

                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap