Brayê Talha Çek,
Sipas ji bona van gotinên te. Lê divê  hin rastiyê bêje û hustiyê xwe bide
kêrê. Ya na em ê di nava şaşî û çewtiyan de bihelin.
Silav û rêz
Bûbê Eser
2011/10/9 talha çek <[email protected]>

> *Keko, wele camêran dibên " Em arîstokratên Kurda ne, em kuda biçin Kurd
> hewcene li pey me bên " Xwedê xera bike jor simbêl jêr rû heye, ka ez
> nizanim çi bêjim :)*
> *Dilê te sax be te xweş hûnandîye, li gel silavan*
>
> 2011/10/5 bube eser <[email protected]>
>
>>
>> *Gelo wê hê jî ev bloka xapînok bidome?*
>>
>> *Bûbê Eser*
>>
>> Ji roja Kurdistan hatiye dagirkirin û heta îro, gelê kurd tim li hember
>> dagirkeran serê azadiyê daye. Lê heta vê gavê ji bilî perçê ango basûrê
>> Kurdistanê hê sê perçên din di bin nîrê dijmin de dinale. Li van perçena jî
>> tekosîna gelê kurd nesekiniye û wê nesekina heta ku ew jî azad bibin.
>> Tekosîn û berxwedan heta serê çekdarî jî di nav de, ji bona azadiya kurdan
>> pêwîst û girîng e. Kurdan ji mecbûrî dest avêtin çekan da ku gelê xwe
>> biparêze û wî bighêjîne azadiya wî. Heta niha gelek serîhildan û li hember
>> dagirkeran serê çekdarî jî pêk hatine. Bi saya serê çekdarî bû ku basûrê
>> welatê me hat azadkirin û niha li wir gelê me xwe bi rêve dibe. Rêvebirên me
>> yên wir ji bona Kurdistaneke xwes, aram û demokrat tevdigerin. Her weha
>> basûrê welatê me jî roj bi roj xwestir, aramtir û demokratir dibe. Ji bona
>> vê yekê em hemû Kurd qerzdar û sipasdarên serokê Kurdistanê brêz Mesud
>> Barzanî ne ku ew hê jî li ser rêbaza Barzaniyê nemir e. Em sipasdarê hemû
>> desthilatdarê basûrê welatê xwe ne ku îro ew jî bi mejûyekî welatperwerî
>> tevdigerin. Em sipasdarê muxelefata basûrê Kurdistanê ne ku ew jî li hember
>> neheqiyan, gendeliyan dertên  da ku Kurdistaneke paqij, aram pêskêsî gelê
>> xwe û cîhanê bikin. Ji ber ku ji bona azadiya basûrê welatê me çi
>> desthilatdar û çi jî muxalefeta îro hemûyan bi hevre tekosîn danin û em
>> kirinin xwediyê perçeyekî azad.
>> Heger em tekosîna gelê xwe ya basûr bi bîr bînin, wê bê dîtin ku bi wê
>> guleya îlonê (11ê Îlona 1961) ya ji nû ve Kurd siyar kir da ku ew mafê xwe
>> biparêze û li hember dagirker û  zaliman  tekosîna azadiya gelê xwe bi
>> serokatiya, serokê neteweyî Barzanî yê nemir dan. Her weha ev tekosîn, ev
>> xwedî li xwe derketandin, ev siyarkirina ji nûve ya kurdan bi guleya Gulanê
>> (26.05.1976an ) jî ket xeta siyasî, bi rê û rêbazekê kemilî. Loma jî
>> Barzaniyê nemir rêbaz û destûreke neteweyî ji bona gelê Kurd amade kir û îro
>> em bi saya wê rêbazê xwedî perçeyekî azad in. Ji ber vê ye ku divê em
>> tekosîna wir ya li hember dagirkerên Iraqê bas bixwînin û bizanibin ku wan
>> çawa, bi çi rê û rêbazan basûrê welatê me azad kirin.
>> Weke ji we ve jî xuya ye ku li bakurê welatê me jî gel nesekinîye her ji
>> bona mafê xwe yê rewa bi dest bixwe li hember dagirkeran serî dananiye.
>> Gelek serîhildan û berxwedan li vir jî  hatine dayîn. Pistî têkçûna serî
>> azadiyê li Dersîmê ya pistî sala 1938an li bakurê kurdistanê gel bi temamî
>> bê deng bû. Lê  pistî salên 60î û pêve gel ket nav hewldan û tekosîneke bê
>> hempa ku mafê xwe bi destbixe. (Lê divê neyê ji bîr kirin ku soresê îlon û
>> gulanê tirs û xofa li ser bakur rakir da ku ew ji nûde ji bona azadiya xwe
>> têbikose) Ji bona wê jî her rê û olax ji bona wî rewa bû. Lê gel û
>> rewsenbîran tim jî xwe didan aliyê çareserkirineke bê çek. Siyarbûn û
>> gesbûneke bê hempa heta dawiya salên 1970 pêk hat ku ev pêla siyarbûne
>> dagirker gelekî tirsand ku bi vî awayî gelê me wê xwe bigîhanda azadiya xwe.
>> Lê ji bona sabotekirina vê, dijmin jî qet nesekinî, wan jî her proje û
>> bernameyên ku wê çawa vê pêla siyarbûna kurdan têk bibin, dixebitîn. Li gel
>> hemû pispor, zana û aqilmendin xwe biryara tekosîna kurdan ya ji bona azadî
>> û serbestiya wî bi destên kurdan têk bibin, dan.
>> Li gor vê jî bi destên xwe rêxistineke bi nav û bernameyeke kurdî lê ne ji
>> bona parastina berjewendiya kurdan, damezrandin. Bi damezrandin û bi
>> derketandina vê rêxistina ku cara ewil berê xwe da kurdan û dest bi kustina
>> kurdan kir, kêfa dagirkeran anî cih. Loma jî parastin û çekên wan jî ji
>> aliyê dagirkeran ve dihat amade kirin. (Ne ez vê dibêjim. Serokê vê
>> rêxistinê bi xwe ev di bernemeyên xwe yên di Televizyona wan û di rojnemeyên
>> xwe de ev eskere kirî ye) Herweha Wan jî qusûr di karê xwe de nekirin û
>> nakin jî.  Li gor biryar û destûra dagirkerên ku ew damezrandibû
>> tevdigeriyan, kiryar û bûyerên xwe li ser wî asasî pêk dianîn. Dîroka wan tê
>> zanîn. Heger bi çavekî bê alî,  li gor bîr û baweriya neteweyî em li  wê
>> dîroka wan binêrin wê bê dîtin ku hemû tekosîna wan ji bona têkbirina
>> berjewendiyên gelê kurd û sêrînkirina Kemalîzmê bi xelkê me bû.
>> Ji xwe dema serokê wê partiyê Evdila Ocalan li cih û warê xwe vegeriya
>> gotina wî ya ewil; ”Ez di xizmeta dewletê de me, çi kar û wazifeyan bide min
>> ez ê bê kêmanî pêk bînim” bû. Li gor min ew hevok têr dike ku wê çi biba.
>>  Em vana hemûyan bidin alîkî û bêjin bila weke wan be ku ev tekosîna bi
>> destê vê rêxistina ji aliyê dagirkeran de hatiye damezrandin, rast bû. Loma
>> jî Evdila û hin desthilatên tirkan li gel hev rûnistin da ku kêseya gelê me
>> çareser bikin. Bi hevre ketin guftoguyan, dan û stendin. Li gor van
>> muzakereyan êdî rews hatibû merhaleya dawî da ku li hevhatinekê bikin. Lê
>> nebû. Çima nebû? Ji bona çi ser, kustin û revandina kesan ji nû de destpê
>> kir?  Ji ber ku aramî , rehetî û demokrasî ne li gor exlaqê Erkenekonê ye
>> loma. Heger aramî bibe, heger asitî bê, wê erkenekon û rêxistinên bi wê ve
>> girêdayî ji holê rabe. Heger ser raweste û aramî bibe wê gelê kurd ji wê
>> rêxistina girêdayî ergenokonê ku ya li ser navê kurdan, kurd kustina hesaban
>> bipirse. Xelkê me wê doza kes û kesayetiyên xwe yên ku bi destê vê rêxistinê
>> hatine kustin, bikin.
>> Heger ne ji ber vê be, herkes dizane ku dawiya ser li hevkirin û bi
>> dagirkeran rûnistin heye. Lê ji nû ve revandina mamosteyan, kustina keçên
>> kurd, wêrankirina gel bi xwe ye. Tirs û xofa ku ji nav kurdan rabû bû ku wan
>> êdî hin tist bi çavên xwe didîtin û bi aqilên xwe munaqese dikirin, nayê
>> hesabê vê rêxistin û serokatiya wê. Ji ber ku serokatî bi dewletê ve
>> girêdayî ye. Eskerekirina wan, tê wateya ev rêxistin ne ya kurdan e, lê li
>> ser navê kurdan û bi destê dagirkeran ve hatiye damezrandin û rêvebirin.
>> Loma dibêjim, gelê kurd, rewsenbîr û zaneyên vî gelî, divê êdî li hember
>> van êrîs, tevger û tekosîna PKK ê ya ji bona tunekirina gelê kurd, derkevin
>> heye. Divê êdî bê deng nemînin. Bêdengî qebûlkirina bin destiyê ye. Loma
>> divê êdî em vê bindestiyê ji ser serê xwe rakin. Bi aqilmendî bifikirin û
>> bibînin ku tu berjewendiya gel di vê jinûde rakirina çekan de tuneye. Ev
>> lîstikek nû ye. Ev hemleya ergenekonê û ya PKKê dawî ye. Ji ber ku êdî dengê
>> xelkê  hêdî hêdî li hember êrîs û kiryarên PKK yên ne di berjewendiya gel
>> dene, bilind dibe. Tirs û xofa berê li ser xelkê radibe, hindik be jî
>> rabûye. Loma tirsa wan ew e ku dema xelk û gel destbi rexneyan bikin, bi
>> mejiyên xwe bifikirin, bi çavên xwe rastiyê bibînin, bi guhên xwe dengê
>> azadiya xwe ya rast bibîhîzin, ev ê jî bibe dawîlêanîna wê rêxistina ku bi
>> destê dijmin hatiye damezrandinê. Dema dawî li wê hat, êdî wê çi bê serê
>> rêvebirê vê partiyê ji niha de diyar e...
>> Partî û rêxistin ji bona armanceke derdikevin, têne damezrandin û li gor
>> wê pêwîstiyê ew tekosîna gelê xwe çi bi rêya çek û çi jî bi rêyên demokratîk
>> didin. PKK bi siara serxwebûna Kurdistanê derket lê îro li ku sekiniye diyar
>> e.
>> BDP ya girêdayî vê û ya qet nikare bi serê xwe biryara xwe bide,  pistî
>> hilbijartina 2011an ji ber hin sedemên li gor xwe dest bi boykotê kir. (Ez
>> bi xwe li dij wê boykotê bûm)  Lê hate zanîn, bêî ku bangekek ji  wan re
>> here an jî sedemên wan pêk hatibe ango daxwaza wan hatibe cih, wê yekê meha
>> çiriyê li parlemenê vegere. (Helbet vegera wan bas e) Yanî xwe bi xwe bû bûk
>> û zava. Pirsa min ji wan ev e. Gelo we ji bona çi ne çûyina parlemenê
>> boykot kir û we çi bi destxist ku hûn lê vedigerin? Bersîva min; NE TU TIST.
>> Lê na, tistek bi destxistin ew jî hetîketinek bû. Dema mirov lîstika
>> berdestê hinan be û bi aqilê xwe tevnegere, bi baweriya xwe ne ewle be û ji
>> xwe ne bawer be, wê tim halê mirov, partî û rêxistanan jî weha be. Gelo kes
>> û kesayetî, partî û rêxistinên di vê bloka ne ji xêra kurdan re bû, dene,
>> qet wê pirsekê ji BDPyê nakin ku çima weha dikin? Û gelo wê hê jî ev bloka
>> xapînok bidome? 30.09.2011
>>
>>
>>  --
>> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
>> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
>> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret
>> qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
>>
>>
>> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>>
>> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
>> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
>> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik
>> taninir.
>>
>
>  --
> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret
> qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
>
>
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik
> taninir.
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap