*Keko, wele camêran dibên " Em arîstokratên Kurda ne, em kuda biçin Kurd hewcene li pey me bên " Xwedê xera bike jor simbêl jêr rû heye, ka ez nizanim çi bêjim :)* *Dilê te sax be te xweş hûnandîye, li gel silavan*
2011/10/5 bube eser <[email protected]> > > *Gelo wê hê jî ev bloka xapînok bidome?* > > *Bûbê Eser* > > Ji roja Kurdistan hatiye dagirkirin û heta îro, gelê kurd tim li hember > dagirkeran serê azadiyê daye. Lê heta vê gavê ji bilî perçê ango basûrê > Kurdistanê hê sê perçên din di bin nîrê dijmin de dinale. Li van perçena jî > tekosîna gelê kurd nesekiniye û wê nesekina heta ku ew jî azad bibin. > Tekosîn û berxwedan heta serê çekdarî jî di nav de, ji bona azadiya kurdan > pêwîst û girîng e. Kurdan ji mecbûrî dest avêtin çekan da ku gelê xwe > biparêze û wî bighêjîne azadiya wî. Heta niha gelek serîhildan û li hember > dagirkeran serê çekdarî jî pêk hatine. Bi saya serê çekdarî bû ku basûrê > welatê me hat azadkirin û niha li wir gelê me xwe bi rêve dibe. Rêvebirên me > yên wir ji bona Kurdistaneke xwes, aram û demokrat tevdigerin. Her weha > basûrê welatê me jî roj bi roj xwestir, aramtir û demokratir dibe. Ji bona > vê yekê em hemû Kurd qerzdar û sipasdarên serokê Kurdistanê brêz Mesud > Barzanî ne ku ew hê jî li ser rêbaza Barzaniyê nemir e. Em sipasdarê hemû > desthilatdarê basûrê welatê xwe ne ku îro ew jî bi mejûyekî welatperwerî > tevdigerin. Em sipasdarê muxelefata basûrê Kurdistanê ne ku ew jî li hember > neheqiyan, gendeliyan dertên da ku Kurdistaneke paqij, aram pêskêsî gelê > xwe û cîhanê bikin. Ji ber ku ji bona azadiya basûrê welatê me çi > desthilatdar û çi jî muxalefeta îro hemûyan bi hevre tekosîn danin û em > kirinin xwediyê perçeyekî azad. > Heger em tekosîna gelê xwe ya basûr bi bîr bînin, wê bê dîtin ku bi wê > guleya îlonê (11ê Îlona 1961) ya ji nû ve Kurd siyar kir da ku ew mafê xwe > biparêze û li hember dagirker û zaliman tekosîna azadiya gelê xwe bi > serokatiya, serokê neteweyî Barzanî yê nemir dan. Her weha ev tekosîn, ev > xwedî li xwe derketandin, ev siyarkirina ji nûve ya kurdan bi guleya Gulanê > (26.05.1976an ) jî ket xeta siyasî, bi rê û rêbazekê kemilî. Loma jî > Barzaniyê nemir rêbaz û destûreke neteweyî ji bona gelê Kurd amade kir û îro > em bi saya wê rêbazê xwedî perçeyekî azad in. Ji ber vê ye ku divê em > tekosîna wir ya li hember dagirkerên Iraqê bas bixwînin û bizanibin ku wan > çawa, bi çi rê û rêbazan basûrê welatê me azad kirin. > Weke ji we ve jî xuya ye ku li bakurê welatê me jî gel nesekinîye her ji > bona mafê xwe yê rewa bi dest bixwe li hember dagirkeran serî dananiye. > Gelek serîhildan û berxwedan li vir jî hatine dayîn. Pistî têkçûna serî > azadiyê li Dersîmê ya pistî sala 1938an li bakurê kurdistanê gel bi temamî > bê deng bû. Lê pistî salên 60î û pêve gel ket nav hewldan û tekosîneke bê > hempa ku mafê xwe bi destbixe. (Lê divê neyê ji bîr kirin ku soresê îlon û > gulanê tirs û xofa li ser bakur rakir da ku ew ji nûde ji bona azadiya xwe > têbikose) Ji bona wê jî her rê û olax ji bona wî rewa bû. Lê gel û > rewsenbîran tim jî xwe didan aliyê çareserkirineke bê çek. Siyarbûn û > gesbûneke bê hempa heta dawiya salên 1970 pêk hat ku ev pêla siyarbûne > dagirker gelekî tirsand ku bi vî awayî gelê me wê xwe bigîhanda azadiya xwe. > Lê ji bona sabotekirina vê, dijmin jî qet nesekinî, wan jî her proje û > bernameyên ku wê çawa vê pêla siyarbûna kurdan têk bibin, dixebitîn. Li gel > hemû pispor, zana û aqilmendin xwe biryara tekosîna kurdan ya ji bona azadî > û serbestiya wî bi destên kurdan têk bibin, dan. > Li gor vê jî bi destên xwe rêxistineke bi nav û bernameyeke kurdî lê ne ji > bona parastina berjewendiya kurdan, damezrandin. Bi damezrandin û bi > derketandina vê rêxistina ku cara ewil berê xwe da kurdan û dest bi kustina > kurdan kir, kêfa dagirkeran anî cih. Loma jî parastin û çekên wan jî ji > aliyê dagirkeran ve dihat amade kirin. (Ne ez vê dibêjim. Serokê vê > rêxistinê bi xwe ev di bernemeyên xwe yên di Televizyona wan û di rojnemeyên > xwe de ev eskere kirî ye) Herweha Wan jî qusûr di karê xwe de nekirin û > nakin jî. Li gor biryar û destûra dagirkerên ku ew damezrandibû > tevdigeriyan, kiryar û bûyerên xwe li ser wî asasî pêk dianîn. Dîroka wan tê > zanîn. Heger bi çavekî bê alî, li gor bîr û baweriya neteweyî em li wê > dîroka wan binêrin wê bê dîtin ku hemû tekosîna wan ji bona têkbirina > berjewendiyên gelê kurd û sêrînkirina Kemalîzmê bi xelkê me bû. > Ji xwe dema serokê wê partiyê Evdila Ocalan li cih û warê xwe vegeriya > gotina wî ya ewil; "Ez di xizmeta dewletê de me, çi kar û wazifeyan bide min > ez ê bê kêmanî pêk bînim" bû. Li gor min ew hevok têr dike ku wê çi biba. > Em vana hemûyan bidin alîkî û bêjin bila weke wan be ku ev tekosîna bi > destê vê rêxistina ji aliyê dagirkeran de hatiye damezrandin, rast bû. Loma > jî Evdila û hin desthilatên tirkan li gel hev rûnistin da ku kêseya gelê me > çareser bikin. Bi hevre ketin guftoguyan, dan û stendin. Li gor van > muzakereyan êdî rews hatibû merhaleya dawî da ku li hevhatinekê bikin. Lê > nebû. Çima nebû? Ji bona çi ser, kustin û revandina kesan ji nû de destpê > kir? Ji ber ku aramî , rehetî û demokrasî ne li gor exlaqê Erkenekonê ye > loma. Heger aramî bibe, heger asitî bê, wê erkenekon û rêxistinên bi wê ve > girêdayî ji holê rabe. Heger ser raweste û aramî bibe wê gelê kurd ji wê > rêxistina girêdayî ergenokonê ku ya li ser navê kurdan, kurd kustina hesaban > bipirse. Xelkê me wê doza kes û kesayetiyên xwe yên ku bi destê vê rêxistinê > hatine kustin, bikin. > Heger ne ji ber vê be, herkes dizane ku dawiya ser li hevkirin û bi > dagirkeran rûnistin heye. Lê ji nû ve revandina mamosteyan, kustina keçên > kurd, wêrankirina gel bi xwe ye. Tirs û xofa ku ji nav kurdan rabû bû ku wan > êdî hin tist bi çavên xwe didîtin û bi aqilên xwe munaqese dikirin, nayê > hesabê vê rêxistin û serokatiya wê. Ji ber ku serokatî bi dewletê ve > girêdayî ye. Eskerekirina wan, tê wateya ev rêxistin ne ya kurdan e, lê li > ser navê kurdan û bi destê dagirkeran ve hatiye damezrandin û rêvebirin. > Loma dibêjim, gelê kurd, rewsenbîr û zaneyên vî gelî, divê êdî li hember > van êrîs, tevger û tekosîna PKK ê ya ji bona tunekirina gelê kurd, derkevin > heye. Divê êdî bê deng nemînin. Bêdengî qebûlkirina bin destiyê ye. Loma > divê êdî em vê bindestiyê ji ser serê xwe rakin. Bi aqilmendî bifikirin û > bibînin ku tu berjewendiya gel di vê jinûde rakirina çekan de tuneye. Ev > lîstikek nû ye. Ev hemleya ergenekonê û ya PKKê dawî ye. Ji ber ku êdî dengê > xelkê hêdî hêdî li hember êrîs û kiryarên PKK yên ne di berjewendiya gel > dene, bilind dibe. Tirs û xofa berê li ser xelkê radibe, hindik be jî > rabûye. Loma tirsa wan ew e ku dema xelk û gel destbi rexneyan bikin, bi > mejiyên xwe bifikirin, bi çavên xwe rastiyê bibînin, bi guhên xwe dengê > azadiya xwe ya rast bibîhîzin, ev ê jî bibe dawîlêanîna wê rêxistina ku bi > destê dijmin hatiye damezrandinê. Dema dawî li wê hat, êdî wê çi bê serê > rêvebirê vê partiyê ji niha de diyar e... > Partî û rêxistin ji bona armanceke derdikevin, têne damezrandin û li gor wê > pêwîstiyê ew tekosîna gelê xwe çi bi rêya çek û çi jî bi rêyên demokratîk > didin. PKK bi siara serxwebûna Kurdistanê derket lê îro li ku sekiniye diyar > e. > BDP ya girêdayî vê û ya qet nikare bi serê xwe biryara xwe bide, pistî > hilbijartina 2011an ji ber hin sedemên li gor xwe dest bi boykotê kir. (Ez > bi xwe li dij wê boykotê bûm) Lê hate zanîn, bêî ku bangekek ji wan re > here an jî sedemên wan pêk hatibe ango daxwaza wan hatibe cih, wê yekê meha > çiriyê li parlemenê vegere. (Helbet vegera wan bas e) Yanî xwe bi xwe bû bûk > û zava. Pirsa min ji wan ev e. Gelo we ji bona çi ne çûyina parlemenê > boykot kir û we çi bi destxist ku hûn lê vedigerin? Bersîva min; NE TU TIST. > Lê na, tistek bi destxistin ew jî hetîketinek bû. Dema mirov lîstika > berdestê hinan be û bi aqilê xwe tevnegere, bi baweriya xwe ne ewle be û ji > xwe ne bawer be, wê tim halê mirov, partî û rêxistanan jî weha be. Gelo kes > û kesayetî, partî û rêxistinên di vê bloka ne ji xêra kurdan re bû, dene, > qet wê pirsekê ji BDPyê nakin ku çima weha dikin? Û gelo wê hê jî ev bloka > xapînok bidome? 30.09.2011 > > > -- > - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu > Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u > rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret > qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. > > > Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > > - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail > grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas > alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik > taninir. > -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
