nivîsa min . bi silav û hurmet. Paşa Amedî

*Bihara Rengîn*





Di dil û heşê meriv de tim hesret û evîna biharê heye, di her demsalê de
bihar wek hêviyeke, hêviya xêrê ye. Xeyal û xewnên meriv tim çihê xweşik
digere û dîne bîra xwe. Hestên meriv tim ber avê, delav û hêşinahî dixwaze,
meriv qayile ku hestên xwe têr û dilê xwe fireh bike, ji bo kêf û şahiya
dil tim dixwaze. Bihar jî yek ji wan e, bihar bihuşta biçûka derewîne li
ber cennete.

Bihar; bi bîna xweşik, kulîlkê bi bîn, siya bihuştê, numuna heşr û bihuştê
ye, Xwedê bi qudreta xwe rahmetê bi destê ba, baran û kulîlkan li rûyê
dinyayê bela dike, heyat dide jiyanê... bi kulîlkan, bi baran...

Di barana biharê de ewrê reş û sipî, ewrên bi baran, ewrên birûsk,
qîjandina birûskê ewran, req req û xurmîna ewran, ewrê bi tav, geh sor, geh
zer, geh reş, rûyê ezmana şînê bê dawî. Barana bi şillî, barana kosiya,
barana ku hewayê, rûyê erdê û her der dişo. baran giya, çayîr û zeviyan
avdide, ji gol û bendava tijî dike, ji çema re çavkanî dibe, rehmet û adan
(bereket) dixe dinyayê.

Keskesor, tîrojên ro yê, bi dilopê baran, di mij, hewa eyan û şilliyê de
xwe derdixe holê, bi dirêj û rengîna xwe meriva mest dike, bi heft rengan;
kesk, sor, zer, narencî, avgon(şîn), binevşî, fîrûze. Di babetê keskesor de
çîrçîrok jî heye û wiha dibêjin ku "merivek xwe bigîjîne keskesor ku law di
bin de here dibe keçik an jî keçik di bin de derbas bibe dibe lawik."

Di bin baranê de, bayê xweşik, bi nermahî ku li rûyê meriv şilpaq dike û
hêleke jî dişo qirêj û gemariya meriv jê dibe, rûyê meriv pê tê mist kirin.

Di her demê de deng xweşin,  lêbelê di demsala biharê de deng hê jî xweştir
dibin, bi dengê zelal, bi dengê çûk û bilbilan, "viz viza" mêşên hungêv,
"çîv çîva" teyran, marîna dengên berxan wek bilur û musikê li dixe û
dilorînin, dilê meriv pi rehet û şa dibe, bi kêf xweşiya dil û can...

Gul, gulên bi reng, sor, zer, kesk, sipî..., kulîlkên rûyê erdê, kulîlkên
daran, darên aluce, mişmiş, behiv... dar bi kulîlkan wek çekên bûkan xwe
dixemilîne, meriv dibêje qey berf bariye ser daran, pê bîn û hilma meriv
vedibe. Di bihara rengîn de dinya xwe diguherîne, çekên bi reng li xwe dike
û xwe pê dixemlîne.

Bi bihara rengîn dilê meriv pê tê kelandin, bi bîna xweşik û bi rengên
kulîlkên biharê û bi dîtina rengên hêşinahiya giya û kulilkên teze. Meriv
bi rih û hestin xwe bi nîvantî seyrangaha dinyayê temaşe dike bi dilekî
azad.

* *

*Paşa Amedî*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.


Attachment: Bihara rengÎn.docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap