TZP-Kurdî îro(13.12.2008) Stenbolê li komela Eruhiyan de (di Fatîhê, Bazara Sêrtiyan de) çalakiyek li ser zimanê Kurdî li dar xist.
Di TZP-Kurdî de Komîsyona Hişmendiyê Zimanê Kurdî berê li cihê Enstituya Kurdî ya Stenbolê de wekî gelek caran saet 14:00an de civiya. Paşê li gor projeyê, wekî bi endamên komîsyona hişmendiyê çûne Fatih Komela Eruhiyan. Komelayê de Mamoste Rifat, pêşvazî kir û li pey hev Mamoste Marûf, Mamoste Mewlûd û nivîskar Miraz Ronî li ser zimên axivin. Dawiyê de Miraz Ronî li ser elfabeyê Kurdî dersek jî nîşan da. Bîzer(Guhdarvan) bala xwe da û bi elaqadariyekî mezin tev li dersê bûn. Bedirxan Badilî jî dîsa (kêm-zêde, şaş-rast) notan istand ku bi endamên Diwanxanê re parve bike. De kerem kin, bixwînin her sê mamosteyên me çi anîne zimên: Mamoste Marûf: Hevalên ezîz merheba ji we hemuyan re. Bona hatina we, bona beşdar bûna we em gelek kêfxweş bûn. Wekî hûn jî dizanin, di dîrokê de, di tarîxê de taybetiyek axa me, yanî erdnigariya me, coxrafya me heye ku gelên Asya, Ewropa û Afrîka li ser welatê me derbas bûne. Meriv nikare bijmêre di Anatoliyê de çend gel asîmle bûne. Manaw, hûn dizanin di herêma trakyayê de û di herêma marmarayê de dijîn û axê gelek hez dikin; meriv dikare bibêje pisporê cotkariyê ne. Va ew manaw neviyê Îyoniyan in. Îyon, kalkê Yewnaniyan bûn, ew her du wek hev in. Êdî manaw bûne Tirk. Wekî din gelê Ûbih bona zordariya Urûsan têne Anatoliyê. Ew jî niha bûne Tirk. Her dîsa li vê derê Boşnak û Pomak(Bulxarên Misilman), Laz, Osetî, Lezgî, Gurcî, Abhaz, Çerkes, Qereçî; hemû vê axê de bûne Tirk û hinekî wan jî bûne nijadperest... A niha rewşa me Kurdan ji wan gelan baştir nîne. Em divê kumê xwe daynin berê xwe û rind bifikirin. Rewadî eşîra Selhedîn e. Berê Şedadî û Rewadî du dewletên serbixwe bûn. Ew li axa niha cihê Azerbeycanê bûn. Di sala hezar û nehsed û sih(1930)an de tê pirskirin û li Azerbaycanê sed û pêncî hezar kes dibêjin em Kurd in û bi Kurdî xeber didin. Niha heyf e ku bi tenê sêzde hezar kes mane ku dibêjin em Kurd in. Yanî bê perwerdehiyê Kurd dihelin, têk diçin. 1908an de Seîdê Kurdî dibêje li Stenbolê protestoya fesên Austuryayê de bîst hezar hemalên Kurd bi tenê Bedlîsî hene. Niha sed sal derbas bûye. Tu cîvaknas nabêjin ku Kurd dîsa çûna welatê xwe. Gelo sed sal berê ew qas hemal û malbatên wan çi bûne? Bê şik hemû asîmle bûn û neviyên wan îro nabêjin eslê me Kurd in. Derdikeve holê ku bê sazî, bê rêxistin gel hemû asîmle dibin, xwe wenda dikin. Kurd ku xwediyê zimanê xwe nebin, gelê Kurd du nifşê dûre, wekî gelên din ên asîmle bûyî, em jî nabînin. Mewlûd Aykoç: TZP-Kurdî çiye? Wekî hûn jî dizanin heya niha di Tirkiyeyê de Kurdî wekî tune hatiye hesibandin. Gel bi zimanê xwe heye. Bê ziman gel namîne. Em wekî TZP-Kurdî dixwazin gelê me bi zimanê xwe biaxive. Em dixwazin zimanê Kurdî, di Tirkiyeyê de bibe zimanê fermî yê duyemîn. Bi zimanê Kurdî, ji dibistana seretayî bigre heta zanîngehê bila bi zimanê Kurdî jî perwerdehî bibe. Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku zarokên me êdî bi Kurdî neaxivin. Ku rewş wisa bidome, rojek were ku ew jî bibine Tirk. Em nabêjin Tirk bûn tiştekî xirab e. Lê çawa Tirk bûn nirxek e, eynî wisa Kurd bûn jî nirxek e. Hîn bûn û axaftina Kurdî, tu carê ji bona zarokê me nabe astengê perwerdehiyê. Êdî di Tirkiyeyê de bila tîpên x,w,q neyên qedexe kirin. Em mafên xwe yên xwezayî dixwazin. Di dinyayê de çawa her gel bi zimanê xwe perwerde dibin, wekî wana zimanê xwe dixwazin. Em ji kesî zêdetir tiştek nexwazin. Miraz Ronî: Ew qas Kurd hatine vir. Ji bona me ew rûmet e. Gelek spas. Di dîrokê de Kurd çend elfabe bikaranîne. Niha elfabe Erebî, Krîl û Latînî tê bi kar anîn. Li Sûryeyê û li Tirkiyeyê Kurd piranî bi Latînî dinivîsin û dixwînin. Hîn bûna elfabê Kurdî gelek hêsan e. Emê a niha bibînin. Wekî din, ku destûra we hebe, ez hinek li ser zimanê Kurdî bisekinim. Kurdî di nav malbata zimanên Hind-Ewropayê ye. (Paşê Miraz Ronî Elfabe Kurdî bi tîpên gir û hûr 31 herf li ser textê sipî nivîsî û gelek agahî da me.) Rapornivîs: Bedirxan Badilî "xulamê zimanê Kurdî" msn a min: [email protected] "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, ji zimanên din ên baş, baştir e, şiyar be, rojbaş!.." --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
