Kek û bira û xwîşkên ezîz, Ew nivîsa mina hanê di malpera TZP-Kurdî de hatiye weşandin:
http://www.tzpkurdi.com/modules.php?name=News&file=article&sid=234 Ji berpirsiyarê malperê re gelek spasiyên xwe dişînim. Mamosteyê hêja Xwedê ji te razî be, a rastî mirow bi teşwîqê kêfxweş dibe û dixwaze rintir binivîse. Bedoyê Jidilaşiqêzimanêkurdî 14 Aralık 2008 Pazar 01:52 tarihinde Bedirxan Badili <[email protected]>yazdı: > TZP-Kurdî îro(13.12.2008) Stenbolê li komela Eruhiyan de (di Fatîhê, Bazara > Sêrtiyan de) çalakiyek li ser zimanê Kurdî li dar xist. > > Di TZP-Kurdî de Komîsyona Hişmendiyê Zimanê Kurdî berê li cihê Enstituya > Kurdî ya Stenbolê de wekî gelek caran saet 14:00an de civiya. Paşê li gor > projeyê, wekî bi endamên komîsyona hişmendiyê çûne Fatih Komela Eruhiyan. > Komelayê de Mamoste Rifat, pêşvazî kir û li pey hev Mamoste Marûf, Mamoste > Mewlûd û nivîskar Miraz Ronî li ser zimên axivin. Dawiyê de Miraz Ronî li > ser elfabeyê Kurdî dersek jî nîşan da. Bîzer(Guhdarvan) bala xwe da û bi > elaqadariyekî mezin tev li dersê bûn. Bedirxan Badilî jî dîsa (kêm-zêde, > şaş-rast) notan istand ku bi endamên Diwanxanê re parve bike. De kerem kin, > bixwînin her sê mamosteyên me çi anîne zimên: > > Mamoste Marûf: > > Hevalên ezîz merheba ji we hemuyan re. Bona hatina we, bona beşdar bûna > we em gelek kêfxweş bûn. > > Wekî hûn jî dizanin, di dîrokê de, di tarîxê de taybetiyek axa me, yanî > erdnigariya me, coxrafya me heye ku gelên Asya, Ewropa û Afrîka li ser > welatê me derbas bûne. Meriv nikare bijmêre di Anatoliyê de çend gel asîmle > bûne. > > Manaw, hûn dizanin di herêma trakyayê de û di herêma marmarayê de dijîn û > axê gelek hez dikin; meriv dikare bibêje pisporê cotkariyê ne. Va ew manaw > neviyê Îyoniyan in. Îyon, kalkê Yewnaniyan bûn, ew her du wek hev in. Êdî > manaw bûne Tirk. Wekî din gelê Ûbih bona zordariya Urûsan têne Anatoliyê. Ew > jî niha bûne Tirk. Her dîsa li vê derê Boşnak û Pomak(Bulxarên Misilman), > Laz, Osetî, Lezgî, Gurcî, Abhaz, Çerkes, Qereçî; hemû vê axê de bûne Tirk û > hinekî wan jî bûne nijadperest... > > A niha rewşa me Kurdan ji wan gelan baştir nîne. Em divê kumê xwe daynin > berê xwe û rind bifikirin. > > Rewadî eşîra Selhedîn e. Berê Şedadî û Rewadî du dewletên serbixwe bûn. Ew > li axa niha cihê Azerbeycanê bûn. Di sala hezar û nehsed û sih(1930)an de tê > pirskirin û li Azerbaycanê sed û pêncî hezar kes dibêjin em Kurd in û bi > Kurdî xeber didin. Niha heyf e ku bi tenê sêzde hezar kes mane ku dibêjin em > Kurd in. Yanî bê perwerdehiyê Kurd dihelin, têk diçin. > > 1908an de Seîdê Kurdî dibêje li Stenbolê protestoya fesên Austuryayê de > bîst hezar hemalên Kurd bi tenê Bedlîsî hene. Niha sed sal derbas bûye. Tu > cîvaknas nabêjin ku Kurd dîsa çûna welatê xwe. Gelo sed sal berê ew qas > hemal û malbatên wan çi bûne? Bê şik hemû asîmle bûn û neviyên wan îro > nabêjin eslê me Kurd in. Derdikeve holê ku bê sazî, bê rêxistin gel hemû > asîmle dibin, xwe wenda dikin. Kurd ku xwediyê zimanê xwe nebin, gelê Kurd > du nifşê dûre, wekî gelên din ên asîmle bûyî, em jî nabînin. > > Mewlûd Aykoç: > > TZP-Kurdî çiye? Wekî hûn jî dizanin heya niha di Tirkiyeyê de Kurdî wekî > tune hatiye hesibandin. Gel bi zimanê xwe heye. Bê ziman gel namîne. Em wekî > TZP-Kurdî dixwazin > gelê me bi zimanê xwe biaxive. Em dixwazin zimanê Kurdî, di Tirkiyeyê de > bibe zimanê fermî yê duyemîn. Bi zimanê Kurdî, ji dibistana seretayî bigre > heta zanîngehê bila bi zimanê Kurdî jî perwerdehî bibe. > > Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku zarokên me êdî bi Kurdî neaxivin. Ku > rewş wisa bidome, rojek were ku ew jî bibine Tirk. Em nabêjin Tirk bûn > tiştekî xirab e. Lê çawa Tirk bûn nirxek e, eynî wisa Kurd bûn jî nirxek e. > Hîn bûn û axaftina Kurdî, tu carê ji bona zarokê me nabe astengê > perwerdehiyê. > > Êdî di Tirkiyeyê de bila tîpên x,w,q neyên qedexe kirin. Em mafên xwe yên > xwezayî dixwazin. Di dinyayê de çawa her gel bi zimanê xwe perwerde dibin, > wekî wana zimanê xwe dixwazin. Em ji kesî zêdetir tiştek nexwazin. > > Miraz Ronî: > > Ew qas Kurd hatine vir. Ji bona me ew rûmet e. Gelek spas. > > Di dîrokê de Kurd çend elfabe bikaranîne. Niha elfabe Erebî, Krîl û Latînî > tê bi kar anîn. Li Sûryeyê û li Tirkiyeyê Kurd piranî bi Latînî dinivîsin û > dixwînin. Hîn bûna elfabê Kurdî gelek hêsan e. Emê a niha bibînin. > > Wekî din, ku destûra we hebe, ez hinek li ser zimanê Kurdî bisekinim. Kurdî > di nav malbata zimanên Hind-Ewropayê ye. > > (Paşê Miraz Ronî Elfabe Kurdî bi tîpên gir û hûr 31 herf li ser textê sipî > nivîsî û gelek agahî da me.) > > > Rapornivîs: Bedirxan Badilî > "xulamê zimanê Kurdî" > msn a min: [email protected] > > "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, > ji zimanên din ên baş, > baştir e, şiyar be, rojbaş!.." > > > > -- Bedirxan Badilî msn a min: [email protected] "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, ji zimanên din ên baş, baştir e, şiyar be, rojbaş!.." --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
