Silav,
destê te xweş kekê bedirxan,
di vê nivîsê de bi taybetî şaşiyek bala min kişand. te gotiye ku "min notan 
istand ku bi endamên Diwanxanê re parve bike": dive te bigota min not standin. 
bi vî awayî ji aliyê rastnivîsê ve rast e lê dibe ku ev jî ji aliyê şêwaza 
kurdî ve şaş be ango di şûna not standinê de em dikarin tiştekî din jî bi kar 
bînin. Wek mînak: di dewsa standin an jî girtin de em dikarin nivîsînê, em 
dikarin tiştên baştir bibînin...
silav û hurmet
E.Dewrêsh

--- On Tue, 12/23/08, Bedirxan Badili <[email protected]> wrote:

From: Bedirxan Badili <[email protected]>
Subject: {Diwanxane} Re: TZP-Kurdi Chalakiyek Li Dar Xist
To: [email protected]
Date: Tuesday, December 23, 2008, 2:03 PM



Kek û bira û xwîşkên ezîz,
 
Ew nivîsa mina hanê di malpera TZP-Kurdî de hatiye weşandin:
 
http://www.tzpkurdi.com/modules.php?name=News&file=article&sid=234
 
Ji berpirsiyarê malperê re gelek spasiyên xwe dişînim. Mamosteyê hêja Xwedê ji 
te razî be, a rastî mirow bi teşwîqê kêfxweş dibe û dixwaze rintir binivîse.
 
Bedoyê Jidilaşiqêzimanêkurdî


14 Aralık 2008 Pazar 01:52 tarihinde Bedirxan Badili <[email protected]> 
yazdı:


TZP-Kurdî îro(13.12.2008) Stenbolê li komela Eruhiyan de (di Fatîhê, Bazara 
Sêrtiyan de) çalakiyek li ser zimanê Kurdî li dar xist. 
 
Di TZP-Kurdî de Komîsyona Hişmendiyê Zimanê Kurdî berê li cihê Enstituya Kurdî 
ya Stenbolê de wekî gelek caran saet 14:00an de civiya. Paşê li gor projeyê, 
wekî bi endamên komîsyona hişmendiyê çûne Fatih Komela Eruhiyan. Komelayê de 
Mamoste Rifat, pêşvazî kir û li pey hev Mamoste Marûf, Mamoste Mewlûd û 
nivîskar Miraz Ronî li ser zimên axivin. Dawiyê de Miraz Ronî li ser elfabeyê 
Kurdî dersek jî nîşan da. Bîzer(Guhdarvan) bala xwe da û bi elaqadariyekî mezin 
tev li dersê bûn. Bedirxan Badilî jî dîsa (kêm-zêde, şaş-rast) notan istand ku 
bi endamên Diwanxanê re parve bike. De kerem kin, bixwînin her sê mamosteyên me 
çi anîne zimên:
 
Mamoste Marûf:
 
Hevalên ezîz merheba ji we hemuyan re. Bona hatina we, bona beşdar bûna we em 
gelek kêfxweş bûn. 
 
Wekî hûn jî dizanin, di dîrokê de, di tarîxê de taybetiyek axa me, yanî 
erdnigariya me, coxrafya me heye ku gelên Asya, Ewropa û Afrîka li ser welatê 
me derbas bûne. Meriv nikare bijmêre di Anatoliyê de çend gel asîmle bûne.
 
Manaw, hûn dizanin di herêma trakyayê de û di herêma marmarayê de dijîn û axê 
gelek hez dikin; meriv dikare bibêje pisporê cotkariyê ne. Va ew manaw neviyê 
Îyoniyan in. Îyon, kalkê Yewnaniyan bûn, ew her du wek hev in. Êdî manaw bûne 
Tirk. Wekî din gelê Ûbih bona zordariya Urûsan têne Anatoliyê. Ew jî niha bûne 
Tirk. Her dîsa li vê derê Boşnak û Pomak(Bulxarên Misilman), Laz, Osetî, Lezgî, 
Gurcî, Abhaz, Çerkes, Qereçî; hemû vê axê de bûne Tirk û hinekî wan jî bûne 
nijadperest...
 
A niha rewşa me Kurdan ji wan gelan baştir nîne. Em divê kumê xwe daynin berê 
xwe û rind bifikirin.
 
Rewadî eşîra Selhedîn e. Berê Şedadî û Rewadî du dewletên serbixwe bûn. Ew li 
axa niha cihê Azerbeycanê bûn. Di sala hezar û nehsed û sih(1930)an de tê 
pirskirin û li Azerbaycanê sed û pêncî hezar kes dibêjin em Kurd in û bi Kurdî 
xeber didin. Niha heyf e ku bi tenê sêzde hezar kes mane ku dibêjin em Kurd in. 
Yanî bê perwerdehiyê Kurd dihelin, têk diçin.
 
1908an de Seîdê Kurdî dibêje li Stenbolê protestoya fesên Austuryayê de bîst 
hezar hemalên Kurd bi tenê Bedlîsî hene. Niha sed sal derbas bûye. Tu cîvaknas 
nabêjin ku Kurd dîsa çûna welatê xwe. Gelo sed sal berê ew qas hemal û malbatên 
wan çi bûne? Bê şik hemû asîmle bûn û neviyên wan îro nabêjin eslê me Kurd in. 
Derdikeve holê ku bê sazî, bê rêxistin gel hemû asîmle dibin, xwe wenda dikin. 
Kurd ku xwediyê zimanê xwe nebin, gelê Kurd du nifşê dûre, wekî gelên din 
ên asîmle bûyî, em jî nabînin.
 
Mewlûd Aykoç:
 
TZP-Kurdî çiye? Wekî hûn jî dizanin heya niha di Tirkiyeyê de Kurdî wekî tune 
hatiye hesibandin. Gel bi zimanê xwe heye. Bê ziman gel namîne. Em wekî 
TZP-Kurdî dixwazin
gelê me bi zimanê xwe biaxive. Em dixwazin zimanê Kurdî, di Tirkiyeyê de bibe 
zimanê fermî yê duyemîn. Bi zimanê Kurdî, ji dibistana seretayî bigre heta 
zanîngehê bila bi zimanê Kurdî jî perwerdehî bibe.
 
Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku zarokên me êdî bi Kurdî neaxivin. Ku rewş 
wisa bidome, rojek were ku ew jî bibine Tirk. Em nabêjin Tirk bûn tiştekî xirab 
e. Lê çawa Tirk bûn nirxek e, eynî wisa Kurd bûn jî nirxek e. Hîn bûn û 
axaftina Kurdî, tu carê ji bona zarokê me nabe astengê perwerdehiyê. 
 
Êdî di Tirkiyeyê de bila tîpên x,w,q neyên qedexe kirin. Em mafên xwe yên 
xwezayî dixwazin. Di dinyayê de çawa her gel bi zimanê xwe perwerde dibin, wekî 
wana zimanê xwe dixwazin. Em ji kesî zêdetir tiştek nexwazin. 
 
Miraz Ronî:
 
Ew qas Kurd hatine vir. Ji bona me ew rûmet e. Gelek spas.
 
Di dîrokê de Kurd çend elfabe bikaranîne. Niha elfabe Erebî, Krîl û Latînî tê 
bi kar anîn. Li Sûryeyê û li Tirkiyeyê Kurd piranî bi Latînî dinivîsin û 
dixwînin. Hîn bûna elfabê Kurdî gelek hêsan e. Emê a niha bibînin.
 
Wekî din, ku destûra we hebe, ez hinek li ser zimanê Kurdî bisekinim. Kurdî di 
nav malbata zimanên Hind-Ewropayê ye.  
 
(Paşê Miraz Ronî Elfabe Kurdî bi tîpên gir û hûr 31 herf li ser textê sipî 
nivîsî û gelek agahî da me.)
 
 
Rapornivîs: Bedirxan Badilî
"xulamê zimanê Kurdî"
msn a min: [email protected]

"Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, 
ji zimanên din ên baş, 
baştir e, şiyar be, rojbaş!.."
ji zimanên din ên baş, 
baştir e, şiyar be, rojbaş!.." 





      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap